Kristian Coates Ulrichsen, lêkolînerê bilind ê karûbarên Rojhilata Navîn li Peymangeha Baker ji bo Gulan: Parastina hevsengiya di navbera cemserên navneteweyî de, stûna siyaseta derve ya welatên Kendavê ye ji bo parastina bijardeyên wan ên stratejîk.
Kristian Coates Ulrichsen, lêkolînerê bilind ê karûbarên Rojhilata Navîn li Peymangeha Baker ji bo Gulan: Parastina hevsengiya di navbera cemserên navneteweyî de, stûna siyaseta derve ya welatên Kendavê ye ji bo parastina bijardeyên wan ên stratejîk.
Profesor Dr. Kristian Coates Ulrichsen, lêkolînerê bilind ê karûbarên Rojhilata Navîn e li Peymangeha «Baker ji bo Siyaseta Giştî li Zanîngeha Rice», her wiha hevserokê Komara Enerjiyê ya Rojhilata Navîn e. Berê wekî analîstê bilind li Navenda Kendavê ji bo Lêkolînên Stratejîk û hevserokê Bernameya Kuweytê ji bo Geşepêdan û Hikûmetdariyê li Dibistana Aboriyê ya Londonê (LSE) kar kiriye. Ji bo ronîkirina guhertinên siyaseta derve ya welatên Kendavê li hemberî derdora wan û geşbûna têkiliyên wan ên aborî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, me çend pirs arasteyî wî kirin.
Gulan: Di lêkolînên xwe de we gelek caran şiroveya pêgeha guherbar û pêşketina welatên Kendavê di nav sîstema navneteweyî de kiriye. Di vê demê de ku hevrikiya stratejîk di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Çînê de dijwartir bûye, gelo hûn pê werne ku welatên Kendavê dikarin di stratejiya «parastina hevsengiyê di navbera zilhêzan de» berdewam bin, an dê di dawiyê de neçar bimînin ku bi eşkereyî xwe ligel yek ji cemseran yekalî bikin?
Kristian Coates Ulrichsen: Welatên Kendavê jêhatîbûneke bêhempa û şiyaneke bilind di xwe-guncandin û danûstandina ligel wan guhertinan nîşan dane ku ber bi sîstemeke navneteweyî ya pir-cemserî ve diçin. Di vê çarçoveyê de, ez bawer dikim ku ji bo paşerojeke nêzîk, stratejiya «parastina hevsengiyê» wekî stûneke sereke û neguher a siyaseta wan a derve dimîne. Her çend ji bo gelek dehsalan DYA wekî yekane hêza derveyî ya serdest û bêrikaber di navçeya Kendavê de bû, lê di niha de welatên navçeyê di nav jîngehekê de gav diavêjin ku tê de asoya hevkariyên wan ên aborî, teknolojî û siyasî bi vî rengî berfireh bûye ku sînorên Washingtonê derbas kiriye. Bo nimûne, di demekê de ku Çîn bûye mezintirîn hevparê bazirganî ji bo piraniya aboriyên Kendavê, Amerîka hîn jî wekî hevpeyman û hevparê sereke yê serbazî û ewlehî di pêgeha xwe de maye.
Di vê hevkêşeyê de, hikûmetên Kendavê li şûna ku neçar bin yek ji cemseran li ser hesabê yê din hilbijêrin, hewldaneke biaqilane dane ji bo jihevveqetandin û dabeşkirina warên têkiliyên xwe ligel van her du zilhêzan. Ji aliyekî ve, têkiliyên xwe yên ewlehî û berevaniyê bi tundî bi Amerîkayê ve girê dane, ji aliyê din ve jî, di kûrkirina hevkariyên xwe yên aborî û teknolojî de ligel Çînê berdewam in. Ev gav bi eşkereyî nîşana dîtineke pragmatîk û rasteqîn in, ku serxwebûna di biryardana siyasî û hîştina nermbûnê dixe ser serê her tiştî. Bi taybetî navendên biryardanê li Riyad, Ebû Zebî û Deuhayê, bi kûrî di vê rastiyê de digihin ku têkelbûn û nêzîkbûna zêde ji her yek ji van zilhêzan, di dawiyê de dibe sedema sînordarkirina bijardeyên wan ên stratejîk.
Bêguman, mayîn û berdewambûna vê stratejiya parastina hevsengiyê, di pileya yekem de bi rê û arasteya hevrikiyên navbera DYA û Çînê ve girêdayî ye. Ger hevrikî û nakokiyên jeopolîtîk ên navbera wan her du zilhêzan tundtir bibin, wê demê zextên li ser welatên piçûk ji bo yekalîkirina helwesta wan zêdetir dibin, lê ji bo qonaxa niha, welatên Kendavê dixwazin qadeke berfireh ji bo manovra xwe ya siyasî bihêlin.
Gulan: Di niha de axaftinek zêde heye derbarê îhtîmala kêmkirina pabendbûna Amerîka bi ewlehiya Kendavê ve. Ji nêrîna we ve, gelo welatên Kendavê dest bi pirskirina vê yekê kirine ku gelo Amerîka dê wekî «garantorê sereke yê ewlehiya navçeyê» bimîne? Gelo ji ber vê sedemê li pey hevparên ewlehî yên nû an alternatîfên stratejîk digerin?
Kristian Coates Ulrichsen: Guhertineke berçav di dîtina hikûmetên Kendavê de li hember hevparên ewlehî tê dîtin. Her çend Amerîka bi rêya bingehên serbazî û peymanên berevaniyê hîn jî stûneke bihêz a ewlehiya navçeyê ye, lê bûyerên dehsala borî, bi taybetî nîqaşên Washingtonê ji bo kêmkirina hêzên xwe li Rojhilata Navîn, wiha kiriye ku serokên Kendavê pêdaçûnê bi wê fikrê de bikin ku amadehiya Amerîka herdemî û neguher e.
Bêguman ev nayê wateya destberdarbûna ji Washingtonê, belku hewldanek e bo dîtina hevparên temamker. Di vê çarçoveyê de, welatên Kendavê hevkariyên xwe yên berevaniyê ligel welatên wekî Brîtanya û Fransayê berfirehtir kirine, her wiha veberhênaneke mezin jî ji bo pêşxistina şiyanên serbazî yên navxweyî dikin. Armanc jî pirrengkirina çavkaniyên hêzê û bihêzkirina berxwedana stratejîk e.
Gulan: Di pirtûka xwe de, «Navendên Desthilatê», hûn şiroveya komkirina desthilatê li cem serokan li şûna saziyan li welatên wekî Siûdiye û Îmaratê dikin. Gelo ev modela nû ya hikûmetdariyê, çi metirsiyekê li ser aramiya wan a demdirêj çêdike?
Kristian Coates Ulrichsen: Di pirtûka «Navendên Desthilatê» de, min nirxandin ji bo wê nakokiya navbera hikûmetdariya saziyî û yekdestkirina desthilatê ji aliyê kesan ve kiriye. Niha li piraniya sîstemên padîşahî yên Kendavê, bi taybetî li Siûdiye û Îmaratê, desthilat û proseya biryardanê bi şêweyekî berçav navendî bûye û di destê serokên bilind û xelekek pir teng de hatiye komkirin. Bêguman xala erênî ya vê sîstemê lezatiya di biryardan û cîbicîkirina siyasetan de ye.
Lê belê, komkirina desthilatê bi vî rengî metirsiyên mezin jî hene. Dema çarenûsa biryara siyasî tenê bi çend kesan ve girêdayî be, dewlet zûtir bi metirsiya şaşiyên stratejîk an guhertinên ji nişka ve re rûbirû dibe. Ji bo misogerkirina aramiya demdirêj, pêwîstî bi hevsengiyekê heye di navbera serokatiya çalak û avakirina saziyên niştimanî yên qahîm de, da ku piştî nemana serokan jî saziyîbûn berdewam bibe.
Gulan: Projeyên mezin ên Mihemed bin Selman, wekî "Vîzyona 2030" û "NEOM", heta çi radeyê gavên rasteqîn in ji bo qonaxa piştî petrolê? Gelo wekî amrazek ji bo çespandina desthilata siyasî û şerî'eta navxweyî jî tên bikaranîn?
Kristian Coates Ulrichsen: Vîzyona 2030, bêguman yek ji hewldanên herî wêrek ên navçeyê ye ji bo ji nû ve darêtina pêkhateya aborî. Siûdiye rûbirûyî kêşeyeke kûr a pêkhateyî dibe; ji aliyekî ve neçar e piştabestina bi petrolê kêm bike, ji aliyê din ve jî pêwîst e derfeta kar ji bo nifşê ciwan peyda bike. Armanca van destpêşxeriyan, veberhênan e di warên geştiyarî, teknolojî û lojîstîk de da ku aborî ji petrolê rizgar bibe.
Ji aliyê din ve, projeyên wekî NEOM xwedî rehendek siyasî ne jî. Werçerxana aborî bi tundî bi pirsa şerî'et û têkiliyên desthilat û civakê ve girêdayî ye. Serokatiya Siûdiyê bi rêya nûjenkirin û geşepêdanê, hewl dide piştgiriya cemawer bi dest bixe û gotara "Siûdiyeya Nû" bi hêz bike.
Gulan: Gelo Îmarat dê li ser stratejiya xwe ya êrîşber wekî «Spartaya Piçûk» berdewam be, an di van salên dawî de şêwazê karê xwe ber bi hêdarkirina rageşiyan û asayîkirina têkiliyan guhertiye?
Kristian Coates Ulrichsen: Navê «Spartaya Piçûk» nîşana qonaxekê bû di nîvê salên 2010an de, dema Ebû Zebî siyaseteke derve ya êrîşber dimeşand (wek li Yemen û Lîbyayê). Lê di van demên dawî de, em dibînin ku Îmarat ber bi hevkariya aborî û hêdarkirina nakokiyan ve diçe. Asayîkirina têkiliyan bi Îran û Tirkiyeyê re, nîşana vegera ber bi stratejiyeke rasteqîn a navçeyî ye ku zêdetir arasteyeke aborî heye.
Gulan: Gelo bilindbûna dahata petrolê nabe sedema ku welatên Kendavê zêdetir pişta xwe bi enerjiyê girê bidin û xwesteka wan ji bo çaksaziyên aborî xav bibe?
Kristian Coates Ulrichsen: Ev "paradoksek" e. Ji aliyekî ve dahata zêde dihêle ku hikûmet veberhênanên mezin di projeyên aborî de bikin, lê ji aliyê din ve zexta ji bo çaksaziyên bilez kêm dike. Di dîrokê de gava nirxê petrolê bilind bûye, proseyên pirrengkirina aborî sîst bûne. Lê belê niha hişmendiya biryarderên Kendavê bilindtir e û dizanin ku petrol herdemî nîne.
Gulan: Gelo dewletên Kendavê, Iraqê wekî beşek ji sîstema ewlehiya navçeyî dibînin, an tenê wekî herêmeke tampon ji bo rûbirûbûna hejmoniya Îranê lê dinêrin?
Kristian Coates Ulrichsen: Têkiliyên Kendavê bi Iraqê re werçerxaneke mezin ditiye. Aliyê aborî bûye navenda vê têkiliyê. Hikûmetên Kendavê bi çrî hewl didin veberhênanê li Bexda û Herêma Kurdistanê bikin. Iraq wekî cemserê aborî û derfeta geşepêdanê tê dîtin. Di heman demê de, bihêzkirina têkiliyan bi Iraqê re, amrazek e ji bo parastina hevsengiya navçeyî da ku Iraq tenê di bin bandora Îranê de nemîne. Lewma Iraq wekî hevparê aborî û jumbageke giring di sîstema ewlehiyê de tê dîtin.
Gulan: Di dawiyê de, ji bo dehsala bê, gelo zextên civakî yên navxweyî wekî nerazîbûna ciwanan, an qelsiyên aborî dê bi çi rengî bin?
Kristian Coates Ulrichsen: Wusa diyar e ku mezintirîn astengî ji encama gihîştina zextên navxweyî û derveyî bi hev re çêdibin. Welatên Kendavê xwedî civakeke ciwan in; daxwazên wan ji bo kar û beşdariyê di guhertinê de ne. Ji ber vê yekê, pirrengkirina aborî ne tenê ji bo xezîneyê ye, belku ji bo parastina aramiya civakî ye jî. Di dawiyê de, manewiyeta sîstemên siyasî yên Kendavê bi wê ve girêdayî ye ku ka çiqas dikarin bi jêhatîbûn aboriya xwe biguherînin û di navbera yekrêziya navxweyî û aloziyên cîhanî de hevsengiyê biparêzin.
