Dr. Roksan Fermanfermaiyan, Pispora Têkiliyên Navneteweyî li Zanîngeha Princetonê, ji Gulanê re: Ewlehî û aramiya Rojhilata Navîn ketiye qonaxeke werçerxanê û pêşeroja wê ber bi nezelaliyê ve biriye
Dr. Roksan Fermanfermaiyan, Pispora Têkiliyên Navneteweyî li Zanîngeha Princetonê, ji Gulanê re: Ewlehî û aramiya Rojhilata Navîn ketiye qonaxeke werçerxanê û pêşeroja wê ber bi nezelaliyê ve biriye
Dr. Roksan Fermanfermaiyan, bi eslê xwe Îranî ye û neviya Mîrzayê Qacarî yê Îranî (Menuçehr Fermanfermaiyan) e, û yek ji wan akademîsyenan e ku bi şêweyekî meydanî lêkolînên zanistî li ser Rojhilata Navîn, Tirkiye û Îranê kiriye. Di sala 2013'an de, kanala El-Cezîreyê 150 hezar Paund jê re terxan kir, da ku lêkolîneke zanistî li ser "Rola Medyayê di Qonaxa Veguherînê ya Tûnisê de" pêk bîne. Herwiha di sala 2014'an de ev mîqdara pereyan ji bo 480 hezar Dolarî hate zêdekirin, da ku lêkolîna xwe berfirehtir bike û her du dewletên Mexrib û Tirkiyeyê jî li xwe bigire.
Ji bo axaftina li ser wê werçerxana ku êrîşên Amerîkayê li ser sazîyên navokî yên Îranê di siyaseta Rojhilata Navîn de tîne holê, me ev hevpeyvîn ligel Dr. Roksan Fermanfermaiyan pêk anî.
*Berî her tiştî, gelo li gorî baweriya we, armanca stratejîk û serekî li pişt êrîşên hewayî yên Amerîkayê li ser sazîyên navokî yên Îranê çi bûye? Gelo ev tê wateyê ku dê guhertinên gelek mezin li ser siyaseta Amerîkayê di asta Rojhilata Navîn de bi xwe re bîne?
Ji bo axaftina li ser êrîşên hewayî yên Amerîkayê li ser sazîyên navokî yên Îranê, girîng e ku em di çarçoveya têkiliya demdirêj a Amerîka û Îranê de şîrove bikin. Ew yek ku Amerîkayê êrîşî ser sazîyên navokî yên Îranê kiriye, ez wek guhertineke mezin û bingehîn nabînim, belkî tekezkirina Amerîkayê ye li ser pabendbûna xwe bi bikaranîna hêzê ji bo pêşîlêgirtinê (deterrence) da ku Îran nebe xwedî çeka navokî, yan jî serdestiya xwe li ser herêmê nesepîne. Bêguman Donald Trump, an jî her serokekî din ê Amerîkayê, gelek caran serî li kiryarên leşkerî yên bi vî rengî dane, ku wek peyamekê ne tenê ji Îranê re, lê belê ji hevpeyman û rikberên xwe re jî şandine. Ev jî tê wê wateyê ku ev êrîş ji aliyê leşkerî ve îşaret bi wê yekê dikin ku kariye bi awayekî pir hûr wan armancên sembolîk têk bibe ku berê guman li ser wan hebû.
Ji aliyê siyasî ve, ev êrîş îşaret bi wê yekê dikin ku Amerîka pabend e ku parêzvaniya serdestiya xwe li herêmê bike û nehêle ti aliyek, bi taybetî Îran, xetên sor ên Waşîngtonê derbas bike. Lê ligel van hemûyan, nabe ev yek wek guhertineke bingehîn di siyaseta Amerîkayê de beramberî Rojhilata Navîn were polenkirin. Heta niha jî Amerîka li dengeyekê digere di navbera bikaranîna zext û hêza leşkerî ligel hewldanên dîplomatîk. Ji ber vê yekê, ev êrîş çiqas bi hêz jî bûbin, lê di çarçoveya têkiliya demdirêj a (Waşîngton û Tehran) de wek peyameke bi zorê ya zexta Amerîkayê (coercive signaling) beramberî Îranê tê xwendin.
*Ev şîroveyeke realîst e, lê pirs ev e, gelo Îran dê çawa bi encamên van êrîşan re tevbigere di çend mehên pêş de, yan jî di pêşerojeke nêzîk de?
Îran di rewşeke gelek hestiyar de ye û li ser asta navxweyî zexteke mezin li ser e ku xwe wek "hêzdar" nîşan bide. Ji bo vê yekê, tundrew û Artêşa Pasdaran hewl didin ku van êrîşan bi sivikî bi nav bikin û îşaret bi wê yekê dikin ku ti encamek jê derneketiye. Lê li ser asta serkirdayetiya Îranê, bi temamî haydar in ji wan metirsiyên ku di egera rûbirûbûneke seranserî de ligel Amerîkayê derdikevin holê. Ji ber vê yekê, di vê çarçoveyê de pir bi hûrî lêkolîna bertekên xwe dikin û naxwazin bi awayekî seranserî bi Amerîkayê re bikevin nav tevliheviyê. Ji ber wê tê texmînkirin, ku bertekên wan dê hilbijartina çend armancên nerasterast bin ku bixwazin bersivê bidin. Herwiha Îran di bikaranîna amûrên asîmetrîk (asymmetric tools) de xwedî ezmûn û şareza ye, wek operasyonên sîber, livandina hêzên xwe yên proksî, serîlêdana taktîkên leşkerî li herêmên gewr (gray-zone tactics) ku dikare bi awayekî maqûl înkara kiryarên xwe yên leşkerî bike.
Di vê çarçoveyê de, ez wisa pêşbînî dikim, ku eger Îran kiryareke leşkerî wek tolhildanê pêk bîne, dê xwe ji armancên rasterast ên Amerîkayê biparêze, lê dixwaze bi rêya wê kiryara leşkerî wê peyamê bişîne ku hê jî li ber xwe dide û şiyana bersivdayînê maye. Ji aliyê dîplomatîk ve jî piştî van êrîşan, Îran serî li wan hevparên xwe yên navneteweyî dide, wek "Rûsya û Çîn", û li ser asta herêmê jî serî li aktorên herêmî dide wek Qeterê, da ku helwesteke navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe ava bike û bi rêya dîplomatîk rewşê aram bike. Di vê çarçoveyê de, Îran dixwaze xwe wek aliyekî ku dijwariyê qebûl nake (defiant) nîşan bide, ne ku wek aliyekî têkçûyî (reckless) xuya bike. Hewldanên ji bo ragirtina vê hevsengiyê dê her tim bingeha karê siyaseta dîplomatîk a Îranê be dema ku dikeve bin zextê.
*Li ser asta aktorên herêmî, gelo di vê demê de Siûdî û Îmarat dikarin çi rolekê bilîzin?
Ev aliyekî pir girîng û diyarker e. Me dît ku di heyama du salên borî de "Riyad û Ebû Dabî" pêngav avêtine ji bo aramkirina helwestên xwe beramberî Îranê, lê ev pêngava wan ne li ser bingeha baweriyê bûye, belkî neçar bûne û rewşa xwe li ber çavan girtine. Niha hemû çavên Siûdiyan li ser stratejiya "Vîzyona 2030" e ku bi serkeftî pêk bînin, ku ev jî ji pirrengkirina aboriyê û aramiya bazara enerjiyê pêk tê. Hebûna aloziyan û şer vê stratejiyê li Siûdiyê têk dide. Bi heman şêweyî, Îmarat jî dixwaze xwe wek navbeynkareke bêalî di nav dîplomasiya herêmê de pênase bike û dixwaze wisa nîşan bide ku ti berjewendiya wê nabe eger xwe tevlihevî rûbirûbûnên Îran û Amerîkayê bike. Lê wek rastî, Îmarat nikare wek "bêalîbûna tam" bimîne, ji ber ku wan mêvandariya baregehên leşkerî yên Amerîkayê kiriye û hevpareke girîng a ewlehiya Amerîkayê ne. Ji ber vê yekê, eger rewş ji kontrolê derkeve, dê rûbirûyî encamên navxweyî û herêmî bibin. Ji ber wê, ez wisa dibînim ku dê gelek bi hişyarî û hestiyarî pêngavan biavêjin. Ji aliyekî ve hewl didin têkiliyên xwe bi Îranê re vekirî bihêlin, û ji aliyê din ve jî hewl didin ku li pişt perdeyê têkiliyên xwe bi Amerîkayê re xurttir bikin. Ji ber vê yekê, dibe ku ji bo vê mebestê serokên dewletên Kendavê peyam û helwestên nû nîşan bidin û daxwaz bikin ku çarçoveyeke herêmî were avakirin da ku gotûbêj li ser ewlehiya herêmî bikin. Ev jî ne tenê li ser bingeha pêşîlêgirtinê (deterrence), belkî di ber aramiya herdemî ya herêmê de be, ku ev jî armanceke dûr e û bi hêsanî bi dest nakeve.
*Bêguman li herêmê aktorên nedewletî hene. Gelo Îran serî li bikaranîna van aktorên hanê dide, bi taybetî Hizbullaha Libnanê û Hûsiyên Yemenê?
Bi teqezî, heta radeyekê niha jî Îran wan aktorên hanê bi kar tîne. Stratejiya herêmî ya Îranê li ser bingeha stratejiya kûrahiyê (strategic depth) hatiye avakirin, ev jî tê wê wateyê ku dikare hêza xwe nîşan bide bêyî ku hêzên xwe rasterast bilivîne. Mînak, di çend rojên borî de Hûsiyan çalakiyên xwe yên dronan zêde kirine, Hizbullahê jî piştgiriya xwe ji bo Îranê dubare kiriye. Ev kom wek amûrên nerm û guncaw ên siyasetê kar dikin û dikarin zextê li ser Îsraîlê bikin û bazirganiya deryayî aciz bikin, yan jî binesaziya dewletên Kendavê bikin armanc. Li hemberî vê, Îran dikare van kiryaran înkar bike û bibêje ku ti pêwendiya wan bi me re nîne. Lê ligel van hemûyan, eger hêzên proksî yên navneteweyî zêdegaviyên zêdetir bikin, dê encamên rasterast li ser Tehranê jî hebin. Mînak, eger Hizbullaha Libnanê êrîşeke mezin bike ser Îsraîlê, yan jî Hûsî ziyaneke mezin a canî bigihînin welatiyên dewletên Kendavê, wê demê dibe ku hevpeymaniya navneteweyî bi awayekî bertek nîşan bide ku Îran nikaribe kontrol bike. Dîsa ez pêşbîniya hin bertekên sembolîk û provokatîf dikim ku dê bibe sedem ku lêçûna bersivdayînên Amerîkayê bilind bibe, bêyî ku bigihîje asta şerekî seranserî û herêmî. Lê di rewşên wiha de, dibe ku mijar bi hêsanî ji kontrolê derkevin.
*Yek ji pisporiyên we "ragihandin û dîplomasiya giştî" ye, gelo vegirtina bûyeran heta çi astê girîng e di dariştina nêrînên navneteweyî de?
Bi rastî şêwaza vegirtina bûyeran ji aliyê medyayê ve heta asta herî jor girîng e. Niha şer ne tenê bi roket û dronan tên kirin, belkî zanyarî jî alîkariya wan dike. Bi wateyeke din, vegirtin çarçoveyekê ji bo her aliyekî pirsgirêkê diyar dike; kê yekem car destpêşxerî kir û bombebaran kir, kîjan alî qurbanî ye û di metirsiyê de ye. Bêguman ev hemû bandoreke mezin li ser rewayiya navneteweyî, morala navxweyî û baldariya dîplomatîk dikin. Îran ji bo vê mebestê sîstemeke pêşketî ya amûrên ragihandinê û kiryarên elektronîkî ava kiriye ku tê de propagandaya helwesta Îranê li ser asta navneteweyî dike. Amerîka jî bêguman şêwazekî taybet ê ragihandinê heye, û her du alî jî bi temamî dizanin çawa bûyeran ji raya giştî ya cîhanê re vegirin. Ji ber vê yekê, di vê mijarê de, Waşîngtonê hewl daye van derbeyan wek pêwîstî û berevanî vebêje û wek bertekekê li hember gefên zêdebûyî nîşan bide. Li hember, Îranê hewl daye xwe wek qurbaniyekî mezlûm û li hember dijminatiyeke zalim nîşan bide. Ji ber vê yekê, ev ne tenê şerê gotaran e, belkî bandora wê dê li ser wê yekê hebe ku dewlet dê çawa li Neteweyên Yekbûyî deng bidin, dê çawa bersiva bazara cîhanî bidin, û dê çawa welatiyên wan herêman bûyeran bixwînin. Ji bo welatên wek Iraq û Libnanê, heta ji bo dewletên Ewropayê jî, dibe ku ew vegirtin bibe sedema alîgiriya aliyekî li dijî yê din, yan jî bibe sedem ku banga aramkirina rewşê were kirin.
*Di dawiyê de, eger em bi giştî li wêneya mezin binêrin, gelo em ê di binyada ewlehiya demdirêj a herêma Rojhilatê de guhertinên mezin bibînin?
Ez wisa difikirim ku em dikevin qonaxeke veguhêz. Berê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê garantorê serekî yê ewlehiya herêmê bû, lê ev serdestiya Amerîkayê rûbirûyî dijwariyan dibe. Ev ne tenê ji aliyê Îranê ve, belkî li ser asteke pir berfirehtir e ku ew jî pir-cemserî ye. Bilindbûna Çîn û Rûsyayê wek du hevparên serekî di sîstema navneteweyî de, dibe sedem ku hêzên herêmî zêdetir serbixwe bibin. Di vê çarçoveyê de, perestgeha jeopolîtîk lewaztir û jihevketî xuya dike. Di vê rewşê de em dibînin ku hêzên bi bandor ên herêmî wek "Tirkiye, Îsraîl, dewletên Kendavê", kêmtir pişta xwe bi arastekirina Amerîkayê girêdidin û zêdetir dikevin nav pêşbirkên rasterast û dîplomatîk.
Eger pevçûna dawî bandoreke cidî hebe û bibe sedema "diyalogeke nimûneyî", wê demê ev yek dê bibe handanek ji bo ji nû ve birêxistinkirina ewlehiyê bi serkirdayetiya herêmî li deverê. Eger ev yek neyê kirin û serkeftî nebe, wê demê rewş dê veguhere cemsergiriyeke zêdetir û şerê proksî li herêmê, û em ê bikevin qonaxeke pir aloztir. Bi her awayî, sîstema kevn ber bi jihevketinê ve diçe, û ew rêyên ku di mehên pêş de werin girtin, dê şeklê wî sîstemê ku li herêmê ji nû ve ava dibe, diyar bikin.
Gulan
