Bruce Mallory, Profesorê Siyaseta Giştî li Zanîngeha New Hampshire, ji bo Gulan Medya: Demokrasiya şêwirmendî dikare zemînek hevpar ji bo çareserkirina pêdiviyên rastîn ên civakê peyda bike
Bruce Mallory, Profesorê Siyaseta Giştî li Zanîngeha New Hampshire, ji bo Gulan Medya: Demokrasiya şêwirmendî dikare zemînek hevpar ji bo çareserkirina pêdiviyên rastîn ên civakê peyda bike
Bruce Mallory, profesorê rûmetê yê perwerdehiyê li Dibistana Karsey a Siyaseta Giştî li Zanîngeha New Hampshire, di 15 salên borî de rêberek neteweyî yê pêşeng ê tevgera demokrasiya şêwirmendî bûye. Li Dibistana Karsey a Siyaseta Giştî, ew piştgiriya teknîkî û rêbertiyê di warê bikaranîna demokrasiya şêwirmendî de ji bo tevlîkirina welatiyan peyda dike. Ew di damezrandina înîsiyatîfa New Hampshire Listens de, ku înîsiyatîfek sivîl a girêdayî Koleja Karsey e, beşdar bûye û niha şêwirmendê payebilind e, ku li ser pêşxistina stratejîk, lêkolîn û weşangeriyê dixebite. Armanca sereke ya xebata wî li Karsey ew e ku şêwazên çalak ên şêwirmendiya welatiyan di warê analîza polîtîkayan de û weşandina wan li ser mijarên girêdayî dadweriya civakî û aborî tevlihev bike. Gulan di çarçoveya hevpeyvînekê de çend mijarên girêdayî demokrasiya şêwirmendî, hincet û bandorên wê gotûbêj kir.
Pirs: Di destpêkê de em dixwazin bipirsin, di nêrîna we de hincet û bingeha felsefî ya demokrasiya şêwirmendî çi ne û çi cûdahiya wê ji şêwazên girêdayî rêveberiya piraniyê an şêwazên nûneratiyê heye?
Bersiv: Ji bo ku ez bi awayekî rast û durist bersiva vê pirsê bidim, ez dixwazim pêşî têgihîştina xwe ji bo van têgehan pêşkêş bikim. Ev têgihîştin ji ezmûna min, hem di warê akademîk û hem jî di warê pratîkî û çalakiyên min ên di vî warî de, çavkanî digire. Ango, wek kesekî ku hem pratîka demokrasiya şêwirmendî dike wek amûrek ji bo pêkanîn û berbiçavkirina prensîpên demokratîk, û hem jî wek kesekî ku lêkolîn û nivîsên wî li ser rola şêwirmendî û diyalogê di civakan û di sektora xwendina bilind de hene. Çalakiyên min ên pratîkî wek organîzator û sêwirînerê pêvajoyên şêwirmendiyê li ser bingeha tevgera xelekên xwendinê ya destpêka sedsala bîstan bû, ku li Skandînavyayê derket holê û paşê di karên Antonio Gramsci de li Îtalyayê xuya bû. Van rêbazan tekezî li ser şêwazên demokratîk û wekhev ên danûstandinê dikin, li ser bingeha şêwir û diyaloga rûbirû ku dikare bibe sedema dîtina zemînek hevpar û sêwirandin û îfadekirina çareseriyan ji bo pirsgirêkên hevpar, çi di kargehekê de, çi di taxekê de, an jî di asta rêxistinekê de be. Eger em bersivê bêtir bi pirsa we ya li ser hinceta demokrasiya şêwirmendî ve girêbidin, em dikarin bibêjin: teoriyên di warê têgihiştin û civaknasiyê û rêbazên pratîkî yên pêwendîdar ku ji aliyê kesên wek Vygotsky, Bakhtin, Bruner, Rogoff û yên din ve hatine pêşxistin, hincetek psîkolojîk ji bo pratîkên şêwirmendiyê peyda dikin ku hem dibin sedema fêrbûna komî û hem jî fêrbûna takekesî. Bi awayekî berfirehtir, tekezkirina Dewey li ser fêrbûna bi kirinê (fêrbûna ezmûnî) û îfadekirina wî li ser têkiliya di navbera demokrasî û perwerdehiyê de, piştgiriyek zêdetir ji bo pabendbûna bi çareseriyên civakî û ji bo pirsgirêkên aloz ên ku rûbirûyê civakên hevdem û pîşesazî dibin, peyda dike.
Analîza Freire li ser rê û şêwazên nedemokratîk ên ku ji bo tepeserkirina kesên di rewşek qels de ne, ronahiyê dide ser avahiya desthilatdariyê di wan pergalan de ku dibin sedema berdewamiya serdestiya hindikahiyekê li ser piraniyê. Demokrasiya şêwirmendî dikare ji bo rûbirûbûna pergalên rêveberiya otorîter û olîgarşîk were bikaranîn. Ji ber vê yekê, çarçoveyên civakî û çandî nêrînek girîng ji bo nirxandina şêwaza piraniyê an nûneratiyên demokrasiya rêveberiyê pêşkêş dikin. Cûdahiya Barber di navbera demokrasiya qels û demokrasiya xurt de di vî warî de sûdmend e. Avahiyên nûneratiyê ji ber ku hejmarek kêm ji karbidestên hilbijartî dikarin li şûna bi hezaran an bi milyonan kesan biryar li ser polîtîkayan bidin, qels in. Demokrasiya şêwirmendî, ku kombûnên cihêreng ên welatiyan dihewîne da ku bikevin nav diyalogek berfireh li ser pirsgirêkên lezgîn, şêwazek xurt a xebata demokratîk e. Ew şêwirmendiya ku pişta xwe dispêre tevlihevkirina dîtin, ezmûn û nasnameyan, îhtimaleke mezin heye ku zemînek hevpar ji bo çareserkirina pêdiviyên rastîn ên civakê biafirîne. Ev demokrasiya beşdarî, ku rewa, çalak û dadperwer e, dikare bêtir xizmeta berjewendiyên beşek berfireh a gel bike, li gorî şêwazên nûneratî û piraniya rêveberiyê.
Pirs: Gelo hûn wisa difikirin ku kalîteya ramana giştî, ne tenê encamên dengdanê, paşeroja demokrasiyê diyar dike? Hûn çiqasî bi vê yekê re hemfikir in?
Bersiv: Ev pirs ferz dike ku em têgihîştinek hevpar ji bo kalîteya ramana giştî heye. Di warê dîrokî de, tiştê ku Hunter wek çanda siyasî ya ronakbîrî ya tevlihev li Amerîkayê bi nav dike, şêwirmendiya kalîteya bilind a lihevhatinê dihewîne, ku çi tişt wekî rastî were hesibandin û gelo zanîn çawa tê hilberandin û ezmûnkirin, digel (piştî derketina tevgerên mafên medenî) ka ew nîqaş çawa werin kirin ku tê de guh li nêrînên her kesî were girtin. Di nîqaşên şêwirmendiyê de, desthilatdarî bi awayekî wekhev tê dabeşkirin. Her beşdar berjewendiyek taybet temsîl dike û pirrengiya dengên cihêreng ên ku tên bihîstin, dikare bibe sedema hilberîna wan çareseriyên (polîtîkayên) ku qenciya mezin pêş dixin. Berevajî vê, encamên dengdanê girêdayî wê yekê ne ku kî diçe dengdanê (ev jî girêdayî wê yekê ye ku kî mafê dengdanê heye û kî bawer dike ku dengdan girîng e). Ji ber vê yekê, beşdarbûna di dengdanê û encaman de girêdayî wê yekê ne ku berjewendiyên rêxistinkirî çawa bandor dikin (bi bikaranîna sermayê) li ser wê yekê ku kî deng dide û çima bawer dikin ku ev kar rast e û çawa deng didin.
Di van salên dawî de, rola medyaya civakî, zîrekiya çêkirî, pereyê reş û hewlên ji bo standina mafê dengdanê ji hin çîn û tebeqeyên diyarkirî bûne sedema xerakirina encamên dengdanê ji bo berjewendiya kesên desthilatdar û bi hêz, û yên ku kontrola serwet û dezgehên ragihandinê kirine. Demokrasiya şêwirmendî û beşdarî dikare bandora van pirsgirêkan kêm bike, lê ew jî tenê dema ku li ser astek berfireh û ji bo demek dirêj were meşandin.
Pirs: Lê gelo demokrasî dikare bêyî pabendbûneke giştî bi gotûbêja rasyonel û rêzgirtina ji hev re, heta dema ku hevrik nêrînên cuda hebin, berdewam be?
Bersiv: Bi rastî, ev ezmûnek mezin e ku em pê re mijûl dibin, lê ez ne piştrast im ku ti carî pabendbûnek giştî bi gotûbêja rasyonel re hebûbe, ji bilî rêzgirtina dualî di navbera îdeolojiyên cihêreng de. Mînak, ji dema koletiya yasayî ve, her tim di demokrasiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de dabeşbûn, nêrînên dijber, serweta newekhev û aloziyên nijadî hebûne. Heta civaka me ya piralî jî li dijî hewlên ji bo pêkanîna zemînek hevpar dixebite. Civakên ji aliyê aborî ve veqetandî, valahiya serwetê (bi taybetî wek nasnameyek nijadî/etnîkî) û pergalek perwerdehiyê ku ramana rexneyî pêş naxe, ku heya van demên dawî beşek mezin a xelkê dûr xistiye, hemû bûne sedemên girtina ramanên demokratîk. Rewşa heyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, nîşana wan hêz û bazaran e ku dibin sedem ku pêkanîna lihevhatineke bi rûmet dibe ku karekî dijwar be. Etîka welatîbûnê, ku li ser prensîp û pêvajoyên demokratîk û pabendbûnên exlaqî ji bo guhdanîna li xem û pêdiviyên cîranan hatiye avakirin, di bin zextek mezin de ye.
Gulan
