Aydin Marûf, Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan li Herêma Kurdistanê ji bo Gulan: Cenabê Serok Barzanî her dem piştgiriya pêkvejiyana aştiyane ya netewe, ol û mezheban kiriye
Aydin Marûf, Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan li Herêma Kurdistanê ji bo Gulan: Cenabê Serok Barzanî her dem piştgiriya pêkvejiyana aştiyane ya netewe, ol û mezheban kiriye
Serok Mesûd Barzanî di dema nivîsandina destûra herdemî ya Iraqê de, parêzvan û piştgirekî sersehxt û tam yê mafên netewe û pêkhateyan bû.
Rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokê Kabineya Nehem, bi damezrandina wezaretekî nû di kabineya xwe de îspat kir ku ew kesayetiyekî karîzmatîk e ji bo piştgiriya pêkvejiyanê li Kurdistanê.
Ew îdareya ku niha li Kerkûkê heye wekî pêwîst nîn e; divê îdareyeke hevbeş di navbera pêkhateyan de hebe.
Li Herêma Kurdistanê, di dema kevin û nû de, pêkvejiyana netewe, ol û mezheban bûye bingeh û baweriyeke serkeftî. Ev yek li ser bingeha cîbicîkirin û bawerîanîna bi rêbaza Barzanî hatiye avakirin. Piştî avabûna Hikûmet û Perlemana Kurdistanê, bi piştgirî û parastina Cenabê Serok Mesûd Barzanî, ev pêkvejiyan gihîştiye qonaxeke pir mezin û pêşkeftî ku niha li seranserê herêmê û cîhanê wekî mînakeke serkeftî tê nîşandan. Ji bo hûrguliyên zêdetir, kovara Gulan dîtinek bi Aydin Marûf, Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan re encam da.
Gulan: Hûn hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybetî yên Cenabê Serok Barzanî ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê çawa dibînin?
Aydin Marûf: Rojhilata Navîn herêmeke girîng e. Ger li welatekî vê herêmê pirsgirêk hebe, bandorê li ser hemû welatên din dike. Ev rastiya Rojhilata Navîn e. Li vir, rola Cenabê Mesûd Barzanî pir girîng e; cihê şanaziyê ye ku her dem xwedî roleke erênî bûye. Cenabê Serok Barzanî her dem piştgirê pêkvejiyan û aştiyê bûye. Ez wî wekî sembola pêkvejiyan û aştiyê li Iraq, Herêma Kurdistanê û tevahiya herêmê dibînim. Niha ku li Tirkiyeyê pêvajoyek bi navê aştiyê heye — ku armanca wê ne tenê Tirkiye, lê avakirina herêmek bê teror û bi aştî ye — ev pêvajo gihîştiye qonaxeke baş. Ev yek dê bandoreke rasterast û erênî li ser aştî û pêkvejiyana herêmê bike. Divê em zanibin ku Tirkiye welatekî girîng e û di van salên dawî de bêtir piştgiriya pêkvejiyana neteweyan dike. Di navbera Hewlêr û Enqereyê de têkiliyên pir baş ên siyasî, dîplomatîk, çandî û bazirganî hene. Rola Hewlêrê niha ji her demê zêdetir e da ku ev pêvajo bibe sedema aramî û aştiyê.
Gulan: Rola Cenabê Serok Barzanî di çareserkirina kêşeyên navbera HSD û hikûmeta nû ya Sûriyeyê de çawa dinirxînin?
Aydin Marûf: Ez her dem dibêjim ku hebûna Cenabê Serok Mesûd Barzanî şansek e ji bo Iraq, Herêma Kurdistanê û herêmê jî. Ew kesayetiyekî siyasî yê karîzmatîk û bibandor e, di heman demê de mirovekî pir mutewazi ye. Ew her dem piştgirê aştî û qenciyê ye di navbera ol û neteweyên cuda de. Ji ber wê, rola wî di çareserkirina kêşeyên navbera HSD û Sûriyeyê de diyarker û pir bilind e.
Gulan: Barûdoxa Kerkûkê, bi taybetî ji aliyê pêkvejiyana pêkhateyan û rewşa Tirkmenan ve çawa dibînin?
Aydin Marûf: Rewşa pêkvejiyanê li Kerkûkê wekî pêwîst nîn e. Kerkûk bajarekî girîng e ku Kurd, Tirkmen, Ereb û Krîstiyan tê de bi sedsalan bi hev re jiyane. Divê Kerkûk bibe bajarê biratî û pêkvejiyanê. Ji bo vê jî pêdivî bi îdareyeke hevbeş heye ku mafê hemû neteweyan biparêze. Mixabin niha li Kerkûkê neheqî li neteweya Tirkmen tê kirin. Divê li Kerkûkê siyaseteke dadperwerane hebe. Tirkmen, Kurd, Ereb û Keldanî-Suryanî-Aşûrî divê di îdare û birêvebirinê de bi awayekî çalak beşdar bin da ku pêkvejiyaneke bihêz ava bibe.
Gulan: Rola Serok Barzanî di çespandina mafên Tirkmenan di destûra Iraqê de çawa bû?
Aydin Marûf: Di dema nivîsandina destûra Iraqê de, rola Cenabê Serok Mesûd Barzanî pir diyar û erênî bû, bi taybetî ji bo çespandina mafên pêkhateyan û neteweya Tirkmen. Divê em şahidiya wê bikin ku ger Cenabê Serok di wê pêvajoyê de amade neba, dibe ku em wekî neteweya Tirkmen negihîştana maf û berjewendiyên xwe yên destûrî.
Gulan: Di nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê de, hûn piştgiriya Serok Barzanî ji bo mafên pêkhateyan çawa dibînin?
Aydin Marûf: Em dixwazin di destûra Herêma Kurdistanê de mafên Tirkmen û pêkhateyan bêtir bên çespandin. Niha li Kurdistanê pêkvejiyaneke baş heye û PDK piştgiriyeke mezin dide vê dozê. Cenabê Serok Barzanî bi xwe pir rijdbûn û girîngiyê dide vê mijarê. Ez her dem dibêjim ku ew remza pêkvejiyana neteweyan e. Em piştrast in ku di destûra nû ya Herêma Kurdistanê de mafên me dê bi temamî bên parastin.
Gulan: Di kabineya nehem de piştgiriya hikûmetê ji bo we çawa bû?
Aydin Marûf: Divê ez bêjim ku damezrandina wezaretekê ji bo karûbarên pêkhateyan bixwe piştgiriyeke pir mezin û nîşana niyeta pak a Rêzdar Mesrûr Barzanî bû. Vê gavê pêkvejiyan bir qonaxeke nû. Serokê Hikûmetê her dem piştgirê me bûye. Ji bo paşerojê jî, em dixwazin neteweya Tirkmen di kabineya dehem de di postên sîyadî (wek serokatiyan) û postên xizmetguzariyê de bi awayekî çalak beşdar bibe. Ev yek ji bo îstîqrara siyasî û dîplomatîk a Herêma Kurdistanê pir girîng e. Em her dem bi diyalogê re ne û aramî û ewlehiya Herêmê ji bo me di ser her tiştî re ye.
