• Saturday, 07 February 2026
logo

Hanna Ojanen, profesora têkiliyên navdewletî li Zanîngeha Tampere ji bo Gulan: Daxuyaniyên Trump dê encamên mezin li ser têkiliyên Amerîka û Ewropayê hebin

Gulan Media February 7, 2026 Dîmane
Hanna Ojanen, profesora têkiliyên navdewletî li Zanîngeha Tampere ji bo Gulan: Daxuyaniyên Trump dê encamên mezin li ser têkiliyên Amerîka û Ewropayê hebin

Hanna Ojanen, profesora têkiliyên navdewletî li Zanîngeha Tampere ji bo Gulan: Daxuyaniyên Trump dê encamên mezin li ser têkiliyên Amerîka û Ewropayê hebin

 

Hanna Ojanen, profesor û lêkolînera têkiliyên navdewletî û siyaseta cîhanî ye li Zanîngeha Tampereyê. Ew pispora çend warên girîng e wekî: yekbûna Ewropayê, siyaseta derve, ewlehî û parastina Yekîtiya Ewropayê (YE), hevkariya navbera dewletên Bakurê Ewropayê, siyaseta parastin, derve û ewlehiyê ya dewleta Fînlendayê û piralîbûnê. Gulan di çarçoveya dîdarekê de çend pirsên têkildarî guhertinên di siyaseta derve û siyaseta parastinê ya Yekîtiya Ewropayê de bi wê re şirove û gotûbêj kirin.

Pirs: Di dehsalekê de, Yekîtiya Ewropayê dest bi sepandina cezayan û girtina erkên ewlehiyê kir, her weha piştgiriyeke bêhempa ya cezayî û serbazî di têkiliya bi şerê Rûsya û Ukraynayê re pêşkêş kir. Ma hûn difikirin ku ev gav nîşan didin ku YE bûye lîstikvanekî jeopolîtîk û ewlehî, an tenê bertekeke ji ber krîzan e ku paşê yekitiyekê û helwesteke hevbeş çêdike?

Hanna Ojanen: Rast e ku krîz bûne sedem ku YE ber bi wê yekê ve bibe ku bibe aktorekî ewlehiyê. Lewre ev krîz nîşan didin ku ev yekîtî hewceyî guhertineke rasteqîn e. Di demekê de ku şerê Rûsyayê li Ukraynayê yek ji krîzên mezin e, ligel wê jî daxuyanyî û kiryarên çend hefteyên borî yên serok Donald Trump jî cihê krîzê bûn. Piştguhkirina wî ji bo sazî û peymanan tê wê wateyê ku ev krîzeke di têkiliyên Amerîka û Ewropayê de ye. Ev yek dê bibe sedema encamên mezin ên aborî, bazirganî, parastin û ewlehiyê.

Pirs: Ukrayna wekî mezintirîn azmûna siyaseta derve ya YE tê dîtin. Tevî piştgiriya siyasî û cezayên aborî, Ewropa hîn jî bi radeyeke mezin pişta xwe bi serokatiya serbazî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) germ dike. Ma şerê Ukraynayê sînorên binyadî yên şiyana YE nîşan dan, ku nikare bi şêوەyekî serbixwe bikeve nav şer û nakokiyên mezin? Ma ev bijarteyek stratejîk e an lawazî ye?

Hanna Ojanen: Ez li vir du aliyan di pirsê de dibînim. Di warê siyaseta derve de, şerê Rûsya li dijî Ukraynayê bû sedema nûbûneke girîng di biryardanê de; ji aliyekî ve ji bo sînordarkirina konsensusê û ji aliyê din ve ji bo amadekirina sîstemeke dengdana piraniyê. Ev yek dibe sedema bihêzkirina YE û ev jî di siyaseta derve û ewlehiyê de xuya dike, ku dibe sedem bibe aktorekî navdewletî yê taybet. Aliyê duyem, girêdayîbûna bi Amerîkayê ve di warê parastinê de mijarek bû ku her du alî pê razî bûn. Ango Amerîka bi rêya NATOyê bandoreke xurt heye, di heman demê de Ewropayê jî dikaribû bala xwe bide mijarên din ên ne-serbazî, bi kêmî ve ji bo demeke dirêj. Lê niha serokê Amerîkayê bûye kesekî ku mirov nikare pişta xwe pê germ bike, lewma daxwaza serxwebûna YE zêdetir bûye. Yek ji rêyan jî hevkariyên nû ne, wekî avakirina "hevpeymaniya dilxwazan" di navbera welatên YE û yên derveyî YE de.

Pirs: YE siyaseta xwe ya derve li ser bingeha hiqûqa navdewletî û sîstema li ser bingeha qaîdeyan ava kiriye, bi taybetî li hember Ukraynayê. Lê di nakokiyên din de, wekî Xezeyê, bicihkirina van qaîdeyan wekî pêwîst nehatin dîtin. Şiroveya we li ser vê nakokiya navbera rewatî û prensîbên yasayî ligel hevpeymaniyên jeopolîtîk û berjewendiyên stratejîk çi ye?

Hanna Ojanen: Yekîtiya Ewropayê di nav têkoşînekê de ye ku wêneya xwe wekî piştgira sîstema navdewletî biparêze. Ji aliyê dîrokî ve, sedemek ev e ku ev siyaset girêdayî wê yekê bûye ku dewletên endam li ser çi li hev kirine. Mînak, siyaseteke hevbeş li hember Rûsya, Amerîka an Îsraîlê tunebû. Dewletên endam pêdagir bûn ku di têkiliyên xwe yên dualî de siyasetên cuda bimeşînin. Lê dibe ku gavên li hember Rûsyayê nîşaneke erênî bin; tevî ku Macaristan nêzîkî Rûsyayê ye jî, nekarî rê li ber tedbîrên dijî Rûsyayê bigire.

Pirs: Şerên Ukrayna û Xezeyê, ligel rageşiya Rojhilata Navîn, çawa bandor li nêrîna YE ya li ser sînor, serwerî, rewatî û hêzê kirine? Ma em guhertineke kûr di çanda stratejîk a Ewropayê de dibînin, an ev rewşeke demkî ye?

Hanna Ojanen: Em dikarin bibêjin ku çanda stratejîk a Ewropayê di qonaxa serhildanê de ye. Heta niha lêkolîneran bala xwe dabûn çandên stratejîk ên her dewletekê bi cuda, lê niha ez dibînim ku dewletên xwedî çandên cuda (wekî Fransa û Almanya) hewceyî helwesteke hevbeş in. Niha li ser mijara sînor û serweriyê yekbûneke berçav çêdibe. Di warê bikaranîna hêzê de her tişt diguhere. Welatên Ewropayê dibînin ku dibe ku di vî warî de hewceyî roleke mezintir bin.

Pirs: Bi dehsalan e Ewropa bala xwe dabû ser rêveberiya krîzan û hêza medenî. Di bin ronahiya nakokiyên dawî de, ma nêrîna YE li hember hêz û destwerdanê guheriye?

Hanna Ojanen: Ez bawer dikim YE hewceyî her duyan e; hem hêza medenî û hem jî ya serbazî. Her weha pêdivî bi guhertinekê heye ji rêveberiya krîzan ber bi Ewropayekê ve ku zêdetir bala xwe bide ewlehî û parastinê. Di salên 90î û destpêka 2000î de, vê yekîtiyê qet bîr li bikaranîna hêzê nedikir, lê niha nîqaş pir cuda ne, wekî ku em di zêdebûna veberhênanên serbazî de dibînin.

Pirs: Bo welatên Ewropî yên ku ne hêzên mezin in, endambûna di YE an NATOyê de garantiyek e, lê di heman demê de wan kêm-serbixwe dike. Di nav vê sîstema cemsergir de, dewletên biçûk çawa dikarin hevsengiyê çêbikin?

Hanna Ojanen: Cudahiyek mezin di navbera YE û NATOyê de heye. NATO rêxistineke hikûmetan e û biryar bi konsensusê ne, ku azadiyekê dide dewletan. Lê YE rêxistineke serneteweyî ye û biryarên wê mecbûrî ne. Ji bo dewletên biçûk girîng e ku di nav YE û NATOyê de nêrînên wan werin girtin. Niha ji her demê zêdetir hewceyî hevkariyê ne, dibe ku ev hevkarî di navbera welatên Bakur de bi şêوازên nû pêş bikeve.

Top