Robert Mason, pisporê peywendiyên navneteweyî û karûbarên Kendavê ji bo Gulan: Eger Iraq saziyên xwe bi hêz neke, wê wekî qada şerê welatên din bimîne
Robert Mason, pisporê peywendiyên navneteweyî û karûbarên Kendavê ji bo Gulan:
Eger Iraq saziyên xwe bi hêz neke, wê wekî qada şerê welatên din bimîne
Iraq di navçeyekê de ye ku her tim di bin bandora hevrikiyên jeopolîtîk ên mezin
de ye. Di demekê de ku bargirjiyên Geroava Hurmuzê û nediyariyên ewlehiyê roj bi
roj zêdetir dibin, pirsa sereke ew e: gelo welatên Kendavê dê çawa hevsengiya di
navbera ewlehî, geşepêdana aborî û hevpeymaniyên xwe yên stratejîk de biparêzin?
Di vê hevpeyvînê de, Dr. Robert Mason, lêkolîner li Enstîtuya Dewletên Erebî yên
Kendavê li Washingtonê û pisporê peywendiyên navneteweyî, li ser bandorên krîza
Geroava Hurmuzê, paşeroja hevpeymaniyan, pêgeha Siûdî û Îmaratê û her wiha rol û
paşeroja Iraqê, nêrîn û analîzên xwe pêşkêş dike. Bi baweriya wî, eger Iraq
saziyên xwe bi hêz neke û aboriya xwe cihêreng (diversify) neke, metirsiya wê
yekê heye bibe qada hevrikiya welatên din, ne bibe pirek bo nêzîkkirina
peywendiyan.
- Pirs: Di pirtûka we de bi navê «Siûdî û Îmarat: Siyaseta Derve û
Hevpeymaniyên Stratejîk di Cîhaneke bi Nediyarî de», we bal kişandiye ser
wê yekê ku van her du welatan bi bikaranîna «dîplomasiya aborî» û tora
peywendiyan, hewl dane serxwebûna xwe ya stratejîk bi dest bixin. Bi
berçavgirtina alozî û pêşhatên niha yên Geroava Hurmuzê, gelo ev rêbaz karî
van welatan bixe rewşekê ku li beramberî metirsiyan bisekinin, an krîza niha
nîşan da ku ev rêrewa wan nekarî armancên wan bi cih bîne?
- Robert Mason: Ez ligel beşa dawî ya pirsiyara we hevrayê me, lê divê em vê
jî li ber çavan bigirin ku cudahî di navbera dewletdarî û wan siyasetan de
heye ku ji bo danûstandina ligel hêzên mezin têne girtin. Bargirjiya niha
nîşan dide ku hewlên welatên Kendavê bo cihêrengkirina hevbeşiyên wan û
berfirehkirina amrazên aborî di warê dewletdariyê de, bûne sedem ku ew di
rewşeke baştir de bin, her çend nekarîne bi yekcarî lawaziyan ji holê rakin.
Danûstandinên aborî yên Îmaratê ligel hevbeşên navneteweyî ne tenê xizmeta
armancên bazirganî dike, belku dikare bibe sedema baştirkirina pîşesaziya
berevaniyê jî. Bi heman awayî bikaranîna sindûqên serwerî (Sovereign wealth
funds) şiyanên wan di dema dirêj de dabîn dike. Lê belê, krîza Geroava
Hurmuzê nîşanî me da ku xwe-parastina van welatan nebûye sedem ku bi temamî
ji metirsiyên ewlehiyê yên girêdayî cografyayê dûr bin.
- Pirs: Di cîhaneke ku ber bi pircemseriyê ve diçe, welatên Kendavê hewl didin
bibin "hêzên navîn" (middle powers). Lê dema kêşeyên ewlehiyê tora aborî û
lojîstîkî lawaz dikin, ev stratejî heta çi radeyê dikeve metirsiyê?
- Di krîzên borî de, wekî krîza darayî ya 2008an, welatên Kendavê karîn alozî
bikin derfet bi rêya berfirehkirina veberhênanê. Lê krîza niha cuda ye, ji
ber ku rasterast bandorê li warê bazirganî, enerjî û torên lojîstîkî dike ku
bingeha desthilata welatên Kendavê ne. Lewma meseleya sereke xurtkirina
xweragriyê ye. Niha hewlên zêdetir hene bo hênikkirina rewşê û dîtina rêyên
alternatîf. Serkeftina van welatan wekî hêza navîn bi wê ve girêdayî ye ka
dê çiqas bi zûyî xwe ligel rastiya nû ya jeopolîtîk û bazirganî biguncînin.
- Pirs: Gelo em dikarin pêşbînî bikin ku welatên Kendavê pêşîniyên siyaseta
xwe ya derve biguherin û zêdetir bala xwe bidin ser ewlehiya aborî û
enerjiyê li navxwe de, eger krîza Geroava Hurmuzê berdewam bike?
- Divê em zanibin ku berê welatekî wekî Erebistana Siûdî bala xwe dabû ser
geşepêdana navxweyî bi rêya "Vîzyona 2030". Derbarê Îmaratê de, ku modela
wê ya geşepêdanê li ser torên bazirganiya cîhanî ava bûye, paşvekişîna ji
vê rêyê ne mumkun e. Lewma li şûna guherîna pêşîniyan, dê hewl bidin rêyên
bazirganiyê biparêzin û hevbeşiyên xwe yên derve kûrtir bikin. Ewlehiya
navxwe û hevbeşiya derve ne dijî hev in, belku hevdu temam dikin.
- Pirs: Wekî eşkere ye Siûdî û Îmarat veberhênanek mezin kirine daku bibin
navendên lojîstîkî û teknolojîk. Gelo krîza niha van armancan leztir dike an
lawaziya wan a jeopolîtîk nîşan dide?
- Ev krîz hem hêz û hem lawaziya stratejiya Kendavê nîşan da. Siûdî û Îmarat
girîngiyek bingehîn ji bo bazirganî û enerjiya navçeyê hene. Her çend Siûdî
bi rêya Deryaya Sor ve xwedî vebijarkên zêdetir e. Serkeftina van navendan
bi şiyana wan a li hember fişarên jeopolîtîk ve girêdayî ye.
- Pirs: Gelo krîza niha nêrîna serkirdeyên Kendavê guherandiye derbarê
piştrastbûna bi hevpeymaniya Amerîkayê, bi taybetî li hember welatên wekî
Çîn û Hindistanê?
- Belê, ev guherîn beriya vê krîzê jî dest pê kiribû. Di deh salên borî de
derbarê pabendbûna Amerîkayê bi parastina navçeyê nîgeranî çêbûn. Vê yekê
welatên Kendavê handan ku hevbeşên xwe cihêreng bikin û peywendiyan ligel
Çîn û Hindistanê xurt bikin. Lê belê, hîna ti alternatîfekî guncaw bo
Amerîkayê di warê ewlehiya Kendavê de nîne. Ev cihêrengkirin dibe ku bibe
temamkerê hevpeymaniya bi Amerîkayê re di warên nû de mîna AI (Zîrekiya
Destkird) û teknolojiyê.
- Pirs: Di niha de tê gotin peywendiya Siûdî û Îmaratê hem hevpeymanî ye û hem
rikaberiya herêmî ye. Gelo Rîyad û Ebûzebî dê hevkariya xwe kûrtir bikin an
hevrikiya wan zêdetir dibe?
- Çendîn mijarên hevbeş di warê aborî û ewlehiyê de hene. Ewlehiya hevbeş li
hember gefan wan bi hev ve girê dide. Lê mijarên mîna vekişîna Îmaratê ji
OPECP-ê (OPEC) dikare bargirjiyê çêbike. Lê bi giştî, rewşa herêmê ber bi
hevkariyê ve diçe.
- Pirs: Hinek analîst dibêjin navçeya Kendavê ketiye qonaxa "piştî hegemoniya
Amerîkayê". Di deh salên bê de hûn li benda çi pergalekê ne?
- Hîna zû ye em behsa pergalek ewlehiyê ya nû bikin, ji ber ku hîna di navbera
gêmekaran (actors) de bawerî nîne û guftûgoyên Amerîka-Îran encamek nedane.
Di deh salên bê de, em li benda guherînek bingehîn nînin, belku li benda
proseya hêdî ya avakirina baweriyê ne di warê ewlehiya deryayî de. Krîza
Hurmuzê nîşan dide ku şiyanên hêzên derve (di nav de Amerîka) ji bo
dabînkirina aramiya herêmê hinekî sînordar in.
- Pirs: Girîngtirîn xala werçerxanê (turning point) ku krîza Hurmuzê çêkiribe
çi ye?
- Ez bawer dikim girîngtirîn encam lawazbûna "mekanîzmaya rêgiriyê"
(deterrence) ye. Aloziyên nav-bi-nav êdî bûne tiştekî asayî. Ev rewş dê
welatên Kendavê neçar bike ku zêdetir bala xwe bidin ser dîplomasî û
îdarekirina krîzan, ne tenê pişta xwe bi hevsengiya serbazî girê bidin.
- Pirs: Iraq li herêmê pêgehek taybet heye. Gelo Iraq dibe navendek bo
navbeynkariyê an ew ê bibe qurbaniya hevrikiyan?
- Iraq rolek girîng di asayîkirina peywendiyên Siûdî û Îranê de lîst. Iraq
dikare bibe navendek bo diyalogê. Lê dabeşbûna navxweyî û bargirjiya
Amerîka-Îsraîl li hember Îranê, qada manovrayê ji bo Bexdayê teng dike.
Eger Iraq saziyên xwe bi hêz neke û aboriya xwe cihêreng neke, ew ê bibe
qada şerê welatên din, ne bibe pirek bo peywendiyan.
