Mamoste Mela Omer Swêrî ji bo Gulan: Mamosteyên olî di şoreşên Kurdistanê de roleke berçav lîstine û piraniya wan peywendiyeke tundutol ligel Mela Mistefa Barzanî hebû
Mamoste Mela Omer Swêrî ji bo Gulan: Mamosteyên olî di şoreşên Kurdistanê de
roleke berçav lîstine û piraniya wan peywendiyeke tundutol ligel Mela Mistefa
Barzanî hebû
Mamoste Mela Omer Swêrî, zana û kesayetiyekî navdar ê bajarê Hewlêrê ye. Berê
endamê Mekteba Tenfîzî ya Yekîtiya Zanayan û endamê Encumena Bilind a Fetwayê
bûye û roleke berçav di xizmetkirina vê rêxistinê de hebûye. Di warê
nivîsandinê de xwediyê bi dehan pirtûk û berhemên hêja ye ku bûne çavkaniyên
girîng ji bo zanayên olî û xwendevanan. Di warê tedrîs û gihandina şagirtên olî
de şûntiliya wî diyar e. Ew xwedî hesteke bilind a kurdayetiyê ye û pabendî
rêbaza rastîn a zanayên mezin ên kurd e. Niha pêşnimêj û gotarbêjê Mizgefta
Sewaf e li bajarê Hewlêrê. Kovara Gulan dîdarek ligel wî saz kir û bi vî rengî
bersiva pirsiyaran da.
- Pirs: Hûn çawa li wê peywendiya xurt a navbera îman û hezkirina nîştiman li
cem zanayên olî yên Kurdistanê û rola wan a dîrokî di hizra neteweyî de
dinêrin?
- Mela Omer Swêrî: Bi navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn. Guman tê de nîne ku
mamosteyên olî di civaka kurdewarî de, her wiha berî serhildana şoreşên nû
jî, her dem xwedî hesteke kûr a nîştimanî û neteweyî bûne. Ev dilsozî di
nivîs û berhemên wan ên mayî de bi zelalî xuya dike. Heta piraniya
helbestvan, edîb û nivîskarên mezin ên rabirdûya kurd di rêza zanayên olî de
bûn, ji ber ku di nebûna dibistanên hikûmî de, hujre û mizgeft navendên
sereke yên xwendin û perwerdeyê bûn.
Ji ber wê, di şoreşên her çar parçeyên Kurdistanê de, mamosteyên olî roleke
berçav lîstine, bi taybetî di Şoreşa Îlonê de ku piraniya wan peywendiyeke xurt
ligel xwedêjêrazî Mela Mistefa hebû. Beşek ji mamosteyan li derve bûn û
pêşmergayetî dikirin, yên din jî di hujreyên xwe de xizmet dikirin û hujreyên
wan bibûn baregehên civînên pêşmergeyan. Yek ji wan bavê min bû ku zanayekî
navdar ê Kurdistanê û xelkê Soran bû. Di salên şêstan de û di serdema Heres
Qewmî de ku rewşeke dijwar bû, pêşmergeyan bi şev çekên xwe li mala me dadenan
û civînên xwe di hujreya bavê min de dikirin. Niha jî piraniya mamosteyên olî
xwedî hesteke bilind a neteweyî ne.
- Pirs: Rola dîrokî ya hujreya mizgeftên Kurdistanê di parastina ziman,
geşepêdana bîra neteweyî û gihandina serkirdeyên siyasî û nîştimanî de
çawa dinirxînin?
- Bi rastî tu guman di vê de nîne. Bo nimûne, Qazî Mihemed zanayekî olî yê
mezin bû. Mela Mistefa Barzanî bi heman şêweyî, xwendin û perwerdeya wan di
destpêkê de xwendina melayetiya hujreyan bûye. Li bakur jî, şoreşên Şêx
Seîdê Pîran û Nehrî, ligel Şêx Seîdê Nursî ku zanayekî mezin ê kurd bû, di
hujreyan de gihîştin. Dîroka şoreş û xebata wan ewqas zelal e ku heta cîhan
hebe dê her zindî bimîne.
- Pirs: Binemayên şerî û exlakî yên helwesta dîrokî ya zanayên olî yên
Kurdistanê li dijî sitem û dagirkeriya rejîmên Iraqê ji çi çavkanî digirin?
- Derbarê zanayên olî de, zelal e ku ew zanista wan heye, zanista şerîet û
dînê Îslamê ye. Dînê Îslamê jî her dem fermanê bi dadperwerî, dilovanî,
lêborîn û biratiya navbera mirovan dike. Mamosteyên olî her dem ligel gelê
xwe bûne û peywendiya biratiyê ligel ereb, tirk û neteweyên din parastine,
lê mixabin bi serhildana şovînîzma erebî û dîktatoriyetê re, ew biratî bi
dawî hat. Li vir melayan jî mil dan ber milê gelê xwe û dest bi xebata
kurdayetiyê, pêşmergayetiyê û parastina axê kirin.
Heta di salên 1962 û 1963an de, ji Bexdayê bang li hemû melayên Iraqê û yên kurd
hatibû kirin da ku fetwayê bidin ku şerê dijî kurdan "cîhad" e û wan wekî "yaxî"
(serhildêrên deryasayî) nîşan bidin. Lê melayên kurd bi tundî ev red kirin û
gotin: Na, ev fetwa ne rast e, kurd gelekî misulman e û tenê daxwaza mafên xwe
yên rewa dike. Li wê derê melayekî ereb ê xelkê Mûsilê bi navê Mela Elî Şîmalî
qiseyên nexweş dijî kurdan kir, li beramber de mamoste Mela Salihê Kokeyî
(rehmeta Xwedê lê be) ku li Hewlêrê bû û yek ji zanayên herî navdar ê Iraqê bû,
bi tundî hêrs bû û jê re got: "Tu kesekî gumrah î û zanayekî nezan î...", heta
ji ber hêrsa xwe ya mezin, kursiya bin xwe hilda û li navenda wê civîna mezin a
Bexdayê li wî melayî xist.
- Pirs: Zanayên olî li her çar parçeyên Kurdistanê xwedî yek gotar û yek
helwesta neteweyî bûne. Ev yekgirtûyî çawa bûye bingeha parastina
yekparçeyiya axa Kurdistanê ji aliyê manewî ve?
- Bêguman erkê ser milê zanayên olî ye ku zêdetir ji xelkên din hest bi vê
berpirsiyariya neteweyî bikin. Ez tînim bîra xwe berê gelek zanayên olî ji
her çar parçeyan dihatin parçeyên din. Bo nimûne melayên bakur û rojhilat li
vir bûn. Di hujre û dibistana olî ya bavê min de, hejmarek feqî ji Rojhilatê
Kurdistanê hebûn, hinek jî xelkê bakur û heta yên Sûriyê jî di nav de bûn.
Di salên 1961an de yek ji wan bi navê Mela Selahadîn ku xelkê bakur bû, pir
jêhatî û nîştimanperwer bû. Heta dema Mela Mistefayê Barzanî ji Rûsyayê
vegeriyabû, wî feqeyî ligel bavê min bi hev re ber bi Dolê Gelale bi rê
ketin bo pêşwaziya Mela Mistefa Barzanî.
- Pirs: Rola mela û zanayên olî li Kurdistanê çi bûye di çareserkirina kêşeyên
civakî û parastina mafên jinan de li gorî şerîeta Îslamê?
- Mamosteyê olî bi giştî, her dem aştî, biratî û pêkvejiyanê qebûl dike. Heta
melayan di wan serdemên kevn de, dema cihû li Kurdistanê dijiyan û sitem li
wan dihat kirin, berevanî lê dikirin. Bo nimûne Kak Ehmedê Şêx rehmetî,
rêberekî mezin bû, cihû û xelkên din li cem wî kar dikirin.
Her wiha dînê Îslamê bi yek çavî li jin û mêr dinêre. Di dîroka kurd de ji
malbatên melayan, keç û jinên xwendevan û fêmkirî hebûne. Mamosteyên olî bi çavê
rêzê li jinê nêrîne. Di dîtina wan de jin û mêr wekhev in. Mafên jinan di dînê
Îslamê de di astekê de ne ku ji gelek yasayên civakî yên Ewropayê jî zêdetir
in. Di nav dînê Îslamê de, jin bi rêz û kerameta xwe ve dijî.
- Pirs: Zanayên olî li Kurdistanê çawa karîne bi peyrewa modela navendî
(miyanrew) ya Îslamî, li dijî hizra tundrewiyê bisekinin?
- Ev mijarek pir hesas e. Berî ku hikûmet gavan biavêje, erkê pêşîn ê
mamosteyan e ku rûbirûyî tundrewiyê bibin. Ew komên tundrew melayên rastîn
di nav wan de nînin û di hujreyan de nexwendine. Her kesê di hujreya melayan
de perwerde bibe, nabe tundrew, ji ber ku dînê Îslamê bi xwezaya xwe ji
tundrewiyê dûr e. Îslam rehmetek e ji bo misulman û namisulmanan. Xwedê dîn
ji bo rêberiya mirovan şandiye, ne bo ku wan bişîne dojehê. Wekî dibêje
"Wema erselnake îlla rehmeten lil-alemîn". Tundrewî dîtineke ku dijî
bingehên mamosteyên olî ye.
- Pirs: Erk û berpirsiyariya niha ya zanayên olî çi ye di bihêzkirina
nasnameya nîştimanî û parastina destkeftên Herêma Kurdistanê de?
- Zanayên olî parastina netewe û vegerandina mafên zevtkirî wekî erkeke pîroz
dibînin. Pêdivî ye mamosteyên olî wekî kadirekî nîştimanî û pêşmergeyekî
dilsoz di rêza pêşîn a rûbirûbûna dijminan de bin.
Hinek bi navê Îslamê, bi şaşî pirsê neteweyî wekî heram nîşan didin, ji ber ku
cudahiya navbera neteweperestî û nijadperestiyê (racism) nakin. Di Îslamê de
tenê nijadperestî heram e, lê neteweperestî rêzgirtina li wan cudahiyên ziman û
rengan e ku Xwedê wekî nîşanên desthilata xwe di Quranê de behs kirine.
Dijayetiya ziman û nasnameya her gelekî, nerazîbûn e li hember daxwaza Xwedê.
Ji ber vê yekê, ez mijûlî nivîsandina pirtûkekê me bi navê "Neteweperestî di
Îslamê de". Tê de min zelal kiriye ku parastina nasnameya neteweyî ne tenê
rêpêdayî ye, belku wacibekî şerî ye jî. Hemû gelan mafê dewlet û serxwebûnê
hene, lewma kurd jî wekî neteweyekî maf-zevtkirî divê ji bo mafên xwe tê bikoşe.
Ez bi hêvî me ev pirtûk bi zûyî çap bibe.
