• Saturday, 07 February 2026
logo

Ano Cewher, Wezîrê Veguhastin û Gihanandinê yê Hikûmeta Kurdistanê: Li ser rênimayiyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pakêta înterneta malbatî heye û niha malbat dikarin sûdê ji bernameyên çavdêriya malbatî wergrin

Gulan Media February 7, 2026 Raport
Ano Cewher, Wezîrê Veguhastin û Gihanandinê yê Hikûmeta Kurdistanê: Li ser rênimayiyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pakêta înterneta malbatî heye û niha malbat dikarin sûdê ji bernameyên çavdêriya malbatî wergrin


Ano Cewher, Wezîrê Veguhastin û Gihanandinê yê Hikûmeta Kurdistanê: Li ser rênimayiyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pakêta înterneta malbatî heye û niha malbat dikarin sûdê ji bernameyên çavdêriya malbatî wergrin

 

Dr. Ano Cewher, Wezîrê Veguhastin û Gihanandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Berê serokê Hevpeymaniya Yekîtiya Neteweyî wek mezintirîn fraksiyona Kurdistanî ya birayên Krîstiyan di Parlamena Kurdistanê de bûye. Xwediyê bawernameya lîsans û masterê di warê Siyaset û Têkiliyên Navdewletî de ye û niha mijûlî amadekirina teza xwe ya doktorayê ye bi heman navnişanî. Di gotûbêja vê carê ya «Bazneya Gotûbêjê» de (encamên teknolojiya agahî li ser civakê), wek wezîrekî pispor di vê sektora hestiyar de, bi vî rengî dîtin û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin:

Zor spas ji bo Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim ji bo birêxistina vê gotûbêjê li ser vê pirsa hestiyar. Her wiha amadebûna vê koma zana û akademîsyen di vê gotûbêjê de, ku beşek ji wan mamosteyên min bûn û dersa IT’yê bi min gotine.

Mirovahî niha di serdemekê de dijî ku tê de pêşketina teknolojiyê, bi taybetî di sektora agahî û gihanandinê de, ne tenê guhertineke demkî yan rûkarî ye, belku guhertineke rîşalî û bingehîn e di tevahiya şêwazên jiyanê, modelên bîrkirinê û çawaniya birêvebirina têkiliyên civakî de. Ev pêşketina bilez ne tenê sînorên cografî û fîzîkî derbas kirine, belku çûye nav kûrtirîn qadên jiyana malbatî û saziyî. Pirsiyara sereke û cewherî di vê qonaxê de ne ew e ku gelo em wek ferd yan wek civak dixwazin bibin beşek ji vê guhertinê yan na? Ji ber ku ev rastiyeke misoger û dîrokî ye û li derveyî îradeya takakesî ye. Tiştê ku girîngiyeke stratejîk heye, têgihîştina çawaniya danûstandin û karkirinê ye bi vî pêla mezin re, da ku li şûna ku em tenê bibin bikarhênerekî bêdeselat û paşketî, em bibin lîstikvanekî hişyar û çalak ku dikare sûdê ji van derfetên zêrîn wergire ji bo geşepêdana nîştiman û civaka me.

Ger em bi hûrgulî li dîroka dûr û dirêj a mirovahiyê binêrin, em dibînin ku her dahênanek nû bandoreke mezin û kûr li ser bingehên civakê hebu ye. Dîrok ji me re dibêje ku teknolojî her dem wek motora sereke ya şaristaniyê kar kiriye. Bo nimûne, dahênana «çerx an jî wheel» beriya pênc hezar salan, ne tenê amûreke hêsan bû ji bo veguhastinê, belku şoreşek di bazirganî, şer û tevlîbûna çandî de pêk anî. Bi heman rengî, dahênana nivîsê şêwazê veguhastina zanînê ji qonaxa zarokî (devkî) bo qonaxa tomarkirinê guhert, ku ev jî bû bingeha zanist û dîrokê.

Di serdemên nûtir de jî, derketina otomobîl, televizyon û radyoyê ne tenê şêwazê çûnûhatin û wergirtina agahiyan guhert, belku pêkhateya malbatê û heta nexşesaziya bajaran jî guhert. Bi heman rengî jî teknolojiya agahî niha ne tenê amûr, belku cewherê jiyanê guhertiye. Teknolojî niha beşeke jêneveger e ji geşeya mirovî û her miletê nexwaze yan nezane xwe bi van pêşketinan re biguncîne, bêguman dê ji kerwana şaristaniyê bi paş bikeve.

Yek ji cudahiyên bingehîn ên teknolojiya serdemê bi dahênanên berê re, mijara «hişmendî» û «serbixwebûnê» ye. Bo têgihîştina vê, ez her dem wê nimûneya ku nivîskarê navdar «Yuval Noah Harari» behs kiriye tînim: Wî hişê destkird (AI) wek kêrekê wesif kiriye. Ev kêr dikare ji bo karên erênî wek amadekirina xwarinê were bikaranîn, yan jî bo karên neyênî û azardana kesên din. Di raboriyê de, amûr bi xwe ti îrade û hişmendiyek jê re tunebû, tenê daxwaza mirov bi cih dianî. Lê bi derketina hişê destkird re, mirovahî çûye qonaxekê ku amûr bi xwe celebek hişmendiya destkird û şiyana biryardana serbixwe peyda kiriye. Niha ew teknolojî ne tenê dizane çawa kar bike, belku şiyana wê heye amûrên din ên wekî xwe berhem bîne yan pêş bixe bêyî destwerdana rasterast a mirov. Ev guhertin aloziyeke mezin dixe pêşiya mirovahiyê û pêwîst dike ku em bi berdewamî agahiyên xwe nû bikin (Update) û asta têgihîştina xwe pêş bixin.

Bandora teknolojiyê li ser malbatê yek ji mijarên herî hestiyar e. Her çend amûrên gihanandinê cîhan kirine gundekî biçûk, lê metirsiyeke kûr jî çêkirine ku ew jî dûrbûna endamên malbatê ye di nav yek malê de. Gelek caran em dibînin endamên malbatê li tenîşta hev rûniştine, lê her yek ji wan di cîhaneke xeyalî (virtual) de winda bûye. Bo rûbirûbûna vê rewşê, pêwîst e «kodên reftarê» û protokola taybet di nav malbatan de werin danîn.

Dayik û bav di vê serdemê de erkê wan giranter e, lê em di Wezareta Veguhastin û Gihanandinê de li ser rênimayiyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pakêta înterneta malbatî (Family Package) me heye. Niha malbat dikarin sûdê ji bernameyên çavdêriya malbatî (Parental Supervision Applications) wergrin. Ev teknolojî derfetekê dide dê û bavan ku bi awayekî hişyarane çavdêriya wan naverokan bikin ku zarokên wan dibînin. Her wiha dikarin dema bikaranîna amûran diyar bikin da ku wext bo xwendin û gotûbêja rastîn a malbatî bimîne. Li vir mebest ne serkuta zarokan e, belku rênîşandana wan e di nav deryayeke bêsînor a agahiyan de.

Ev pakêt wek mertalekî parastinê kar dike; bi vî rengî ku hemû wan malper û navnişanên elektronîkî yên ku naveroka nexweş, tundûtûjî, hanndana bo bikaranîna madeyên hişbir, yan bêrêzî li hember ol û pîroziyan û pêkvejiyanê tê de hene, blok û qedexe dike. Ev xizmetguzariyeke nîştimanî ye ji bo malbatan hatiye dabînkirin.

Yek ji mezintirîn û metirsîdartirîn kêşeyên serdema teknolojiyê, pirsa nûçeyên sexte (Fake News) û bandorên wê yên xerab e li ser derûniya civakê û aramiya nîştimanî. Pêwîst e em cudahiyeke zanistî bikin di navbera nûçeyên sexte û piropagandeya elektronîkî (Electronic Gossip).

Nûçeyên Sexte: Ev ne proseyeke serberdayî ye, belku karekî rêxistinkirî ye û li pişt wê saziyên siyasî, aborî yan dezgehên îstîxbaratî hene. Armanc jê têkdana derûniya civakê û çêkirina bêbaweriyê ye di navbera hemwelatî û deselatê de. Rêya rûbirûbûna vê tenê qanûn nîn e, belku bihêzkirina ragihandina pîşeyî ye.

Piropagandeya Elektronîkî: Ev zêdetir dişibe «tabûra pêncem» lê di formekî dîjîtal de. Berê ger gotegotek hebûya, demeke dirêj dixwest heta ji kûçeyekê derbasî kûçeyeke din biba. Lê niha bi mobîlên zîrek, her kes dikare di çirkeyekê de piropagandeyekê bo hezarên kesan bişîne. Ev metirsiyek e bo ser rûmeta kesan û aştiya civakî.

Teknolojî niha bûye parçeyek ji jiyanê, loma divê bibe parçeyek ji bernameyên xwendinê jî. Em li Wezareta Veguhastinê bi hevahengiya bi Wezareta Perwerdeyê re dixebitin da ku bernameyekî zanînê bo qonaxên seretayî, navendî û amadehî amade bikin. Armanc ne tenê hînbûna komputerê ye, belku fêrkirina "Exlaqê Dîjîtal" e. Ev exlaq divê li ser van xalan be:

Rêzgirtin li taybetmendiya kesan (Privacy).
Parastina nehêniyên malbatê.
Parastina laş û rûmetê: Zarok divê fêr bibin ku di bin tu gef an zextan de wêne yan agahiyên hestiyar ên laşê xwe ji kesên nenas re neşînin.
Dîtineke şaş heye ku dibêje teknolojî dê mirovan bêkar bike. Lê berevajî, teknolojiyê bi hezaran derfetên kar ên nû afirandine. Tenê di warên wekî GPS Tracking, gihanandina (Delivery) û xizmetên elektronîkî de, zêdetirî 150 hezar derfetên kar bo ciwanan peyda bûne. Tê pêşbînîkirin ku di 5 salên bê de ev hejmar bigihe 400 hezarî li Herêma Kurdistanê.

Teknolojiyê derî li ber hemû çandên cîhanê vekiriye. Ciwanên me di bin bandora çandên tirkî, farsî, erebî, ewropî û hwd. de ne. Pêwîst e em şunasa (nasname) xwe ya neteweyî biparêzin di dema ku sûdê ji zanistê werdigrin. Divê em naveroka çanda xwe bi awayekî teknolojîk ê serdemî berhem bînin da ku em karibin di cîhanê de hevrikiyê bikin.

Cîhan ber bi qanûnên tund ve diçe bo parastina civakê. Bo nimûne, Awistralyayê bikaranîna sosyal medyayê bo zarokên bin 16 salî qedexe kiriye. Li Norwêcê behsa 18 saliyê tê kirin. Divê Parlamena me jî bi alîkariya pisporan qanûnên serdemî derxîne ku hevsengiyê di navbera azadiyê û parastina nifşên nû de çêbike.

Kurdistan her çend ji aliyê cografî ve herêmeke girtî be jî, lê deryaya teknolojiyê feyezanek bêsînor e ku tu çiya nikarin rê lê bigrin. Ev derfetek dîrokî ye bo ciwanên me. Ciwanên me niha di zanîngehên herî navdar ên cîhanê de di warê "Hişê Destkird" û "Zanista Datayê" de dixwînin. Ev ciwan sermayeya rastîn a vê axê ne.

Di dawiyê de ez tekez dikim ku paşeroja me bi wê ve girêdayî ye ku em çiqas dikarin ji van guhertinan fêm bikin. Şoreşa teknolojiyê ne tenê guhertina mobîlan e, belku guhertina eqliyetê ye. Bi tevlîkirina nirxên me yên resen bi zanista nû re, em dikarin nifşekî wisa ava bikin ku ne tenê ji kerwanê şaristaniyê bi paş nekeve, belku bibe pêşengê guhertinan di navçeyê de.

Top