• Friday, 26 June 2026
logo

Stephen Grossberg, profesorê sîstemên demarî li Zanîngeha Bostonê ji bo Gulan: Divê jîriya destkird nebe cîgirê ramîn û biryara mirovî

Stephen Grossberg, profesorê sîstemên demarî li Zanîngeha Bostonê ji bo Gulan: Divê jîriya destkird nebe cîgirê ramîn û biryara mirovî


Stephen Grossberg, profesorê sîstemên demarî li Zanîngeha Bostonê ji bo Gulan: Divê jîriya destkird nebe cîgirê ramîn û biryara mirovî

 

Stephen Grossberg, profesorê sîstemên demarî ye li Zanîngeha Bostonê û profesorê fexrî yê matematîk, amar, derûnnasî û zanistên mejî ye, her wiha di warê endezyariya biyopizîşkî de li heman zanîngehê kar dike. Ew û hevkarên xwe çend prensîbên bingehîn û mekanîzmayên girêdayî bi bingeha lêkolînên hevçerx ên torên demarî pêş xistine, bi taybetî ewên ku peywendiya wan bi şiyana kesan heye ku bi serkeftî û di dema rast de xwe bi guhertinên nexwestî yên hawirdora xwe re biguncînin. Gulan, ji bo guftugokirina wan alengarî û guhertinên ku bi sedema jîriya destkird (AI) hatine an dê bên pêş, bi taybetî bandora wê li ser ramîn û torên demarî, hevpeyvînek bi profesor Stephen Grossberg re encam da.

Gulan: Berî her tiştî em dixwazin bipirsin ka çawa pirsên girêdayî bi vîn (îrade) û serxwebûna kesan rûbirûyê alengariyan bûne bi sedema têkelkirina jîriya destkird di teknolojiya demarî de?

Stephen Grossberg: Ger em bikaribin modelên torên demarî yên biyolojîk bi kar bînin, wê demê mimkun e ku em armanc, baha û wateyên mirovî jî têkelî teknolojiya demarî bikin. Ji bilî vê, em dikarin peywendiya navbera mirov û amûran bi awayekî ava bikin ku di encamê de encameke avaker (pozîtîf) misoger bibe. Berevajî vê, ger hinek algorîtmayên jîriya destkird – wek ChatGPT an Grok – pêdivî û bahayên mirovî li ber çav negrin, wê demê em dikarin bêjin ku paşerojeke tarî li benda şaristaniya mirovahiyê ye.

Gulan: Bandora jîriya destkird – ku ramîna wê dişibe ramîna mirov – li ser dîtin û nêrînên me bo nasname û hişmendiya me çi dibe?

Stephen Grossberg: Bila em destpêkê behsa wê gotinê bikin ku ji Einstein re tê vegerandin: "Ew tiştê ku bi awayekî metirsîdar zelal e, ew e ku teknolojiyê mirovahiya me derbas kiriye." Ji nêrîna ezmûna karkirina xwe ve wek profesor, zanyar û welatiyek, ji min re zelal e ku ew tiştê em li dibistanê hîn dibin, bêtir girêdayî cîhana derve ye. Yek ji wan bandoran jî hebûna bombeya atomî bû ku bû sedem Einstein vê gotinê bike. Zanyariya me derbarê cîhana derve bêtir ji bo pêşxistina teknolojiya nû ye, bêyî ku em zanîneke zêde derbarê wan hişên ku van pêşketinan dikin an bandorên wan ên karesatbar hebe. Dibe ku di vê de tenê bes be em amaje bi hînkirina matematîkê di dibistanên seretayî de bikin da ku em vê nehevsengiyê fêm bikin. Mebesta min ew e ku tenê di astên bilind ên xwendinê de em behsa wan babetan dikin ku girêdayî hizir û ramîna me ne. Ew jî bi têgihiştineke kêm li ser wê yekê ka çawa ramîn di mejiyê me de çêdibe. Lê dibe ku tiştê herî giring ji bo xwendekaran fêrbûna wê yekê be ka çawa dîtina wan ji bo cîhanê hebe û çawa kiryarên dîtin, bîstin û zanînê encam didin. Ez bawer dikim divê ev nehevsengî bê rastkirin berî ku bibe sedema encameke mezintir ji bombeya atomî. Ji bo vê jî divê sîstemên perwerdehî û siyasî têgihiştineke kûr li ser çawaniya karkirina hişê mirov li ber çav bigirin.

Gulan: Hûn behsa wê dikin ku pêşketina teknolojiyê bandora wê li ser piştgirîkirina reftara xweguncandinê (adaptive behavior) heye. Ger wusa be, çima xelk bi berdewamî biryarên nelojîkî didin? Jîriya destkird çawa dikare di fêmkirina vê nakokiyê de alîkariya me bike?

Stephen Grossberg: Di rastiyê de lêkolînên girêdayî bi biryardanê di bin metirsiyan de van cure reftaran li ber çav digirin. Ez li ser teoriya "karekariya îdrak û sozê" (interaction of cognition and emotion) dixebitim. Di nav de min diyar kiriye ka çawa karekariya navbera ramîn û hestê me fêr dike ka em çawa li armancên bi baha binêrin. Jîriya destkird an torên demarî alîkariya me dikin da ku em şîrove bikin çima mejiyê me biryarên nelojîkî dide. Me modelek bi navê "Teoriya Hevsengiya Hevsoziyê" pêş xistiye ku wesfa karekariya mirovî dike ji bo bersivdana hawirdorê, lê carinan ev taybetmendî dibin sedema biryarên nanî di rewşên metirsîdar de.

Gulan: Ma modelên jîriya destkird dikarin wan haletan eşkere bikin ku tê de mirov berevajî berjewendiyên xwe biryar didin û reftaran dikin?

Stephen Grossberg: Teoriya hevsengiya hevsoziyê gelek ji wan faktoran şîrove dike ku dibin sedem mirov biryarên neaqilanî bide. Mînak, dibe ku hin merasîmên civakî yên xurafî wek "sêmaya baranê" di dîrokê de derketibin. Tevî ku dibe ziyanê bidin, lê mirov carinan ji bo bidestxistina encamekê, serî li reftarên xurafî an qumarê didin. Mebesta min ew e ku xwesteka me ya ji bo "bêkêmasîbûnê" (perfectness) wek şûreke du-serî ye. Her çend di demeke kurt de aramiyê dide me, lê me di cîhaneke teng de asê dike û rê li ber geşepêdana kesayetiya me digire. Ji ber vê yekê, modelên me yên demarî nîşan didin ku çawa hinek pêvajoyên mejî, ku ji bo manê (survival) giring in, di rewşên nediyar de dibin sedema reftarên neaqilanî.

Gulan: Nexwe hûn pê bawer in ku divê em desthilatê bidin jîriya destkird da ku biryarên giring li şûna me bide, bi taybetî ger derket ku ew ji mirovan jîrtir e?

Stephen Grossberg: Ez bawer im ku divê baştirîn jîriya destkird jî tenê bibe alîkar, ne ku bibe cîgirê biryara mirovî. Divê wek çawa em îro Google bi kar tînin, wusa be.

Gulan: Ma piştabestina zêde bi jîriya destkird nabe sedema lawazbûna ramîna rexneyî û nermiya îdrakî?

Stephen Grossberg: Ez pê bawer im ku jîriya destkird dikare bibe zêdehiyeke bikêr ji bo zanîna mirovî, lê tu carî nakeve cihê biryara mirovî; çi di warê perwerdehiyê de be, çi di rojnamevaniyê de û çi jî di teknolojiyê de.

Top