Prof. Dr. Ehmed Balîsanî, Pisporê Fiqha Berawurdî ya di navbera Mezhebên Îslamê de: Kurdayetiya Rastîn li ser destê Zanyarên Olî û Melayan dest pê kir û geş bû
Profesor Doktor Ehmed Mihemed Teha Balîsanî, yek ji kesayet, akademîsyen û
zanyarên diyar ên Kurdistanê ye. Xwediyê çendîn pirtûk û lêkolînên zanistî ye di
warên fiqih, zanistên şerîetê û lêkolînên îslamî de. Di nav malbateke
zanistdost, dindar û kurdperwer de mezin bûye; mijûlî dersdayîn, perwerdekirin û
karê bangewaziyê ye. Xwediyê bawernameya master û doktorayê ye di fiqha
berawurdî ya navbera mezheban de. Her wiha xwediyê dîtin û şiroveyên taybet e
li ser dîroka Kurd û di zanîngehên Bexda, Hewlêr, Koye û welatê Yemenê de ders
daye. Ji bo axaftina li ser peywendiya navbera dînê pîroz ê Îslamê û civaka
Kurdistanê, me ev hevpeyvîn ligel wî saz kir.
Gulan Medya: Mela û zanyarên olî li Kurdistanê, di dirêjiya dîrokê de ne tenê
rêberên olî, lê belê çirayên ronîkirina hizra neteweyî bûn. Hûn çawa li wî
peywendiya xurt a di navbera îman û hezkirina niştiman de li cem zanyarên Kurd
dinêrin?
Ehmed Balîsanî: Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihriban. Ger em bi hûrgilî li dîroka
vê niştimanî binêrin, em dibînin ku têgeha niştimanperweriyê di civaka Kurdî de
li ser destê zanyarên olî û melayan şîn bûye. Ji rêberê tevgera rizgarîxwaza
Kurd, Mela Mistefa Barzanî heta digihîje koka hîn dûrtir a pêşengan, piraniya
herî zêde ya wan kesên ku xebat ji bo vê axê kirine, mamosteyên olî û xwedên
mîşer (emame) bûn. Wan bi helbest, edebiyat û helwestên xwe, giyanê
kurdperweriyê di nav cemawer de belav kirin. Kewate (Ji ber vê yekê) mamosteyên
olî pêşengên rastîn ên civakê bûn û netewe fêrî niştimandostiyê kirine.
Lê cihê daxeke kûr e, niha hinek kes derketine pêş û bangewaziya
niştimanperweriyê dikin ku tenê ji berjewendiya xwe ya şexsî ve li
"Kurdayetiyê" dinêrin. Ew tenê heta wê derê Kurd in ku sûdeke wan a taybet tê
de hebe. Ew pêşengiya ku berê li ser bingeha îman û îslamiyetê hatibû avakirin,
karîbû dab û nerîtên Kurdî biparêze, çunkî kultura me û dînê me di nav hev de
bûn. Niha hinek alî dixwazin cihê wan mamosteyan bigirin û daxwaza
niştimanperweriyeke sekuler û bêdîn dikin. Pirs ev e: Ma divê mirov hetmen
(teqez) bêdîn be da ku neteweperwer be? Kurdayetiya rastîn di nav rehm û cergeya
dindariyê de ji dayik bûye.
Gulan Medya: Dîroka şoreşên Kurdistanê tije ye bi navên wan zanyarên olî ku di
sengerên pêş de bûn. Ev têkelbûna "Mîhrab û Senger" çi peyamekê dide nifşê niha?
Ehmed Balîsanî: Peywendiya navbera netewebûn û olê, li ser bingeha cudahiya
navbera "maf" û "prensîb" hatiye avakirin. Netewebûn îdeolojî nîne, lê mafekî
xwezayî ye. Mafê min e ku bi Kurdî biaxivim û ji gelê xwe hez bikim. Lê Îslam
prensîbeke bilind û bernameyek e ji bo jiyanê. Ewên ku dixwazin Kurd ji
nasnameya xwe ya rastîn veqetînin û vegerînin serdema beriya Îslamê, tûşî
paşketineke fikrî bûne. Çawa ku Ereb bi Îslamê bûn xwedî şanazî, Kurd jî bi
Îslamê hatine pênasekirin. Vegerîna ji bo beriya Îslamê ne pêşkeftin e, lê
karesat e.
Gulan Medya: Zanyarên olî yên Kurdistanê her dem li dijî zilm û dagirkeriya
rejîmên Iraqê bûn. Bingeha şerî û exlaqî ya vê redkirina stemê li cem we ji çi
tê?
Ehmed Balîsanî: Stem û dagirkerî ji çavçenîtiya mirov tê. Îslam tu carî ji bo
dagirkerî û talankirina samanê gelan nehatiye, lê belê parêzvanê azadiya mirov
bûye. Maneya hebûna kêmneteweyên olî yên wekî Mesîhî, Cihû û Drûz di dilê Şamê
de, delîla herî mezin a wê azadiyê ye ku Îslamê dabîn kiriye. Ger Îslamê bi zorê
xelk bikira misilman, niha li Rojhilata Navîn tu olên din nediman. Îslamê bi
kirdarî prensîba "La îkrahe fî dîn" (Di dîn de zorlêkirin tune ye) pêk aniye.
Gulan Medya: Tê gotin "Hujre" dibistana yekem a bîra neteweyî û parastina zimanê
Kurdî bûye. Hûn girîngiya hujreyê çawa dinirxînin?
Ehmed Balîsanî: Di dîroka Kurdistanê de, hujre tenê navendeke olî nebû, lê belê
çavkaniya zanist, meîrifet û rewşenbîriyê bû. Di hujreyê de ne tenê deqên olî,
lê zanistên felsefe, munaqeşe û stêrknasiyê jî dihatin xwendin. Mixabin piştî
serdema dagirkeriyê (îstîmar), dagirkeran bi zanatî hujre piştguh kirin û
"mekteb"ên modern ava kirin da ku nasnameya mirovê misilman biguherînin. Tevî
hemû astengan, hujreyê karî kela-mêrên şoreşgêr wekî Şêx Mehmûdê Hefîd, Şêx
Seîdê Pîran û Mela Mistefa Barzanî perwerde bike.
Gulan Medya: Zanyarên olî li her çar parçeyên Kurdistanê bi yekdengî bûne qelaya
parastina hestê neteweyî. Ev yekgirtîbûn çawa bandor kiriye?
Ehmed Balîsanî: "Şuûr" (hişmendî) bingeha mirovbûnê ye. Mirov bi fîtrêt
(xwezayî) ji her tiştê ku lê nêzîktir be hez dike. Çawa dibe ku mirov bi zimanê
Kurdî çavê xwe vekiribe, lê peywendiya wî ya ruhanî bi neteweya wî re nebe? Lê
ya ku vê şuûrê têk dibe, ew kes in ku bi navê vê hestê bazirganiyê bi
berjewendiyên xwe dikin. Dema cudahiya navbera "gotin" û "kirdar" bi qasî erd û
ezmân be, îtîbara Kurdayetiyê li cem xelkê namîne.
Gulan Medya: Zanyarên olî gelek caran bi fetwayên serdemiyane berevanî di mafê
jinê de kirine. Hûn vê dîrokê çawa dibînin?
Ehmed Balîsanî: Kêşeya mezin a mirovê îro, tevlihevkirina "maf" û "erk" e.
Îslamê wekî "şajinekê" li jinê nêrî ye, ku hemû hewcedariyên wê ji aliyê mêr
ve têne dabînkirin. Lê modernîteyê bi navê mafan, hem erkê malê û hem jî erkê
derve xistiye ser milê jinê, ku ev di rastiyê de stem e. Di rabirdû de, keçan
dixwestin bibin hevjîna melayekî, çunkî dizanîn mela şerîetê dizane û rêzê li
jinê digire. Ew tundrewiya ku îro tê dîtin, encama tênegihiştina ji dîn e.
Gulan Medya: Kurdistan wekî mînakeke kêmwêne ya pêkvejiyana olan tê dîtin. Rola
mînbara mizgeftan di vê yekê de çi bûye?
Ehmed Balîsanî: Pêkvejiyan ne destkeftiyeke nû ya sekulerîzmê ye. Îslamê 1400
sal e azadî daye kêmneteweyan û dêrên wan parastine. Li Hewlêr, Enkawa, Şeqlawa
û Soranê, misilman û mesîhî ne tenê cîran bûn, lê tevlihev bûn. Mesela herî
mezin Hezretî Omer e ku ne naxwest di hundirê dêra Qudsê de nimêj bike, da ku
piştî wî misilman dest neynin ser mafê mesîhiyan.
Gulan Medya: Erkê zanyarên olî ji bo çandina giyanê niştimanperweriyê û
parastina qewara Herêma Kurdistanê çi ye?
Ehmed Balîsanî: Mamosteyên olî her dem pêşengên niştimanperweriyê bûne.
Helbestên "Qani'" û "Melayê Gewre" ji bo vê bes in. Mixabin niha Kurdistan bi
destê zêdebûna hizban ve dinalîne û her yek dixwaze yê din ji holê rake. Di şerê
navxweyî de dema mamosteyan dixwest aştiyê bikin, siyasetmedaran digotin: "Ev
siyaset e, karê we nîne." Nebûna bingeheke exlaqî û fikrî ya xurt (bêmebdeî)
bûye sedem ku Kurd di karwana xwe ya neteweyî de negehîje serkeftina tam.
