• Sunday, 08 February 2026
logo

Michael Mousseau, Profesorê Karûbarên Navdewletî li Zanîngeha Navendî ya Florîdayê, ji Gulanê re: Parastina sîstema cîhanî ji aliyê Amerîkayê ve pêkan e û divê vî karî bike

Michael Mousseau, Profesorê Karûbarên Navdewletî li Zanîngeha Navendî ya Florîdayê, ji Gulanê re: Parastina sîstema cîhanî ji aliyê Amerîkayê ve pêkan e û divê vî karî bike

 

Michael Mousseau, Profesorê Karûbarên Navdewletî li Zanîngeha Navendî ya Florîdayê, ji Gulanê re: Parastina sîstema cîhanî ji aliyê Amerîkayê ve pêkan e û divê vî karî bike

Michael Mousseau, profesorê siyaset, ewlehî û karûbarên navdewletî ye li Zanîngeha Navendî ya Florîdayê. Di lêkolînên xwe de girîngiyê dide pêwendiya di navbera şert û mercên aborî û sazî û nakokiyan de. Xwediyê teoriyeke taybet e ku girêdayî wê yekê ye ku çawa derfeta wekhev di bazarê de nirxê diafirîne, ji bo lîberal demokrasiyê û anîna aştiyê di navbera netewe û dewletan de. Mousseau piştgiriya wê yekê dike ku welatên dewlemend hewl bidin, derfetên berfireh ên aborî ji bo wan welatên ku kêm pêş ketine, peyda bikin, ji ber ku ew di wê baweriyê de ye ku ev yek dibe sedema pêkanîna aştiyeke herdemî û dadperwerane li ser asta cîhanê. Di vî warî de, kovara Gulanê hevpeyvînek pê re saz kir, ku mijarên wê yên serekî girêdayî biryarên rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi serokatiya Donald Trump bûn, ji bo sepandina rêkarên bacên gumrikê li ser welatên rikber û dostên Amerîkayê û gelo ev yek heta çi radeyê berevajîkirina rê û rêbazên berê ye di warê pêwendiyên aborî û bazirganiyê de û gelo ev yek çi bandorê li ser pêwendiyên welatan dihêle?

* Wekî ku eşkere ye, sepandina rêjeyeke zêde û berçav a bacên gumrikê ji aliyê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Donald Trump, ve li ser gelek welatan, çi hevpeyman çi rikber, gelek bertek û şîrove jê re hatin kirin. Çima Donald Trump di girtina van tedbîran de ewqas lez kir?

- Ez di vî warî de dikarim vê bibêjim ku rêveberiya Donald Trump dikaribû ev rêkar bi awayekî bigirta dest ku çend dewletên diyarkirî zêdetir bikira armanc, bi taybetî ew welatên ku zêdetir di binpêkirinan de beşdar bûbûn, wek welatê Çînê. Lê ya ji hemûyan girîngtir, Trump dikaribû bi pêvajoyeke hêdîtir û sisttir vî karî bikira, da ku derfetê bide veberhêner û welatan, ku xwe ji bo lihevhatina bi vê guherîna mezin a cîhanî re amade bikin.

* Pir baş e, em vê mijarê bi babeteke din ve girê bidin, ew jî ew teoriya ku dibêje dewletên demokratîk nakevin nav şer bi hev re. Li vir pirs ev e, gelo ev şerê aborî ku di nav welatên demokratîk de jî derketiye holê, ti bandorek li ser wê teoriya ku me behs kir heye? Mebesta me ew e, gelo dibe ku aştiya di navbera dewletên demokratîk de bixe xeterê?

- Bi dîtina min, ev mijar nabê sedema lawazkirina hevpeymaniya di navbera dewletên demokratîk de. Ji ber ku divê em bizanibin ku ev hevpeymanî ne girêdayî serkirdayetiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, an jî tiştê ku hinek jê re dibêjin "hêza nerm a Amerîkayê" ye, belkû bingeh û hîmê vê hevpeymaniyê nirx û berjewendiyên hevpar in. Lewma, encam ew e ku dewletên demokratîk dê berdewam bin li ser xebata nêzîk bi hev re, heta eger Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dest ji rola xwe ya serkirdayetiyê berde û rola xwe ya bazirganiyê kêm bike.

* Tê gotin ku serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Donald Trump, ew rêkar û rêbazên ku sedsalek e hene û bûne sedema misogerkirina aştî û geşedanê li ser asta cîhanê, ji hev xistine. Lewma, gelo dibe ku di demeke dirêj de cîhan xwe ji bo tevlihevî û aloziya aborî amade bike?

- Ez jî dibêjim divê cîhan xwe ji bo tevlihevî û aloziyê amade bike, lê ez bawer nakim ku ev rewş dirêj bike. Tiştê ku Donald Trump dike, rêkareke tund û ne asayî ye, û ev rewş piştî hilbijartinên serokatiyê yên bê yên Amerîkayê -sala 2028-an- dê bi dawî bibe, eger em nebêjin zûtir jî derbas dibe. Paşê, şert û merc dê wisa bin ku dewletên demokratîk dê ji nêzîk ve bi hev re bixebitin. Ji ber ku ev dewlet bi gel û aboriyên xwe serdesttir dibin ji Rûsya û Çînê, sîstema cîhanî dê xwe ragire û bihêz be. Tevî van hemûyan, çend salên pêş dê tijî hilkişîn û daketin bin, ji ber ku aboriya cîhanê girêdayî û pêbendî baweriyê ye. Mijara ku tenê kesek di posta serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de dikare ewqas tevlihevî û nediyariyê biafirîne, bûye sedem ku ev bawerî têk biçe, û vegerandina vê baweriyê pêwîstî bi danîna hin sînorên cidî li ser desthilata serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heye, di derbarê şiyana wî ya sepandina bacên gumrikê de.

* Hin rexnegir van rêkarên Donald Trump wekî destpêkirina şerekî navokî yê aborî bi nav kirin, bi taybetî di derbarê encamên wê de. Gelo hûn di wê baweriyê de ne ku ev wesifkirineke rast a rewşê ye?

- Di rastiyê de, serkirdeyên dewletên demokratîk ew yek li ber çavan girtine ku divê, bi awayekî ji awayan, xwe ji şerekî bazirganî bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re dûr bixin. Gelek kes di wê baweriyê de ne ku stratejiya herî baş bêdengî ye û rêdan e ku bazar û hîsse Trump sînordar bikin. Lê tiştê ku bi welatê Çînê ve girêdayî ye, Çîn cuda ye, ku serkirdeyên wê ji aliyê bazarên hîsse û bonoyan ve nehatine sînordarkirin û armancên wan ên bilind hene. Herwiha, di hundir de bi hestên neteweperest ên gelê xwe sînordar in, ku ji wan daxwaz dikin serî li hember daxwazên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê netewînin. Çawa dibe bila bibe, eger şerekî mezin ê bazirganiyê di navbera Çîn û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de derkeve û aboriyên van her du welatan ji hev qut bibin, wê demê zirarên Çînê dê gelek zêdetir bin ji wan zirarên ku digihîjin Amerîkayê, û encama vê rewşê dê bibe astengiyên mezin ji bo daxwaza Çînê ya bidestxistina pozîsyona hegemonî û serdestiyê. Pêwîst e serkirdeyên Çînê vê rastiyê li ber çavan bigirin, lewma dibe ku biryarê bidin ku bi bêdengî danûstandinan bikin.

* Her tim tê gotin ku siyaset biryarê li ser rê û aliyên din dide, lê gelo hûn wisa nafikirin ku piştî serokê Amerîkayê, Donald Trump, ev araste di warê pêwendiyên aborî û bazirganiyê de bi piraniya dewletên cîhanê re girt ber xwe, em dikarin bibêjin ku me gav avêtiye qonaxekê ku biryarên siyasî bi tevahî di bin sîbera mijarên aborî de tên formulekirin û derxistin?

  • Dê karekî baş û alîkar be eger em wêneya mezin a dîrokî li ber çavan bigirin. Ti carî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nexwestiye ku bibe serkirdeya cîhanê, herwiha gelê Amerîkayê dê kêfxweştir û bextewartir bibe eger bikaribe wek gelê welatê Swîsreyê bijî, ango bibe gelekî bêalî di hemû mijaran de û xwe ji karûbarên cîhanê dûr bigire û tê de beşdar nebe. Di salên sîhî yên sedsala borî de ev yek baştir diyar bû, dema ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hewl da di warê bazirganiyê de zêdebarî (trade surplus) hebe û ji aliyê siyasî ve jî bêalî be. Lê tiştê ku me dît, ev bû ku ev yek bû sedema hilweşîna aboriya cîhanê û derketina tundrewiya siyasî û destpêkirina Şerê Cîhanê yê Duyem. Piştî vî şerî, serkirdeyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê fêm kirin ku pêwîst e dev ji bidestxistina zêdebariya bazirganiyê berdin û li şûna wê divê bixebitin ku bibin dînamoya aboriya cîhanê, wek kiriyarê herî mezin ê kelûpelên cîhanê. Herwiha, divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wek parêzvanê sîstema cîhanî kar bike, ji ber ku ew welatê herî mezin e û cihê herî zêde baweriyê ye ji bo vî karî. Pirsgirêk ev e ku wisa dixuye ku niha dengdêrên Amerîkî ev ders û şîreta salên sîhî yên sedsala bîstan ji bîr kirine. Donald Trump jî ji vê rewşê sûd wergirt û karî serokatiya wî welatî bi dest bixe. Mixabin, ev rewş dê hin rewşên nexwestî biafirîne, wek paşketina aborî, berî ku dengdêrên Amerîkî careke din wê yekê li ber çavan bigirin ku pêwîstiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi cîhanê heye û pêwîstiya cîhanê jî bi Amerîkayê heye.

Gulan

Top