Leyla Ehmed: Li Kobaniyê metirsî li ser jiyana nexweşan heye
Berdevka Ofîsa PYDyê ya Kobaniyê Leyla Ehmed li ser rewşa mirovî ya Kobaniyê axivî û diyar kir ku Kobanî bûye wekî zîndanekê û metirsî li ser jiyana nexweşan heye.
Leyla Ehmed beşdarî bultena Rûdawê ya Hîwa Cemal bû û behsa rewşa xerab a bajêr kir û got:
"Kobanî niha bûye wekî zîndanekê. Ti alîkarî nayên. Av, kareba, înternet, şîr û derman nemane."
Wê ragihand ku Kobanî ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin û jiyan tê de gihîştiye asteke gelekî xerab û got, “Xizmetguzarî ji sedî 100 rawestiyane."
Leylayê amaje bi wê yekê kir, piştî wan rêkeftinan xelkê hêvî kir ku rewş asayî bibe lê berevajî derket û anî zimên:
"Bajar ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin. Gelek kes dixwazin vegerin gundên xwe lê ji ber metirsî û dorpêçê nikarin bilivin."
"Şîrê zarokan…"
Leylayê diyar kir ku pêdiviyên herî serekî yên jiyanê li bajêr peyda nabin û got:
"Xizmetguzarî bi temamî rawestiyane. Heta şîrê zarokan jî namîne, vê yekê jî metirsiyeke mezin li ser jiyana zarokan çêkiriye."
“Jiyana nexweşan di metirsiyê de ye”
Wê daxuyand dibistan vala bûne û xwendin rawestiyaye û li pey çû:
"Derman gelekî kêm bûne û hejmara bijîşkan sînordar e.
Ew nexweşên ku pêdiviya wan bi çareseriya bilez û neştergeriya giran heye, nikarin derkevin derveyî bajêr û jiyana wan di metirsiyê de ye."
“Em dev ji axa xwe bernadin”
Berdevka PYDyê behsa wê yekê kir ku hewl hatiye dayîn korîdoreke mirovî bê vekirin lê bê encam bûye.
Wê diyar kir ku zehmetî gelek in lê gelê Kobaniyê biryar daye ku bajêr vala neke û got:
"Xelkê me dibêje yan jiyaneke bi rûmet yan mirineke bi rûmet, em dê her li nav Kobaniyê bin û axa xwe terk nakin."
Rudaw
