Mela Receb Mihemed Salih, Xutbexwîn û Pêşnimêjê Mizgefta Koxê ya li bajarokê Qesrokê ji Gulanê re: Hin kes û aliyên îslamî yên siyasî, berevajî hîmên Îslamê, hewl didin ola Îslamê wekî tundûtûj nîşan bidin
Mela Receb Mihemed Salih, Xutbexwîn û Pêşnimêjê Mizgefta Koxê ya li bajarokê Qesrokê ji Gulanê re: Hin kes û aliyên îslamî yên siyasî, berevajî hîmên Îslamê, hewl didin ola Îslamê wekî tundûtûj nîşan bidin
Ola pîroz a Îslamê ji tundûtûjiyê dûr e û miletê Kurd ê misilman jî gelek bi rindî û resenî ev ol kiriye bingehek ji bo pêkvejiyan, lêborîn û xêr û xweşiyê ji bo mirovahiyê, lê belê komên îslamî yên siyasî dixwazin vê ol û dîroka resen a Kurd nerind bikin. Li ser vê pirsê, kovara Gulanê hevpeyvînek ligel Mamosta Receb Mihemed Salih, şareza û pisporê Şerîeta Îslamê û Xutbexwîn û Pêşnimêjê Mizgefta Koxê ya li navenda bajarokê Qesrokê pêk anî.
Bi derketina kom û aliyên îslamiya siyasî re, em dibînin ku ji bo berjewendiyên xwe ola pîroz a Îslamê ji bo siyaset û perestinê (îbadetê) dabeş kirine. Gelo ev dabeşkirina Îslamê ji bo Îslama siyasî û îbadetê, heta çi astê xizmeta Îslamê kiriye?
Piştî hilweşîna Xîlafeta Îslamî li Stenbolê, Îxwan Muslimîn li Misrê hate damezrandin, paşê bi taybetî piştî ku ew partî û aliyên laîk (elmanî) ên li welatên Erebî hebûn, nikarîbûn serkeftinê bi dest bixin, êdî gelek bîr û ramanên îslamî di çarçoveya gelek komel û koman de xwe dîtin. Ew kom û aliyên îslamî yên siyasî, mebesta wan zêdetir gihîştina desthilatê û berjewendiyên xwe bû û kar û rêxistinên wan di bin perdeya ola pîroz a Îslamê de ji bo wê yekê bû ku kes û xelkê sade, nexwenda û hejar bi wî awayî bînin nav refên kom û aliyên xwe. Ji wê demê ve, dabeşkirineke berçav a ola Îslamê ji bo bendetiya Xwedê û siyasetê çêbû. Her çend di Qur'ana Pîroz û hedîsên Pêxember de (Silavên Xwedê lê bin) diyar û eşkere ye ku hatina peyama Îslamê di pileya yekem de ji bo xwedêperestiyê ye û paşê ji bo rêkxistina civaka mirovahiyê ligel hev e, ji bo asûdehî, xweşguzeranî û pêkvejiyaneke aştîyane û bi lêborînî ye, ji ber ku civaka mirovahiyê bi awayekî ye ku ji gelek netewe, hoz û eşîran pêk hatiye, da ku bi hev re bijîn. Lê belê ew alî û komên îslamî, ji ber bîr û nêrînên cuda yên li ser olê ji bo bidestxistina desthilatê û armancên xwe yên taybet, zêdetir bûn sedema çandina nakokî û dubendiyê di nav civakan de. Ji vî encamî em digihîjin wê yekê ku dabeşkirina ola Îslamê ji bo îbadet û siyasetê, ne tenê karekî ne baş e, belkî sedemek e ji bo têkdana civakê û têkiliyên civakî jî. Ji aliyekî din ve, her partî û aliyek, nav û bîr û programeke wan çi dibe bila bibe, ji aliyê kîjan kes û xelkê ve be û ji olên cuda jî bin, eger dadwerî û wekheviyê di nav civakê de ava bikin, ew guncaw e û karekî baş û serkeftî ye. Lê belê alî û partiyên îslamî yên ku li cîhanê hene, Herêma Kurdistanê jî di nav de, xwe di çarçoveya çend partiyan de derxistine û dane nasîn, û hemû jî îdîa dikin ku li ser hîmên ola Îslamê hatine damezrandin. Lê em dibînin ku armanca wan hemûyan ji bo xwe û berjewendiyên wan e, bi taybetî di gihîştina desthilat û kursiyê de. Ji ber vê yekê, divê em li vir ji wan bipirsin: Eger mebest û armanca we ya sereke (partiyên îslamî) tenê ji bo berjewendiya ola pîroz a Îslamê be, hîmên Îslamê saxlem in, çima hûn nabin yek partiyeke îslamî? Bêguman bersiva vê ji bo me hemûyan eşkere ye. Na, ew di bin bîr û baweriyeke derve de ji bo berjewendiyên xwe yên taybet û gihîştina desthilatê hatine damezrandin, û vê yekê zerareke mezin gihandiye civak û xelkê me.
Fikrê îslamiya siyasî, bi derketina xwe re, giringiyê nade pirsa ax û neteweyê, û pîroziyên neteweyî bêqîmet dike. Gelo pîroziya axê û rakirina aîdiyet û pîroziyên niştimanî çi karesatekê bi xwe re tîne, an li cem Xwedayê Mezin û ola pîroz a Îslamê ax û niştiman pîroz in û divê parastin û berevanî lê bê kirin?
Pêwîst e ax li cem mirovan gelek pîroz be. Eger ax nebe, mirov çawa dikare xwedêperestiyê bike? Di ola Îslamê de pênc tişt hene ku divê gelek parastina wan bê kirin, ku ew jî ev in: "dîn, eql, nefs, nesl, mal". Ji ber vê yekê, li gorî Qur'an û hedîsên Pêxember, her kesê ku di dema parastina van pênc tiştan de were kuştin, ew wekî şehîd tê hesibandin. Yanî, li ser me ferz e ku em berevaniyê li ax û niştimanê xwe bikin û nirxên wê yên pîroz û bilind jî biparêzin, ne wekî ku îslama siyasî di vî warî de belav dike, ku mebesta wan a sereke rakirina aîdiyeta (girêdanbûna) bi wî ax û niştimanî ye ku em li ser dijîn. Ew program û hizra hanê jî derveyî ye û ji aliyê dijminên gelê Kurd ve hatiye dariştin û her ew dijmin û alî ne ku kirine ku heta niha, di sedsala 21'an de, gelê Kurd bindest e û ne xwediyê welatê xwe ye. Ji aliyekî din ve, îslama siyasî di ragihandin û bangewaziyên xwe de dibêje ku kesê di hilbijartinan de dengê xwe bide me, ew ji bo wî wekî hec tê hesibandin. Ev jî yek ji wan xapandin û fêlan e ku li gel xelkê dikin, ji ber ku ew bangewaziyên wan ti rastî û bingeheke ola Îslamê nînin. Xwedayê Mezin ku mirov afirandine, maf daye wan ku ax û niştimanê xwe biparêzin û jiyan û xwedêperestiyê li ser bikin. Lê îslama siyasî ne tenê hezkirina ax û niştimanê ji bîra xelkê dibe, belkî sedema çandina tovê dubendiyê jî di civaka me de ye.
Em Kurd wekî gelekî misilman, xwedî dîrokeke pak a misilmantî û kurdayetiyê ne û gelek zanyarên mezin ên Îslamê yên me hebûne û hene. Her wiha, hemû serkirdeyên tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê, ji Şêx Seîdê Pîran heta Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî, mele û zilamên olî bûn. Çima îslama siyasî vê dîrokê ji bîr dike û dixwaze dîrokeke din li Kurdistanê belav bike, ku ew jî dîroka Erebî ye?
Ew kar û pîlanên li dijî miletê Kurd ji aliyê dijmin û destên derve ve di dirêjahiya dîroka Îslamê de heta niha jî berdewam bûne. Tevî ku tevahiya dîroka Îslamê nîşan dide ku Kurd jî miletekî misilman e ku bi aştî û daxwaza xwe hatiye ser ola Îslamê. Ji ber vê yekê jî Kurd xwediyê gelek zanyar û şarezayên ola pîroz a Îslamê ne, di demên kevn û niha de jî, û helbestvanên Kurd ên mezin û navdar jî ji kesên şareza û pisporên ola Îslamê ne. Ji aliyekî din ve, serkirdeyên rizgarîxwaz ên miletê Kurd, ji Şêx Seîdê Pîran heta Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî, mele û kesayetiyên îslamî bûn û bi hemû karîn û wêrekiya xwe, ne tenê berevanî li ax û niştimanê me kirine, belkî berevaniyeke tam li ola pîroz a Îslamê jî kirine. Mînakek ji wan karên girîng ku Mele Mistefa Barzanî di nav şoreşê de kiriye, ew e ku Yekîtiya Zanyarên Ola Îslamê ya Kurdistanê damezrand, ku ew stûneke gelek girîng û berçav e ku heta niha jî xizmeta ola Îslamê dike.
Behsa hilberandina tundûtûjî û terorê di fikr û programa îslama siyasî de tê kirin. Gelo çandina tovê tundûtûjî û terorê (îrhab) heta çi astê civakê ber bi bêaramî û wêranbûnê ve dibe?
Ola pîroz a Îslamê ku hatiye, ji bo yekgirtin, xweşguzeranî û biratiya mirovan bûye, û ji bo pêkanîna van jî divê tundûtûjî nebe. Di her dem û cihî de, ev ola pîroz bi rêya Qur'an û hedîsên Pêxember dikare li ser bê xebitandin. Mixabin kes hene ku di nav hemû sûre û ayetên Qur'ana Pîroz de bi awayekî kar dikin ku xalekê bibînin û ji bo tundûtûjî û mebestên xwe bi kar bînin. Tevî ku hemû mamosta, zanyar û pisporên Îslamê yên ku bi temamî di Qur'an û şerîeta Îslamê de şareza ne, ti caran negotiye ku di vê ola pîroz de tundûtûjî heye, an jî ligel tundûtûjiyê ye. Belkî, peyama Îslamê ji bo pêkvejiyan, asûdehî, aştî û dadweriyê ye û Îslam cudahiyê naxe navbera ti kes, netewe û hozan de, da ku nakokî di navbera wan de nebe. Belkî maf, ziman, ax û çanda her netewe û miletekî wekî heqê wî dîtiye. Lê ew destkarî, nakokî û tundûtûjiya ku behsa wê tê kirin û ji aliyê hin kom û aliyan ve bi navê Îslamê tê bikaranîn, mînak wekî DAIŞ, gelek ji heqîqet û hîmên ola pîroz a Îslamê dûr e.
Xaleke din a metirsîdar di fikrê îslama siyasî de pirsa ji nû ve şîrovekirina "fetwa"danê ye. Îslama siyasî dibêje her kes dikare fetwayê bide. Gelo ev yek ne bêwatekirina fetwayê û avakirina aloziyê ye?
Fetwadan wek madde û bendên qanûnî û destûrî ye, ku milet, bi taybetî miletê Îslamî li ser wê bimeşin. Kar û girîngiya fetwayê zêdetir di îmzekirina li ser mijar, pêşhat û bûyerekê de ji aliyê Xwedayê Mezin ve ye. Ji ber vê yekê, ji bo ti mamosta, mele, zanyar, şareza û kesayetiyên ola pîroz a Îslamê nabe ku ji cem xwe fetwayê bidin. Nabe ku ti partî, alî û komeleyeke îslamiya siyasî lijneya fetwayê hebe û ji cem xwe ve li gor mebest û armancên xwe fetwayan bidin. Belkî, fetwadan karê muftî ye, ku muftî ew kes e ku di hemû alî, war û bendên ola pîroz a Îslamê de şareza ye. Û ew muftî jî tenê wê demê dikare fetwayê bide ku pirsê ji gelek muftî, pispor, zanyar û şarezayên din bike. Ji ber vê yekê, li Herêma Kurdistanê dibe ku fetwa tenê ji aliyê wî Encumena Bilind ve bê dayîn ku ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve hatiye damezrandin, ku ji gelek muftî, zanyar, pispor û şarezayên ola pîroz a Îslamê pêk tê.
Gulan
