• Sunday, 08 February 2026
logo

Ebdulwahid Feylî, çalakvanê siyasî û kesayetiyê naskirî yê Kurdê Feylî ji bo Gulanê: Birîna mûçeyan û birçîkirina Kurdan berdewamiya tawana jenosîdê ye û divê Kurd ji bo rûbirûbûnê yekgirtî bin.

Ebdulwahid Feylî, çalakvanê siyasî û kesayetiyê naskirî yê Kurdê Feylî ji bo Gulanê: Birîna mûçeyan û birçîkirina Kurdan berdewamiya tawana jenosîdê ye û divê Kurd ji bo rûbirûbûnê yekgirtî bin.

 

Ebdulwahid Feylî, çalakvanê siyasî û kesayetiyê naskirî yê Kurdê Feylî ji bo Gulanê: Birîna mûçeyan û birçîkirina Kurdan berdewamiya tawana jenosîdê ye û divê Kurd ji bo rûbirûbûnê yekgirtî bin.

Kurd ji dema avabûna dewleta Iraqê ve rastî jenosîd û komkujiyê hatine, ev yek weke mîrateyekê lê hatiye û siyasetmedarên Iraqê bi şêwazên cuda di cîbicîkirina wê de berdewam in. Siyaseta niha ya Bexdayê jî bi heman şêweyî li dijî Kurdan e, va ye bi şêwaza birçîkirin û birîna mûçeyên fermanber û xanedanîşînên Herêma Kurdistanê, berdewamiyê didin vê siyaseta xwe ya çewt. Kovara Gulanê li ser vê pirsê hevpeyvîneke taybet ligel Ebdulwahid Feylî, çalakvanê siyasî û kesayetiyê naskirî yê Kurdê Feylî saz kir, ku niha li welatê Kanadayê dijî.

* Ji ber ku lêkolînên we li ser dîroka jenosîda Kurdan û bi taybetî Kurdên Feylî hene, gelo em dikarin bizanibin xwendina we ji bo berdewamiya siyaseta birçîkirinê û qebûlnekirina Kurdan li vê Iraqê çi ye?

Ji bo axaftina li ser maf û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê û pabendnebûna Bexdayê bi destûr û yasayan, pêwîst e em xwendineke dîrokî ji bo vê Iraqê bikin, ku Kurd bi zorê pê ve hatine girêdan. Ji dema damezrandina dewleta Iraqê ve di sala 1921'an de, Kurd milletekî resen û xwediyê vê axê bûne, lê qonax bi qonax di serdemên cuda de ji ber Kurdbûna xwe hatine komkujkirin, mafê xwe yê hemwelatîbûnê ji dest dane û weke hemwelatiyên pileya duyemîn muamele li gel wan hatiye kirin. Mînak, Kurdên Feylî her ji serdema paşatiyê ve hatine koçberkirin. Di serdema Reşîd Alî Geylanî de bi dehan malbat hatin derxistin û paşê di serdema Nûrî Seîd û di salên şêstî de, piştî kudetaya ku li ser Ebdulkerîm Qasim hat, ji aliyê Heres Qewmî û Ebdulselam Arif ve, herwiha piştî Şoreşa Îlonê û di serdema hikûmeta Baasê de, êrîş gelek berfirehtir û tundtir bûn. Piştî rûxandina rejîma Baasê jî, Kurd ne ji aliyê madî û ne jî ji aliyê manewî ve nehatine qerebûkirin. Lewma bi hemû pîvanên exlaqî, yasayî û navneteweyî ev paqijkirina neteweyî ya li dijî Kurdan weke tawaneke navneteweyî tê dîtin û dikare karên gelek mezin li ser bên kirin. Pêwîst e mafê Kurdan ji hemû wan jenosîd, Enfal, komkujî û derbederiyan bê vegerandin, û nabe jenosîda Kurdên Feylî bê piştguhkirin. Karkirina ji bo vegerandina van mafan li Iraqê ji bo wê yekê ye ku êdî ti rejîm û kes newêribe komkujî û qirkirina Kurdan û koçberkirin (terhîl) û erebkirina (te'rîb) wan bike. Her çend ez di wê baweriyê de me ku çareserkirina pirsgirêka Iraqê, bi taybetî dijayetiya milleta Kurd li vê Iraqê, karekî ewqas hêsan nîne. Ji ber ku pirsgirêka Iraqê ew e ku ev welat di sala 1921'ê de hatiye damezrandin û sînorên wê bi pênûsa hevalbendan (Brîtanya û Fransa) hatine kişandin. Di rastiyê de berê tiştek bi navê dewleta Iraqê nebû. Ev dewleta nû jî li ser bingeha birîn û bihevde-zeliqandina çendîn parçeyan hatiye avakirin; beşek ji Kurdistana Başûr, ligel herêmên din ên ku berê ser bi dewleta Osmanî û Împeratoriya Îranê ve bûn, bi hev ve hatine girêdan.
* Lê gelek dewletên din xwedî pêkhateyên neteweyî, olî, mezhebî û herêmên cuda yên cografî ne ku bi hev ve hatine girêdan, çima Iraqê nekarî bibe dewleteke bi îstîqrar û cihê qebûlkirina hevdu?

Sedema wê ew e ku Iraq ji aliyê cografî ve di xaleke girîng a cîhanê de ye û her dem cihê tama welatan bûye. Ji ber vê yekê, sedemên aborî, jeopolîtîk û stratejîk, hemû dikin ku Iraq her dem di rewşeke nearam û bêîstîqrar de be. Vê yekê kiriye ku milmilaneyên (nakokiyên) berdewam tê de hebin û nekaribe bibe dewleteke hemaheng. Bêguman, pêkhate û kultura Erebên Sunî û Şîe jî ligel regeza neteweyî ya Kurd ji aliyê dîrok û kulturê ve gelek cuda ne. Jixwe di cîhana Erebî de, her welatekî Ereb ku kêmaniyek an jî pêkhateyeke ne-Ereb tê de hebe, înkar lê hatiye kirin, hatiye serkutkirin û nehatiye hiştin ku mafên xwe bi dest bixe. Iraq ku xwediyê sê pêkhateyên mezin ên Şîe, Sunî û Kurd e û çendîn kêmaniyên din ên wek Tirkmen, Mesîhî, Çeçen, Çerkes, Ozbek, Laz, Daxistanî, Ermen û heta Afrîkî jî tê de hene. Gelek ji van pêkhateyan di serdema Ebasî û Osmaniyan de hatine anîn Iraqê. Niha gelek ji van pêkhateyan rastî êrîşa tinekirina nasname û kultura xwe hatine û piraniya mafên wan bi şêweyekî wisa tund hatine binpêkirin ku niha heta navên wan ên neteweyî jî winda bûne. Diyar e ev xwestek û vîn derheqê gelê Kurd li Iraqê jî heye.
* Çima ev hemû pêkhateyan nekariye hevîrêkî niştimanî yê hevbeş ava bikin û rêzê li mafên hev bigirin, bi taybetî yên Kurdan? Mînak, piştî rûxandina rejîma Baasê, dîsa ji aliyê serkirdeyên Sunî û Şîe ve dest bi êşandina Kurdan hate kirin?

Kultura desthilatxwazî, dîktatorî û gelek caran hestkirina bi wê yekê ku Iraq xwedî yek nasname û kulturekê ye, kiriye ku Kurd her dem bikevin ber pêla reş a qirkirinê. Lê ev aliyekî rastiyê ye û aliyê din bi neteweya Kurd bi xwe ve girêdayî ye. Bi raya min, pirsgirêka mezin li cem me bi xwe ye û serkirdatiya Kurd nezanîbû çi li navxweya Iraqê û çi li derve, bi awayekî rast doza Kurd bi rê ve bibe. Dibe ku ev ne tenê ji ber wê yekê be ku serkirdatiya Kurd di çarçoveya partiyan de tenê bi xwe û xurtkirina desthilata xwe ve mijûl bûye. Ev yek, him ji bo partiyên desthilatdar û him jî yên opozisyonê, karê wan ê serekî ji bo partîtiyê bûye, ne ji bo karkirina ji bo doza rewa ya Kurd. Lewma aliyên din (partî û eşîrên Sunî û Şîe) ev derfet bikar anîne û berdewam astengî ji Kurdan re derxistine û mafên wan kontrol kirine.
* Gelo dewletên cîran ên wekî Îran û Tirkiye û welatên Ereb, ne sedema vê rewşê ne? Mînak, di dema referandûmê de hemû li dijî wê sekinîn, û niha jî gelek caran ew dijayetî û êrîşên ku li ser Kurdan tên kirin, gelo ji bo vê ejendayê venagerin?

Bêguman ew jî sedema meyla şovenîst û dij-Kurd in, bi taybetî ku pêkhateyeke Kurd a zulmlêkirî li cem wan heye û Kurdistan li ser çar parçeyên cografî hatiye dabeşkirin. Lê mînak, welatên wek Amerîka û hevalbendên wê û heta welatên Kendavê jî ne ligel wê yekê ne ku di çarçoveya vê dewleta Iraqê û heta dewletên cîran de zilm li Kurdan bê kirin, ji ber ku di berjewendiya wan de bû ku Iraqeke Şîe ya bihêz ava nebe. Dewletên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê ku bi xwe pirsgirêka Kurdî heye, her dem li dijî neteweya Kurd û mafên wê bûne. Lê ez dîsa dibêjim, eger Kurd yekgirtî bûna, dê rewş gelek cuda bûya.
* Baş e, ew zexta aborî ya ku niha li ser Herêmê heye, bi taybetî birîna budce û mûçeyan, gelo ev ne di çarçoveya heman senaryoya dijayetiya neteweya Kurd de hatiye?

Pir caran van rewş û mijarên ku taybet in bi dijayetiya Kurdan û binpêkirina mafên wan, bi sedemên demkî û nişkî ve girê didin, yan jî bi sedema rûdan, şer û bûyerekê. Lê hemû partiyên siyasî, bi taybetî opozisyon û çalakvan, siyasetmedar û parlamenter, xwe ji wê rastiya tal didizin ku mijara rêveberî, hilbijartin, hinardekirina petrolê, dahata ne-petrolî û petrolî û bi dehan mijarên din, tenê hincet û behane ne ji bo veşartina wê vîn û xwesteka dagirkerî û çewisandina yên din. Bi wateyeke din, têkiliya Sunî û Şîeyan ligel Kurdan di nav bilindî û nizmiyan de derbas dibe û paşê di qonaxeke hestiyar û girîng de sîmayê wan ê rastîn derdikeve holê. Wek ku Sûdanî berê helwesta wî baş bû, lê niha ku hilbijartin nêzîk in, dixwaze vê pirsê bikar bîne da ku dengên zêdetir bi dest bixe, li ser hisabê rakirina hestên neteweyî yên Erebî. Li Iraqê hîn jî nefesa qewmî û ‘urûbe’ gelek bihêz e, çi li cem Şîeyan û çi li cem Suniyan. Piştî hilbijartinan ev pirsgirêk namîne û dîsa vedigerin ser maseya gotûbêj û danûstandinan. Mixabin serkirdatiya Kurd jî xwe weke mertal amade nekiriye û pişta xwe bi aboriya xwe negirtiye.
* Gelo Amerîka nikare bibe alîkar û ji bo çareserkirina pirsgirêka birîna mûçe û budceya Herêma Kurdistanê zextê bike?

Amerîka tenê li pey berjewendiyên xwe digere û ti gavekê navêje eger berjewendiya wê tê de nebe. Kengî serkirdatiya Kurd jîr bûbe û berjewendiyên gelê Kurd tevlihevî berjewendiyên Amerîka û hevalbendan kiribe, wê demê me sûd jê dîtiye. Doza Kurd li cem Amerîkayê tenê kartek fişarê ye li ser aliyên din. Eger Amerîka bixwaze, dikare di saetekê de dewleta Kurdistanê ragihîne û me ji vê hemû zilm, binpêkirin û çewisandinê rizgar bike, lê Amerîka vê yekê nake ji ber ku ne di berjewendiya wê de ye.
* Lê di dawiyê de divê rêçareyek bê dîtin, ma nabe ku milletek jiyana wî bê birîn û bi her awayî kar ji bo xeniqandina wî bê kirin û ew tenê destgirêdayî bisekine. Di vê rewşê de, derî û rêçareyên ji bo gelê Kurd li vê Iraqê çi ne?

Madem ku li Iraqê tiştek li ser bingeha destûr û yasayê nayê birêvebirin û nameşe û her tişt li gorî berjewendiyên demkî û lihevkirinên bin bi bin tê kirin, tekane çareserî ji bo Kurdan ew e ku yekgirtî bin, pişta xwe bi aboriya xwe girê bidin û xwe ji bo her egerekê amade bikin. Heta ku mala Kurd nebe yek, ti alî hesabê ji me re nake.

Gulan

Top