Girîngiya enerjiyê di ji nû ve darêjtina stratejiya hevkêşeyên siyasî de li herêmê
Girîngiya enerjiyê di ji nû ve darêjtina stratejiya hevkêşeyên siyasî de li
herêmê
Îro 27ê Nîsana 2026an, çelەمîn xeleka "Bazneya Gotûbêj" bi navunîşana "Girîngiya
enerjiyê di ji nû ve darêjtina hevkêşeyên siyasî de li herêmê" li hola Beşa
Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) birêve çû.
Ji bo vê gotûbêjê, raporteke meydanî ji hemû parêzgeh û îdareyên serbixwe yên
Herêma Kurdistanê hatibû amadekirin ku tê de çendîn akademîsyenên yasayî,
jeolojî û pisporên warê enerjiyê behsa girîngiya bandora enerjiyê kiribûn di ji
nû ve darêjtina hevkêşeyên siyasî de bi awayekî giştî li ser asta cîhanê û bi
taybetî li Rojhilata Navîn.
Piştî nîşandana vê raporta meydanî, ev birêzane: "D. Hemdî Şingalî, Şêx Yehya
Elsünbil, D. Xezal Uzêr Barzanî, Kerîm Perwêzî, D. Beroj Sindî, Rûbar Hemze
Dizayî, Felah Seyîd Mewlûd, D. Xurşîd Ebdulletîf, D. Soran Êlxanî, Heval
Ebdulhafiz, D. Rêbîn Semed Ebdullah". Her wiha her yek ji "D. Şêrko Cewdet û
Kebîr Ehmed Zêbarî bi rêya Skype û P.D. Serhat Erkmen bi şandina vîdyoyeke
tomarkirî, ligel endamên bazneya gotûbêjê: Şivan Hemdî, D. Nezaket Husên, Îmad
Teha, D. Celal Ehmed, Ferhad Mihemed," dore 3 saetan pir bi eşkereyî gotûbêj li
ser vê pirsa girîng kirin.
Di vê gotûbêjê de hate teqezkirin ku di cîhana îro de, enerjî bûye çekeke
dîplomatîk a bêdeng û çekeke bi bandor di dema şer û nakokiyên navdewletî de.
Her karta enerjiyê ye ku stratejiya hevkêşeyên siyasî li deverên cuda yên cîhanê
ji nû ve dadirêje. Tevî ku çavkaniyên enerjiyê gelek warên cuda li xwe digirin,
lê her du sektorên "neft û gaz" heta niha kartên sereke ne di hevkêşeyên siyasî
yên cîhanê de. Di her derê cîhanê de metirsî li ser hinardekirin û bazirganiya
"neft û gaz"ê çêbibe, dê bandoreke pir diyar li ser siyaseta navdewletî jî hebe.
Derbarê mekanîzmeya peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê di her du sektorên
"neft û gaz"ê de, pir bi eşkereyî rexneyên tund li hikûmeta federal a Iraqê
hatin girtin ku naxwaze yasaya neft û gaza federal piştî derbasbûna zêdetirî 20
salan di ser pesendkirina destûra Iraqê re derbikeve, da ku li ser bingeha wê
yasayê mekanîzmayek bê holê ku dahata neft û gazê sûdê bigihîne tevahiya
welatiyên Iraqê.
Cihê amajepêkirinê ye ku raporta vê gotûbêjê di roja 4ê Adara 2026an de di
kovara Gulan de tê belavkirin.
