Kemal Mihemed Salih, Wezîrê Samanên Siruştî ji bo Gulan: Ji bo bilindkirina asta berhemanîna nefta Herêma Kurdistanê rêkar dê bên lezkirin, hikûmeta federal jî garantiya ewlehiyê dide kompanyayên berhemhêner û dabînkirina mafên wan ên darayî
Kemal Mihemed Salih, Wezîrê Samanên Siruştî ji bo Gulan: Ji bo bilindkirina asta
berhemanîna nefta Herêma Kurdistanê rêkar dê bên lezkirin, hikûmeta federal jî
garantiya ewlehiyê dide kompanyayên berhemhêner û dabînkirina mafên wan ên
darayî
Di vê qonaxê de ku Herêma Kurdistanê û Iraq di guherîneke siyasî û aborî ya
bilez de derbas dibin, dosya neft û gaz û kerta enerjiyê wekî sentera
têgihiştinên nû yên navbera her du hikûmetên federal û herêmê dertên holê. Ji
bo ronahîxistina ser dawîn pêşhatên hinartina neftê, garantiya kompanyayên
biyanî û paşeroja kerta karebayê bi rêya projeyên stratejîk ên wekî «Projeya
Roonakî», kovara Gulan dîdareke taybet ligel Kemal Mihemed Salih, Wezîrê
Karebayê û Wezîrê Samanên Siruştî bi wekalet encam da. Di vê hevpeyvînê de, ew
perdeyê ji ser nexşerêyeke nû lade dide ligel hikûmeta nû ya federal a Iraqê, ku
armanc jê ne tenê çareserkirina kêşeyên dosya neftê ye, belku pêşxistina
peywendiyan e di hesastirîn û aloztrîn dosyeyên navbera herêm û hikûmeta Iraqê
de.
- Pirs: Di serî de bila pirsiyara me li ser dosya neftê û peywendiyên navbera
her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal be. Wekî Wezîrê
Samanên Siruştî ku hevdem endamê şanda danûstandinkar î ligel hikûmeta
federal, gelo dawîn pêşhatên we li ser vê dosyeyê bi ku ve gihîştine?
- Kemal Mihemed Salih: Ji bo her kesî eşkere ye ku serdana şanda bilind a
Herêma Kurdistanê ligel kompanyayên berhemanîna neftê bo Bexdayê û civîna
me ligel Elî Zeydî, Serokwezîrê Hikûmeta Federal û Basim Ebadî, Wezîrê Neftê
yê Iraqê, piştî wê serdana girîng a birêz Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta
Herêma Kurdistanê bo Bexdayê hat. Di wê serdanê de guftûgo û hevahengiya baş
ligel serkirdeyên Iraqî û serokwezîr hatin kirin. Civînên birêz Serokwezîrê
Herêmê li Bexdayê bûne sedema lêktêgihiştineke baş ku her kes pabendî destûr
û hevbeşiyê bibe. Di encama wan civînan de biryar li ser destpêkirina
hinartina nefta Herêmê bi rêya bendera Ceyhanê hat dayîn. Kompanyayan dest
bi berhemanîn û veguhastina neftê kirine û asta berhemanînê bilind dikin. Ev
piştî wê yekê tê ku ji ber êrîşên dronî ziyan gihîştibû jêrxana kompanyayan.
Hikûmeta federal niha berpirsiyariya ewlehiyê li hember êrîşên li nav axa
Iraqê digire ser xwe. Ev rêkkeftin di berjewendiya hemû welatiyên Herêmê û
Iraqê de ne, bi taybetî di vê demê de ku ji ber şer û êrîşên grûpên çekdar
ên deryasayî û astengiyên li Kendava Hurmuzê, ziyaneke mezin gihîştiye
hinartina nefta Iraqê. Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civîna dawî ya Encumena
Wezîran de tekezî li ser nexşerêyekê kir bo berdewamîdana danûstandinan û
pêkanîna lîjneya bilind a hevahengiyê. Armanc ew e ku neft bi asta herî
bilind bi rêya boriya Herêmê ve biçe bazarên cîhanê û dahat vegere gencîneya
federal.
- Pirs: Gelo hûn pêşbînî dikin ku di qonaxa bê de ev kêşe ber bi çareseriyê ve
herin? Tê gotin ku Bexda di vê qonaxê de bi neçarî pêdiviya wê bi boriya
Herêmê-Ceyhanê heye?
- Kemal Mihemed Salih: Divê aqiliyet biguherin. Rewşa Iraq û herêmê dixwaze ku
em ji bo xelkê kar bikin. Çareseriya bingehîn bi derxistina Yasaya Neft û
Gazê dibe ku ji sala 2007an ve hatiye paşxistin. Em ji bo mûçeyê xelkê her
gavê davêjin. Tişta cihê hêviyê ye, tevgera Serokwezîrê Iraqê ye ku
xwestekekî cidî ji bo çareseriyê heye. Îro wekî duh nîne û em ligel Wezareta
Neftê gihîştine qonaxeke wiha ku êdî venagerin paş. Kêmbûna berhemanînê
ziyanê dide aboriya Iraqê, lewma hikûmeta nû ya Iraqê garantiya parastina
kêlgehan dide. Boriya Ceyhanê dikare rojane 700 hezar bermîl neft hinarde
bike.
- Pirs: Nexwe kompanyayan dest bi zêdekirina berhemanînê kirine? Gelo hemû
mafên wan ên darayî dê bên dayîn?
- Kemal Mihemed Salih: Gihîştin bi 250 hezar bermîl rojane ne karekî asan e ji
aliyê teknîkî û lêçûnê ve. Em hemû asankariyan ji bo kompanyayan dikin. Hewl
tê dayîn boriya Herêm-Ceyhan bi herî zêde şiyana xwe kar bike û hikûmeta
Iraqê jî mafên darayî yên kompanyayan bide û rê li êrîşên terorîstî bigire.
- Pirs: Wekî Wezîrê Karebayê, rewşa karebayê û "Projeya Roonakî" çi lê hat?
Gelo pirsgirêka qutbûna karebayê çareser dibe?
- Kemal Mihemed Salih: Kabîneya nehem tevî qeyranan, di kerta karebayê de
gavên stratejîk avêtine. Me jêrxana berhemanîn û dabeşkirinê ava kiriye.
"Projeya Roonakî" projeyeke nîştimanî ye ji bo rakirina moledan û parastina
jîngehê. Heya destpêka sala 2027an, ev proje dê bigihe temamiya welatiyên
Kurdistanê. Niha 85%ê hevbeşên karebayê (zêdetirî 5 mîlyon û 500 hezar kes)
ji vê projeyê sûdmend in. Qutbûnên niha demkî ne û ji ber zêdebûna daxwazê û
hin kêşeyên teknîkî ne. Ez welatiyan dilteng nakim, rewş ber bi îstîkrarê ve
diçe. Derbarê karebaya ku didin Mûsil û Kerkûkê, ew peywendiya wê bi pişka
Herêmê ve nîne; hikûmeta federal bi xwe sotemeniyê ji bo wan dabîn dike. Me
hefteya borî yekeyeke nû ya stasyonan xist dewrê û rewş roj bi roj baştir
dibe.
