• Sunday, 21 June 2026
logo

Joseph Kechichian, pisporê karûbarên Kendavê ji bo Gulan: Atîfeta li Iraqê ew e ku dê çawa dewlemendiya welat ji bo aramiya navxweyî bête bikaranîn

Joseph Kechichian, pisporê karûbarên Kendavê ji bo Gulan: Atîfeta li Iraqê ew e ku dê çawa dewlemendiya welat ji bo aramiya navxweyî bête bikaranîn

Joseph Kechichian, pisporê karûbarên Kendavê ji bo Gulan: Atîfeta li Iraqê ew e
ku dê çawa dewlemendiya welat ji bo aramiya navxweyî bête bikaranîn

Geroava Hurmuzê ku xwedî pêgeheke stratejîk e, di niha de bûye sedema girjî û
alozî û çavkaniya nîgeraniyên mezin di siyaseta navçeya Kendavê de. Di demekê de
ku bargirjî berdewam in, pirsa sereke ew e: gelo em bi rastî li ber deriyê
guherîneke bingehîn in di pergala ewlehiya navçeyê de, an ev tenê krîzeke demkî
ye? Di vê derbarê de, Gulan hevpeyvînek ligel Joseph Kechichian encam da. Ew
xwediyê bawernameya doktorayê ye di warê karûbarên derve de ji zanîngeha
Virginia, dersdar bûye li zanîngeha California û di niha de lêkolînerê
payebilind e li Sentera Melîk Feysel bo Lêkolîn û Dîrasatên Îslamî li Riyad a
Erebistana Siûdî. Kechichian xwediyê pirtûka "Iraq, Îran û Welatên Kendavê" ye.
Ev hevpeyvîn hewl dide ronî bike ku ev rewş dê çawa bandorê li ser paşeroja
peywendiyên navneteweyî û hevsengiya hêzê li navçeyê bike.

- Pirs: Bi salan e, hikûmetên welatên Kendavê wekî samanekî stratejîk lê
nêrîne, ne wekî metirsî li Geroava Hurmuzê. Pirsa me ew e: gelo em
guherîneke bingehîn di pergala ewlehiya navçeya Kendavê de dibînin, an ev
bargirjiya niha tenê krîzeke demkî û derbasbûyî ye?

- Joseph Kechichian: Ji ber şerê girêdayî bi Îranê ve, cîhan li ber deriyê
guherîneke mezin e di warê peywendiyên navneteweyî de. Mixabin ev ne krîzeke
asayî ye û em hîna nizanin aloziya Geroava Hurmuzê dê çawa bi dawî bibe.
Hikûmetên Kendavê jî xwe di nav krîzekê de dibînin: metirsiya bargirjiyên
berdewam li hember hebûneke derve ya demdirêj (hebûna hêzên biyanî) ku ji bo
salên dûr û dirêj ên paşerojê dê bandora wan li ser encaman hebe.

- Pirs: We lêkolînên li ser siyaseta derve ya Omanê hene. Gelo ev welat dikare
wekî navbeynkarekî bêalî roleke dîrokî bilîze di demekê de ku aktorên herêmî
di bin fişarên zêde de ne, an ew ê xwe di rewşekê de bibîne ku êdî nekaribe
vê pêgeha xwe ya bêalî biparêze?

- Ez bawer dikim ku Selteneta Omanê arasteya siyaseta xwe ya derve naguhere,
ji ber ku berjewendiyên wê yên stratejîk nayên guherîn. Wekî garantorek ji
bo çûyîn û hatina azad di Geroava Hurmuzê de, Selteneta Omanê dixwaze ku
hemû aliyên navçeyê nakokiyên xwe bê tûndûtûjî çareser bikin. Lewma ez
bawer dikim Mesqet kar dike bo nêzîkkirina aliyên şerker û bêalîbûna vê
welatî bijardeyek stratejîk e û welatên din ên Kendavê jî piştgiriya vê
dikin.

- Pirs: Em dizanin ku şerîeta pergalên şahîtiyê li welatên Kendavê girêdayî
dewlemendî û aramiyê bûye. Gelo aloziyên Geroava Hurmuzê, bi taybetî eger
dirêj bikişînin, dê heta çi radeyê bibin sedema guherîna hesabên aborî û
siyasî yên van welatan?

- Komkirina dewlemendiya zêdetir di niha de bûye pêdiviyek ji bo Encumena
Hevkariya Kendavê (GCC). Ji ber ku dewletên endam êdî nikarin tenê pişta xwe
bi çavkaniyên siruştî girê bidin ji bo geşepêdanê. Ev tê wê wateyê ku hemû
hesabên wan ên aborî û siyasî pêdivî bi destpêkek nû heye, ew jî afirandina
dewlemendiya zêdetir e bi rêya handana veberhênanê. Berevajî vê, ew
dewlemendiya ku heye dê hêdî hêdî kêm bibe.

- Pirs: Li gorî welatên erebî yên ku pergala komarî tê de serdest e, pergalên
şahîtiyê yên Kendavê karîne zehmetiyan derbas bikin. Gelo hûn pê bawer in
ku karibin vê alozî û şilqandina niha jî derbas bikin?

- Ez bawer dikim şiyana welatên Kendavê ji bo derbaskirina zehmetiyan vedigere
çend sedeman:

1. Nebûna îdeolojiyekê ku armanca wê tunekirina wan û danîna pergalek çêtir be.
2. Piştekî qewî bi nirxên civakî û olî ku li hember dem û mercan li ber xwe
dane.
3. Hejmareke kêm a niştimaniyan, lê xweragir ku desthilata şahîtiyê qebûl
kirine. Her wiha hebûna hevalbendekî derve yê pêbawer di sedsala bîstan de
alîkar bû. Ji ser van hemûyan re, pergaleke hikumraniyê peyrew kirine ku
ligel civakên muhafizekar digunce.

- Pirs: Ji xeynî krîza niha, pirsên herî girîng çi ne ku pergalên şahîtiyê di
sedsala 21an de rûbirû dibin? Gelo rikaberiya herêmî ye, veguhastina
desthilatê ye, guherîna aborî ye, an çêkirina peymanek nû ye di navbera
dewlet û civakê de?

- Ez bawer dikim pergalên şahîtiyê pêdivî bi çareserkirina rikaberiya xwe
ligel Îran, Iraq û Yemenê heye. Her wiha pêdivî bi mekanîzmaya veguhastina
desthilatê heye ku niha aramî di her şeş welatên Kendavê de peyda bûye. Bi
awayekî siruştî, alengariya mezin guherîna aborî ye. Ji ber ku ev hikumranî
şahîtî ne, dibe ku pir bi pêdivî nebin peymanek nû ya siyasî di navbera
hikumran û gel de çêbikin, lê dibe ku rêçare bibe şahîtiya destûrî
(Constitutional Monarchy). Dibe ku Oman welatê yekem be vê rêyê bigire.

- Pirs: Çi waneyek stratejîk heye ku divê hikumranên herêmê ji paşerojê
wergirin di peywendî bi vê nediyariya Geroava Hurmuzê de?

- Eger em vegerin paşerojê, wane ew e ku nabe welatên Kendavê hewlên hêzên din
ji bo sepandina hegemoniya xwe nade ber çavan.

- Pirs: Gelo em dikarin bêjin herêm ketiye serdema lawazbûna hegemoniya
Amerîkayê? Di deh salên bê de divê em bala xwe bidin ser çi nîşanan?

- Ez bawer dikim niha nabe em vê bêjin, ji ber ku xuya nake bi zûyî rola
Amerîkayê paşve bikije. Di deh salên bê de divê welatên Kendavê pêdaçûnê bi
peywendiyên xwe yên navneteweyî de bikin eger bixwazin geşebûnê berdewam
bikin.

- Pirs: We lêkolînên zêde li ser peywendiya navbera hikumranî û aramiyê
kirine. Gelo hîna aramî baştirîn nîşana hikumraniyeke çalak e?

- Bi rastî, bêyî hebûna aramiya navxweyî û herêmî, welatên Kendavê rûbirûyî
rewşên şoreşgerî dibin. Aramiya civakî û aborî pîverê sereke ye. Welatên
Kendavê hikumraniya siyasî ya şerî (legitimate) hene, lê divê hikûmet
aramiyê dabîn bikin da ku afirandina samanê garantî bibe.

- Pirs: Rikaberiya herêmî bandorek mezin li ser Iraqê heye. Gelo ev welat
dikare bibe bingeha aramiya herêmî di demekê de ku Rojhilata Navîn di
rewşeke nediyar de ye?

- Iraq piştî partiya Baes hîna di nav tevgerê de ye û rûbirûyî astengiyên
bingehîn bûye. Lê bextxweşane, serwerî û dewlemendiya Iraqê (ji mirovî
bigire heta neft û avê) dê bibe sedem ku karibe aramiya navxweyî bi dest
bixe. Ev alengariyek mezin e. Iraq dikare peywendiyên nêzîk ligel Urdun,
welatên Kendavê, Sûriye û Lubnanê hebe. Divê Iraq ji nêzîk ve çavdêriya
rewşa Îran û Tirkiyeyê bike û hewl bide peywendiyên baş ligel Tehran û
Enqereyê çêbike.

Top