Christopher Fettweis, zanyarê siyasî li Zanîngeha Tulane ji bo Gulan: Cîhan gav avêtiye nav qonaxeke metirsîdar û nedilniyayî zêdetir balê bi ser de dikêşe
Eşkere ye ku rewşa navçeya Rojhilata Navîn wekî her dem di qonaxeke aloz û
dijwar re derbas dibe. Tevî kêşe û qeyranên navxweyî yên ku welatên vê navçeyê
ber nadin, destwerdan û rikaberiya hêzên navçeyî û navdewletî jî welatên vê
navçeyê kirine qada yekalîkirina nakokiyên xwe. Ev yek bûye sedem ku merc û
rewş hîn dijwartir bibe, bi taybetî girjî û nakokiyên navbera Dewletên Yekbûyî
yên Amerîkayê û Îranê û geşedanên van demên dawî.
Ji bo gotûbêjkirina van pirsan û nirxandin û şirovekirina siyaseta niha ya
rêveberiya Serok Donald Trump li hember vê navçeyê, bi taybetî Îranê û çend
mijarên din ên pêwendîdar, Gulan hevpeyvînek ligel "Christopher Fettweis" encam
da. Ew zanayekî siyasî yê Amerîkî ye û profesorê zanistên siyasî ye li zankoya
Tulane. Bi awayekî giştî pispor û şarezayê têkiliyên derve yên Dewletên Yekbûyî
yên Amerîkayê ye. Her wiha mamosteyê çend warên girîng e mîna: Siyaseta derve ya
Amerîkayê, ewlehiya navdewletî, çekên komkuj û siyasat û stratejî. Di heman demê
de xwediyê çendîn pirtûk û lêkolînan e derbarê têkilî û siyaseta derve ya
Amerîkayê.
- Hûn di lêkolînên xwe de gumanê li ser wê grîmana belav dikin ku girêdayî
naseqamgiriya cîhanî û daketina hêza Amerîkayê ye. Gelo di niha de sîstema
navdewletî rûbirûyî metirsiyeke zêdetir dibe, yan ev ragihandin in ku vê
mijarê ji qebareya wê mezintir dikin?
- Ev pirseke pir baş e û xwezî min bizaniya. Tiştê ku mirov dikare di vê barê
de amaje pê bike ew e ku di van du salên dawî de şoreşek di warê şer û
derketina cengan de peyda bûye. Em hîn di destpêka têgihîştina van geşedan û
guhertinan de ne. Hûn li şerê Rûsya û Ukraynayê binerin, hûn ê bibînin ku
%90ê qurbaniyan ji ber êrîşên firokeyên bêfirokevan û dronan bûye. Di
rastiyê de ev şoreş bûye sedem ku hêzên piçûk bikarin li beramberî hêzên
mezin bisekinin. Di şerê navbera Îran û Amerîkayê de jî dron û moşekan
roleke wan hebû. Li vir mebesta min ew e ku ev yek ber bi aliyekî metirsîdar
ve diçe, ji ber ku niha welatên piçûk hene ku dikarin bi dronên erzan
rûbirûyî "Çîn"a mezin û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bibin. Ji bilî
mijara dronan, em dibînin ku Îranê serî li daxistina Tengava Hurmuzê jî
daye. Ez pê wa me ku hemû van geşedanan ji me re dibêjin ku em ber bi
cîhaneke metirsîdar ve gavan diavêjin; cîhanek ku hîn bêtir nenasî û
nediyarî (uncertainty) balê bi ser de dikêşe. Wekî min berê jî got,
em di destpêka fêmkirina vê pêvajoyê de ne.
- Hûn pir tekeziyê li ser pirsa tirsê dikin ku zêdetir ji gefên babetî
(objective threats) bûye paldera siyaseta derve ya welatan. Nexwe hûn li
rengvedana vê mijarê çawa denerin di siyaseta Rojavayî de, bi taybetî
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li hember Rojhilata Navîn bi giştî û Îran bi
taybetî?
- Di rastiyê de ez dikarim bêjim ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi hildana
vî şerî, ne tenê geşedan û xweşguzariya Rojavayê, lê belê cîhan jî xistiye
metirsiyê. Ji ber ku em bixwazin yan nexwazin, hîn jî cîhan pir pêdivî bi
neftê heye. Dema peydakirina neftê tûşî kêşeyan dibe, bihayên wê bi lez
bilind dibin. Nexwe ger Tengava Hurmuzê neyê vekirin, vê havînê dê kêşeyên
pir peyda bibin û çendîn pirsgirêkên mezin ên aborî serî hildin; ne tenê di
vê navçeyê de, lê li seranserê cîhanê. Ev jî nîşan dide ku mirov dikare bi
rêya daxistina vê tengavê hêz û bandoreke wisa bi kar bîne ku berê nehatibû
bîra kesî.
- Diyar e Tengava Hurmuzê girîngiyeke stratejîk a mezin heye, gelo hûn
pêşbîniya wê dikin ku rewş ber bi bilindbûneke zêdetir ve biçe? Gelo
hêzên Rojavayî, bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, fêm nekiribûn
ku ewlehiya vê rêya avî çiqasî sist û lerzok e?
- Di rastiyê de îhtîmala bilindbûna girjiyê heye. Di vê barê de, Serokê
Amerîkayê (Donald Trump) sê rê li ber hene: Yan razîbûn bi hemû daxwazên
Îranê, yan jî destpêkirina xebatên serbazî (operasyon). Rêya sêyem jî ew e
ku li benda geşedanan bimîne û rewşê bişopîne, ku van demên dawî rêya sêyem
girtiye ber û wê peyrew dike. Ez bawer nakim Trump bixwaze rewş ber bi
teqînê ve biçe, ji ber ku hilbijartin li pêş in û ger daketineke mezin a
aborî rû bide, dê bandoreke xirab li ser encamên partiya wî di hilbijartinan
de bike. Ev yek ji wan sedeman e ku naxwaze rewş aloz bibe. Ez pê wa me
Donald Trump dixwaze rêkeftinekê bike, lê naxwaze rêkeftineke wisa be ku
şirovekar bêjin ji ya sala 2015an (ya bi Îranê re hatibû kirin) xirabtir e.
Ji ber vê yekê min di destpêka bersiva xwe de got ku îhtîmal heye merc û
rewş ber bi bilindbûnê ve biçe. Ger şer dest pê bike, encamên wê yên aborî
li ser cîhanê dê giran û zehmet bin û Serok Trump jî vê yekê baş dizane. Di
heman demê de, ger em vê mijarê li ber çav bigirin, îhtîmal heye ku Amerîka
rêkeftinekê bike ku hinek tawîz (sazş) tê de hebe, lê piştre Donald Trump
hewl bide bi awayekî nîşan bide ku ev rêkeftineke baş û serkeftineke mezin
e, da ku peyrewên wî bawer bikin. Nexwe ev jî dibe ku rû bide.
- Nexwe hûn pê wa ne ku ew barê girjiyê yê li navçeya Rojhilata Navîn heye, dê
bibe sedema ji nû ve darastina sîstema cîhanî ya girêdayî aborî û enerjiyê?
- Ez pê wa me ev qeyran û girjî dê bibe sedem ku welat bi lez gavan biavêjin
ji bo dîtina alternatîfê neftê. Di rastiyê de, tenê alternatîfê demdirêj ku
wekî pêwîst bikare piştevaniya aboriyê bike, enerjiya nukleerî ye. Ez
nizanim çima heta niha em ewqasî li beramberî serlêdana ji bo enerjiya
nukleerî sekinîne, lê ez pê wa me ev rewş dê bîr û baweriya hinek dewletan
biguhere. Di rastiyê de çareseriya demdirêj ev e, her çend divê em bêjin di
demeke kurt de tu alternatîfek tune ye. Lê ew pirsa mezin a ku kes behsa wê
nake û heta niha bûye sedem ku bazara neftê rizgar bibe, ew e ku welatê Çînê
hawirdekirina neftê kêm kiriye. Ez ne piştrast im ka ev kar çawa kiriye û
guman dikim ku kes bi rastî vê yekê bizanibe. Yanî niha nêzîkî 4.5 mîlyon
bermîl kêmtir neftê hawirde dikin li beramberî beriya qeyranê. Di encamê de,
daxwaza cîhanî kêm bûye, lê di meha Tîrmehê de ev yedeka stratejîk dê vala
bibe û em pir nêzîkî dawiyê bûne; wê demê guşar li ser bihayên neftê dê pir
zêde bibe. Li vir pirs ew e: Gelo ev dê bibe sedem ku ji nû ve çav bi bazara
neftê de were gerandin? Dibe ku wisa be, ji ber ku wekî min got, ev
çareseriya demdirêj e, lê di demeke kurt de tu alternatîfekî din li ber
dest nîn e.
- Bi nêrîna we çi waneyek (ders) hebû di pêwendiya bi şer û krîzên Rojhilata
Navîn de, ku divabû Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ber çav bigirta di
reftara ligel vê qeyrana niha de?
- Di rastiyê de ev pirsek e ku bûye sedema nîgeraniya gelek kesan, mebesta min
gelek ji çavdêrên siyaseta derve ya Amerîkayê ye. Ji ber ku xuya nake me tu
wane ji tengavî û qeyranên berê girtibin. Me tu wane ji şerê Iraqê
negirtine, her wiha ji şerê Afganistanê jî. Ew bû ku di operasyonekê de
serokê welatê Venezuela "Maduro" hat revandin û me rêsa û yasayên xwe pêşêl
kirin. Revandina serok û serkirdeyên welatekî me bi asayî dît û me çendîn
dehsalên peyrewkirina yasa û rêsayan pêşêl kirin. Ji ber vê fêrnebûnê jî, me
encameke trajîk bi dest xistiye.
- Hûn gelek caran rexneyê lê digirin ka Amerîka çawa li gef û metirsiyan
denerê. Gelo hûn pê wa ne ku berteka (reaksiyona) stratejîk a ji radeyê
zêdetir li ser wê şêwaz û rêya ku niha Amerîka li hember qeyrana Kendavê
girtiye ber, tê bicîhanîn?
- Ew rast e ku di maweyê mehek û nîvên derbasbûyî de li Dewletên Yekbûyî yên
Amerîkayê, "Wezîrê Derve, Serok û Wezîrê Cengê yê vê welatî" hemû behsa çekê
nukleerî yê Îranê dikin û dibêjin ev metirsî û gefeke mezin e. Mebesta min
ew e ku hûn lê binerin; beriya ku Serokê Amerîkayê (Donald Trump) ber bi
Çînê ve biçe ji bo civîna lûtkeyê ligel serokê wî welatî, ragihand ku
xweşguzariya hemwelatiyên Amerîkayê ji bo wî ne di rêza yekem (ewlewiyet)
de ye, lê belê ew zêdetir nîgeran e derbarê bernameya atomî ya Îranê. Nexwe
ger ez bersiva pirsa we bidim, belê, ew zêdetir bi gurkirina tirsê dilîze.
