• Saturday, 07 February 2026
logo

Paul Beck, Profesorê Zanistên Siyasî li Zanîngeha Ohio State ji bo Gulan: Em di serdema perçebûn, dabeşbûna siyasî û ji nû ve birêxistinkirina rêzan de dijîn

Gulan Media February 7, 2026 Dîmane
Paul Beck, Profesorê Zanistên Siyasî li Zanîngeha Ohio State ji bo Gulan: Em di serdema perçebûn,   dabeşbûna siyasî û ji nû ve birêxistinkirina rêzan de dijîn


Paul Beck, Profesorê Zanistên Siyasî li Zanîngeha Ohio State ji bo Gulan: Em di serdema perçebûn, dabeşbûna siyasî û ji nû ve birêxistinkirina rêzan de dijîn

Paul A. Beck, di sala 1971ê de li Zanîngeha Michiganê pileya doktorayê wergirtiye. Niha profesorê fexrî û profesorê zanistên siyasî ye li Zanîngeha Ohio State û koordînatorê navdewletî yê Projeya Berawurdkarî ya Hilbijartinên Neteweyî (CNEP) ye. Ev proje rapirsiyên nêzîkî 70 hilbijartinên neteweyî ji sala 1990î vir ve li 31 welatên cuda li xwe digire. Di dema karê xwe de, wî analîza bi dehan rapirsiyên raya giştî kiriye. Di van demên dawî de, hev-rêveberê çendîn rapirsiyên têkildarî dengderan bûye: Bo nimûne di hilbijartinên sala 2017an li Brîtanya û Fransayê, her wiha hilbijartinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di sala 2020an de, hilbijartinên seretayî yên sala 2022an li eyaleta Ohio, û hilbijartinên sala 2022an li Brezîlyayê.

Di dirêjahiya jiyana xwe ya pîşeyî de, neh pirtûk û gelek lêkolîn li ser reftara dengdanê, partiyên siyasî û raya giştî weşandine. Dezgeha Zanistî ya Neteweyî pênc grantên lêkolînê dane wî. Di kanalên ragihandinê de şîroveyan li ser pirsên siyasî dike û xelata xizmeta taybet a Zanîngeha Ohio State wergirtiye. Bo maweyê 19 salan serokê beşa zanistên siyasî li du zanîngehên cuda bûye; 13 salan li "Ohio State" wek dekanê zanistên civakî û reftarî kar kiriye. Gulan hevpeyvînek bi wî re encam da, ku mijarên wê girêdayî wan sedeman bûn ku bûne sedema lawazbûna baweriya bi partiyên siyasî, bi taybetî li welatên demokrasiya Rojava û encamên wê, û gelo êdî partiyên siyasî dikarin rola xwe ya xwezayî û çaverêkirî bilîzin yan na.

Gulan: Wekî eşkere ye, yek ji wan geşedanên girêdayî partiyên siyasî, ku bêtir rengvedana wê di paşveçûna partiyên siyasî de di performansa rola wan de hebûye, pirseke din e ku bi kêmkirin an lawazbûna baweriya bi partiyên siyasî ve girêdayî ye, bi taybetî di civakên demokratîk ên Rojavayî de. Nêrîn û dîtina we di vê derbarê de çi ye?

Paul Beck: Berî her tiştî divê em amaje bi wê yekê bikin ku li gelek welatan avakirin û derketina partiyên siyasî ji bo çendîn dehsalan berê vedigere, bêtirî wê, damezrandina wan vedigere beriya salên 1900î jî. Tiştê ku di vê derbarê de bêtir berçav e, ew e ku ji bo nifşê nû yê dengderan, ev bingeh û koka dîrokî winda bûye yan ji dest çûye.

Gulan: Pir baş e, tê gotin ku pirsên girêdayî nasnameya siyasî û guherînên çandî bûne sedem ku bingeh û prensîbên îdeolojîk ên partiyên siyasî yên kevneşopî ber bi aliyekî cuda ve biçin. Gelo ev şîrovekirineke hûr e, yan hûn pê weha ne ku sedemên din di vê derbarê de hene?

Paul Beck: Divê em di vê derbarê de wê rastiyê ji bîr nekin ku partiyên siyasî yên kevneşopî li piraniya welatên Rojavayî, reh û rîşên damezrandin û karkirina wan di nav hevrikiya çînayetî de bû, ango di navbera baskê îdeolojîk ê çepgir û baskê kevneşopî yê rastgir de. Ji bo ku bêm ser bersiva pirsa we, belê, nasnameyên nû û guherînên çandî nehatin ser hev û bi pergala kevneşopî ya partiyên siyasî re ne li hev bûn. Dibe ku baş be ku em di vê derbarê de vegerin ser pirtûka Ronald Inglehart a bi navê "Şoreşa Bêdeng" (Silent Revolution), ku wê yekê şîrove dike ka çawa guherîna nav nifşan bûye sedema kolandina bingeh û bingeha pergala kevneşopî ya partiyên siyasî.

Gulan: Werin em pirsê bibin asteke din û aliyekî din ê vê pirsê nîqaş bikin. Li vir em dipirsin gelo xurîna piştgirî û baweriya bi partiyên siyasî, nîşaneya kêşe û krîzeke mezintir û kurttir e? Bi taybetî, gelo ev nîşaneya bêbaweriyê ye bi formên nûjen ên nûnertiyê?

Paul Beck: Em dikarin vê pirsê vegerînin ser hebûn û derketina nirxên cuda, ku hinek ji wan nirxên maddî ne (yan em bêjin pirsên çînayetî ne) li hemberî wan nirxên ku Ronald Inglehart wek nirxên nemaddî binav dike. Nexwe eger ez bersivê bi pirsa we ve girê bidim, belê, ew şêwaz û formên nûnertiyê – ku berhema pergala partiyên siyasî yên kevneşopî bûn – ber bi hilweşînê ve diçin.

Gulan: Eger em werin ser encamên xurîna pergala partiyên siyasî, gelo ev rewş çi bandorek hebûye, yan heta çi astê bûye sedema serhildana tevgerên populîst û cemsergirî (polarîzasyon) ya siyasî?

Paul Beck: Di rastiyê de, tiştê ku bi serhildan û derketina tevgerên populîst ve girêdayî ye, vedigere ser wê yekê ku nakokiyek heye di navbera valahiyên demokratîk ên di nav pergala partiyên siyasî yên kevneşopî û valahiyên nû yên girêdayî meyla neteweyî û nasyonalîstî û pirsa koçberan li gelek welatên Rojavayî de. Ji bo ku ez vê yekê bêtir ronî bikim; lawazbûn û girtina pergalên partiyên siyasî yên kevneşopî, derfet çêkiriye ku partiyên siyasî yên nû derkevin holê ku li ser hevrikiya nirxên nû kar dikin. Tiştê ku bi pirsa cemsergiriya siyasî ve girêdayî ye, ev heta radeyekê mijarek din û cuda ye. Ango dibe ku partiyên siyasî yên kevin û kevneşopî jî bikevin nav cemsergiriyê, ku ev jî pir caran diqewime, bi taybetî di nav dengderên bitemen de. Dibe ku ev cemsergirî di nav xudî partiyên siyasî yên niha de jî rû bide, bo nimûne: Partiya Kesk li hember Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD).

Gulan: Di serdem û rojên perçebûnê de, hûn pê weha ne ku êdî mercên wê mane ku partiyên siyasî bikarin wekî berê – ku di bingeh de ev erka wan bû – bibin pira peywendiyê di navbera îradeya giştî û berjewendiyên taybet de?

Paul Beck: Ez pê weha me ku em di serdema perçebûn, dabeşbûna siyasî û ji nû ve birêxistinkirina rêzan de dijîn. Îhtîmala wê heye ku bi derbasbûna demê re ev neîstîqrarî ber bi kêmkirinê ve biçe, ew jî di demekê de ku partiyên siyasî mijûlî xwe-guncandinê ne bi dabeşbûnên civakî û nirxên pêşkeftî re. Her çi be, ev pêvajo ne di cih de û yekser dibe; mebesta min ew e ku dibe ku demeke dirêj bixwaze heta ku pergaleke îstîqrar a partîyî bi temamî geş bibe û kamil bibe. Her wiha, meyla vê îstîqrarbûnê û çespandina vê pergala nû jî bi wê ve girêdayî ye ku gelo şokên siyasî yên nediyar, yan qeyran û krîzên çaverênekirî derdikevin holê yan na? Ku eger ev rû bide, dikare pêvajoyê rawestîne û astengan jê re çêbike, yan jî tevahiya rê û rûyê pêvajoyê bi şêweyekî nediyar biguherîne.

Gulan: Gelo hûn kêmbûna piştgiriya ji bo partiyên siyasî dibînin? Eger bersiv belê be, gelo ev nîşana wê yekê ye ku ramanên bingehîn ên girêdayî nûnertî, berpirsiyarî û rewayetiyê (meşruiyet) êdî bi pratîka siyasî ya nûjen û rastiya dewletên demokratîk ên cîhanê re naguncin? Gelo ev jî pirsiyarekê li ser xudî teoriya siyasî û baweriya bi saziyan çê nake?

Paul Beck: Tiştê ku di vê derbarê de zelal e ew e ku dînamîka siyasî ya niha bi tu awayî di rewşeke sabît de nîn e. Ango dibe ku deh heta bîst salên din bixwaze heta ku pergaleke nû û îstîqrar derdikeve holê. Di vê serdema veguhêz de, prensîbên felsefî yên bingehîn wek nûnertî, berpirsiyarî û rewayetî rûbirûyî zextên mezin dibin, dibe ku carna lawaz bibin yan rûbirûyî kêşeyan bibin.

Gulan: Heta çi astê kêmbûna piştgiriya ji bo partiyên siyasî dibe sedema lawazbûna ramana girêdayî "gelekî yekbûyî", ango wê civaka siyasî ya xurt ku ji bo hikumraniya demokratîk pêwîst e? Bi gotineke din, ev yek çi encamekê ji bo pergala demokratîk a nûjen û rewayetiya van pergalan bi xwe re tîne?

Paul Beck: Ez hevnêrîn im ku kêmbûna piştgiriya partiyên siyasî dibe sedema çêbûna kêşeyan ji bo ramana girêdayî gelekî yekbûyî bi civaka siyasî re. Ji ber ku ev yek dibe sedema lawazbûna nûnertiya hevpar û nasnameya kolektîf (komelî). Di heman demê de, dibe sedema derketina nîqaşan derbarê xurtbûna demokratîk û rewayetiyê di siyasetê nûjen de û li ser asta cîhanê.

 

 

Top