Idrîs Barzanî: Peykersazê Cewherê Kurdayetiyê di nava Berdelaniya Dîrokê de Gulan Media
«Ew kesê ku amade nebe di pênava bidestxistina azadiyê de jiyana xwe bixe metirsiyê, dibe ku wek kesekî asayî bê naskirin, lê hergê nagihişte wê astê ku wek xwebirîndariyeke (hişmendiyeke) serbixwe bê dîtin. Mirovê rastîn wê demê ji dayik dibe ku bisepîne tiştek ji jiyana fîzîkî giringtir heye, ku ew jî rûmet û azadî ye. Ji bo ku mirov îsbat bike serbixwe ye, divê amade be jiyana xwe bixe metirsiyê; lewma heke em ji mirinê bitirsin û teslîm bibin, em dibin kole, lê heke em amade bin serkêşiyê bikin û li ber xwe bidin, em dibin serdar û serwer. Ji bo ku em bigihîjin azadiyê, divê em hemû wan qeyd û bendan red bikin ku rojgar dixe pêşiya me. Heke em ketin navbera du bijardeyên ‘kolebûn an mirin’, wê demê mirovê rastîn amade ye mirinê hilbijêre, ne kolebûnê.»
Hegel: Pirtûka Fenomenolojiya Ruh
Dema ku em Idrîs Barzanî wek «teksteke vekirî» ji bo îro dixwînin, wateya wê ewe ku em di dema xwendina wê tekstê de ji wê yekê dadicizirin ku ew tekst çawa hatiye nivîsandin an kê nivîsandiye, belkî ew çêja ku tekst di nav derzên dîrokê de ava dike, wek birûskekê me dilerizîne. Ev teksta ku di nav xalên hestiyar û dîrokî yên dijwar, di nav hovîtiya dijminan û perçebûna nav mala kurdî de hatiye berhemandin, êdî nivîskarê vê tekstê ne serkirdeyekî rawestiyayî ye, belkî dibe ew mirovê bilind ê ku di nav hesreta perçebûna mala kurdî û vîna polayî ya berevaniya li hebûna kurd de, li pey çareseriyekê digere; dibe ew peykersazê ku di nav berdelaniya dîrokê de cewherê kurdbûn û kurdayetiyê û nefreta ji perçebûnê dataşê.
Di nav vê tekstê de, îradeya Idrîs Barzanî wek projeyekê xwe nîşan dide. Wek ku Sartre dibêje «Mirovê herî kamil» (The most complete man) diyar dibe û bi xwe dibe ew projeya ku biryara bicihanîna wê dide. Lewma di vê çarçoveyê de, vîna Idrîs Barzanî ne tenê xwestekek sade ye, belkî projeyek e di duyaneya «berevaniya niştimanî û nefreta ji perçebûnê» de cih girtiye. Armanca wê ewe ku sengerên berevaniya neteweyî bihêztir bike û perçebûnê ji koka wê di dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de derîne. Nexwe heke dîrok ferz bike ku mezintirîn erkê mirov têkoşîn e ji bo gihîştina bi azadiyê, wê demê dîrokê li ser Idrîs Barzanî ferz kiribû ku divê di yek demê de di du eniyan de têbikoşe: eniyek ji bo têkbirina dijmin, û eniyek jî ji bo birêkxistina navmala kurdî. Lewma di bin barê van her du erkên trajîk de, beşê sereke yê berpirsyariya paşeroja tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê xiste ser milên xwe. Dema ku gihîşt wê qenaetê ku kurd bêyî yekrêziyê nagihîje ti encaman, bijardeyeke radîkal hilbijart û biryar da ku bi her bihayekî be divê mala kurdî bê birêkxistin û aliyên siyasî yên Kurdistanê careke din nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi hev re bernameyekê ji bo çarenivîsa geş a tevgerê deynin.
Xewna li pişt wê bijardeya radîkal, di mehên dawî yên sala 1986an de û yek-du meh berî koça wî ya dawî, bi îmzakirina peymana aştiyê ya di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de, rasterast di nav sengerên pêşmergeyan de Eniya Kurdistanî ji dayik bû. Lê koça dawî ya Idrîs Barzanî û êrîşên Enfal û kîmyabarankirina Kurdistanê bûn sedem ku di sala 1988an de bi fermî Eniya Kurdistanî bê ragihandin. Ev jî ew rûmeta ku Roland Barthes li ser çêja tekstê disekine û dibêje: «Çêja mezinahiya tekstê ewe ku di nebûna nivîskarê xwe de bi rûmettir diyar dibe». Lewma ew teksta ku bû çarçoveyek ji bo birêkxistina navmala kurdî û damezrandina Eniya Kurdistanî, bi nebûna Idrîs Barzanî wek teksteke zindî tovek çand ku di bihara sala 1991ê de di nav îradeya raperîna gelê Kurdistanê de berçav bû û parçeyekî Kurdistanê ji bo cara yekem di dîrokê de gihîşt azadiyê. Li ser vê beşa azad jî, piştî hilbijartinan, bo cara yekem di dîroka tevgera rizgarîxwaz de parlamen û hikûmeta Kurdistanê hatin damezrandin.
Duyaneya «berevaniya niştimanî û nefreta ji perçebûnê» du kodên aloz ên nav vê tekstê ne; lewma dema em dixwazin vê tekstê dubare bixwînin, bêyî vekirina van her du kodan em ji rûmeta wê vînê fam nakin. Lê dema pasporda yek ji van kodan ji me winda dibe, em di nav tekstê de winda dibin û nikarin îroya xwe pê bixwînin. Ev bi wê wateyê ye ku heke niha Idrîs Barzanî di nav me de biba û careke din ew tekst bixwenda, teqez bi eslê tekstê razî nedibû û li gorî rewş û serdemê dubare dadirişt; lê ji ber ku me pasporda koda «nefreta ji perçebûnê» winda kiriye, niha ew perçebûna navmala kurdî bûye xura û lûleya tivinga azadiya me ruxandiye.
Serok Barzanî dema behsa lojîk û zanabûna Idrîs Barzanî dike, hergê tenê wek birayekî behsa wî nake, belkî wek du hevalên yek rêbaz û yek sengerê kurdayetiyê. Serok Barzanî bi eşkereyî dibêje: «Heke qeder di destê mirov bixwe de biba, dibe ku min ew qeder hilbijartiba». Ev peyvên bilind ên Serok Barzanî, ji bilî wî tu kesekî din nikaribû bi wê asta bilind pênaseya Idrîs Barzanî ji bo me bike, ku dibêje: «Hemû sîfetên Cenabê Barzanî di Idrîs de hebûn».
Serok Barzanî û Idrîs Barzanî, ku piştî vegera Cenabê Mistefa Barzanî di sala 1958an de ji Yekîtiya Sovyetê, du şagirtên herî nêzîk ên destê wî bûn, heta sala 1987an her yek ji wan temamkerê yê din bû. Serok Barzanî baş dizanibû ku bi koça Idrîs Barzanî, erkê wî jî dikeve ser milê wî. Lewma di Kongreya 14ê ya PDKê de di sala 2022an de, dema Serok Barzanî behsa wî dikir, me hîs dikir ku hîn jî şîna kakt Idrîs bi dawî nebûye. Ev wefadariya Serok Barzanî nîşan dide ku ji bo wî Idrîs Barzanî ne tenê bira bû, belkî hevxebatê 40 salî yê rêbaza Barzanî û pêşmergeyê nav sengerê tevgera rizgarîxwaz bû.
Îro ku em 39emîn salvegera koça wî ya dawî bi bîr tînin, gelek giring e wek teksteke vekirî Idrîs Barzanî ji bo îro bixwînin. Êdî li du wê negerin ku mebesta wî çi bû, belkî divê em bi wî şêwazî bixwînin ka çawa dixwest erkên şoreşê bi Serok Barzanî re parve bike. Ew erkê ku hizir û eqîdeya Barzanî xistiye ser milê her pêşmergeyekî, daxwaz ji me dike ku em xiyanetê li emanetê nekin û wek Idrîs Barzanî alîkarê Serok Barzanî bin da ku di vê qonaxa dijwar de bi ser bikevin.
Ji bo niha, ew dijminê hov ê ku di nav her malekê de heye û bûye gef li ser rûmeta me, «perçebûn» e. Lewma Idrîs Barzanî ji me re dibêje: «Sengerê we yê yekem bila nefreta ji perçebûnê be û sengerê we yê duyem berevaniya niştimanî be. Heke di sengerê yekem de hûn piştgirê Serok Barzanî bin, di sengerê duyem de hûn ê bi hêsanî bi ser bikevin.»
