Dr. Celal Ehmed, endamê Bazneya Gotûbêjê: Nikaribe mirov bûyer û ezmûna raborî ya partiyan a bi hev re paşguh bike, ku hêj sîbera wan winda nebûye
Dr. Celal Ehmed, endamê Bazneya Gotûbêjê: Nikaribe mirov bûyer û ezmûna raborî
ya partiyan a bi hev re paşguh bike, ku hêj sîbera wan winda nebûye
Gulan Medya 26ê Hezîrana 2026an Rapor
Dr. Celal Ehmed, endamê Bazneya Gotûbêjê ye, civaknas e û mamoste ye li
Zanîngeha Selahedîn. Di gotûbêja vê carê ya «Bazneya Gotûbêjê» de (Pêvajoya
siyasî li Herêma Kurdistanê û astengiyên wê), bi vî rengî dîtin û nêrînên xwe
anîn ziman:
Axaftin li ser astengiyên pêvajoya siyasî li Herêma Kurdistanê, hevterîb e bi
raberbûna vê pirsê re: Gelo Herêma Kurdistanê ketiye ser nexşerêya geşesendina
siyasî? Geşesendina siyasî di çi astê de ye û ew arasteyên ku di paşerojê de li
ber wê vekirî ne çi ne?
Eşkere ye ku hevşonî guherîna nexşeya siyasî ya herêmê û di çarçoveya tevgera
rizgarixwazî û xebata neteweyî de, cureyek ji geşesendina siyasî li seranserî
Kurdistanê dest pê kir. Bi hildana Şoreşa Îlonê re heta radeyekî baş çû pêş, ku
herî dawî bi Raperîna sala 1991ê re, pêvajoya siyasî tekanek (gav) mezin avêt;
bi wê yekê ku destpêkek ji bo xebata medenî hat afirandin û piştî encamdana
hilbijartinan, Perleman û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji dayik bûn. Gel jî
hêviyên mezin li ser van destkeftan ava kirin, lê pir zû xwe li beramberî
astengiyên mezin dîtin. Bi wî manayî, Başûrê Kurdistanê ji aliyê pêvajoya siyasî
ve gavên baş avêtin û geşesendineke baş pêk hat, lê di nav gelek beraz û nişîvan
re derbas bû. Carinan pêvajo baş diçû pêş, lê di hinek qonax û rûdanan de gelek
paşketin (paşekşê) kir. Tu carî jî bi qasî niha asê (stagnant) nebûye. Li ba
min, tevî nîgeraniyan jî, ev asêbûna niha çêtir e ji wê ya ku di hinek qonaxên
raborî de nakokî û hevrikiyên gihîştine asta pevçûn û bikaranîna hêza leşkerî.
Derbarê astengiyên li ber pêvajoya siyasî li Herêmê, nikaribe mirov bûyer û
ezmûna raborî ya partiyan a bi hev re paşguh bike, ku hêj jî sîbera (taramayên)
wan winda nebûye. Ezmûn û pêşiyeke tijî hevrikî û pevçûnên westêner, bêbawerî û
wêneyekî neyînî (negatîf) li ba partiyan li hemberî hev ava kiriye, ku mixabin
wekî pêdivî nekarîne jê derbas bibin û qonaxeke nû ya pêkvejiyan û karkirina
siyasî dest pê bikin. Ev hevrikî wekî astengek li ber pêvajoya siyasî, her çend
heta berî Raperînê kêm-zêde cureyek hevrikiya îdeolojîk bû di navbera partiyan
de li ser wê yê ku pirsgirêk çi ne û چawa tên çareserkirin; lê niha hevrikî
guherîne bo sepandina serdestî û nifûza siyasî, leşkerî û aborî. Bi gotina "Max
Weber", hinek kesan partî li ba xwe kirine wekî kompanya!
Ev rewşa nebaş zayenda çand û civakekê ye ku hêj wekî pêdivî zemîna jiyana
medenî û siyasetkirinê di çarçoveya saziyan (institutions) de tê de nehatiye
afirandin, ku ev bixwe jî astengeke din e li ber pêvajoya siyasî li Herêma
Kurdistanê. Li şûna pêşxistina çandeke siyasî ya vekirî û serdemî ku bi guherîn
û rûdanên vê serdemê re bigunce, meyla ber bi êl, hoz, herêmgerî û bîra teng a
partîtiyê zêdetir geş bûye. Bi vî sedemî jî meyla ber bi netewe û nîştiman û
xemxwarî ji bo pirsên çarenivîssaz paş de çûne. Mixabin kolana kurdî niha li ser
eniyên nakok hatiye dabeşkirin, û ji ber vê yekê jî piralîbûna gotaran li ser
hesabê xalên hevbeş, zerereke mezin dane pêvajoya siyasî. Bi wî manayî, pirbûn
(plurality) di nebûna çandeke siyasî ya vekirî û medenî de, ziyanên wê zêdetir
in. Civîna hemûyan di bin yek nav û eniyeke neteweyî û nîştimanî de, pêvajoya
siyasî ji vê asêbûnê rizgar dike û eşkere dibe ka kî sedema şikest û paşketinan
e.
Astengeke din ew e ku saziyên yasayî, dadwerî û rêveber (executive), wekî pêdivî
ne xwedî kesayetiyeke manewî ya wisa ne ku serwer bin û baweriya bi wan di
asteke bilind de be. Sedema sereke ya vê yekê jî serdestiya nifûza partiyan a
nakok e di nav saziyan de li ser hesabê berjewendiya giştî û pirsên neteweyî û
nîştimanî yên çarenivîssaz.
Hejmarek astengiyên derve jî hene, ku hinek ji wan herêmî û hinek jî navdewletî
ne. Kes nikare înkar bike ku welatên derdorê her dem wekî bombeyeke dembarkirî
li Herêmê dinêrin û bawer dikin ku îstîkrar û her geşepêdaneke siyasî û aborî,
di paşerojê de wan jî bi rûbirûbûnek (challenge) mezin re rûbirû dike. Her wiha
kurdên wan welatan jî dê zemîneke baştir ji bo daxwazkirin û bidestxistina mafên
xwe bibînin, lewma bi tu awayî bi hebûna herêmeke wekî Herێma Kurdistanê dilxweş
nîn in. Helwest û piştgiriya Tirkiye û Îranê di dema şerê navxweyî de û
geşkirina agirê şer, û helwesta wan a li hemberî Referandumê û dron û mûşekên
Îranê û birîkarên wan di van demên dawî de li ser Herêmê, baştirîn belge ne ku
ew welat ji hebûn û maneweya Herêmê çiqas aciz in, û berdewamiya vê rewşê û
perçebûna me pir xizmeta berjewendiyên wan dike.
Astengeke din ew e ku piştgiriyên welatên navdewletî jî, bi taybetî Amerîka û
welatên Rojava, girêdayî berjewendiyên siyasî û aborî yên wan welatan e.
Dixwazim bêjim hewlên wan ne cidî ne, lê belê dixwazin demê bikujin û çiqasî
berjewendiya welatên herêmê ji bo berjewendiyên wan girîng e, ewqasî ji bo wan
ne girîng e ka pêkhateyên bêbeşkirî yên vê herêmê çi bi serê wan tê û di
paşerojê de rûbirûyî çi rewşekê dibin. Mijar hemû ragirtina balans û îdarekirina
krîzan e ji bo parastina berjewendiyên xwe yên bilind û dûrmewda. Di şerê
Amerîka û Îranê de, Trump çendîn caran hewl da kurdan wekî kartekî fişarê nîşanî
wî welatî bide. Bêguman ev ji bo paşeroja têkiliyên kurdan û wî welatî bi başî
naşkêtewe. Êdî Îran çawa bi birêveçûna baş a pêvajoya siyasî li Herêmê dilxweş
dibe?
Derbarê arasteya çaverêkirî ya pêvajoya siyasî li Herêmê, rast e hemû îhtîmal
vekirî ne, lê heger partiyên deselatdar bi lojîkek nû û bi zelalî bikevin
gotûbêjê û dest ji beşek ji destkeftên xwe yên taybet berdin, hingê em dikarin
qutbûnekê li gel rûdanên nexwestî yên raborî de çêbikin. Baştirîn karê ku em
bikarin bikin, danîna meqsed û postên partîtiyê ye li derveyî saziyan, ev jî da
ku siza û xelat (reward) kar pê were kirin. Hêzên ewlehî û leşkerî bi fîîlî di
bin sîwana wezaretên peywendîdar de werin komkirin. Îraq di bin fişara Amerîkayê
de bi emelî dest bi vê karî kariyê. Heger em jî xwe neleqînin (nekevin tevgerê),
bacên wê dê pir giran bin.
