• Saturday, 31 January 2026
logo

Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêmeke Biçûk Rûmeta Mantiqê Dewletdariyê li ser Asta Cîhanê

Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêmeke Biçûk Rûmeta Mantiqê Dewletdariyê li ser Asta Cîhanê

 

Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêmeke Biçûk Rûmeta Mantiqê Dewletdariyê li ser Asta Cîhanê

1

«Derbaskirina Astengiyan û Mifa Wergirtina ji Derfetan»

Ev sernav, navnîşana paneleke «Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê – Dubey- 2025» bû, ku bi taybetî ji bo Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû danîn, da ku ji tevahiya cîhanê re behs bike, ka çawa bi mantiqê dewletdariyê muamele ligel wan astengiyên ku rûbirûyê hikûmetan dibin tê kirin û çawa bi heman mantiqî di nav astengiyan de derfet têne afirandin, ji bo berjewendiya gelê xwe mifa jê tê wergirtin.

Girîngiya vê panelê di platformeke cîhanî ya wekî «Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê – Dubey» de, ku em dikarin bêjin beşek e ji «Foruma Aborî ya Cîhanî – Davos»ê, û her sal ev lûtke bi hevparî ji aliyê Mihemed Qerqawî Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran a Îmaratê û Klaus Schwab Serokê Foruma Aborî ya Cîhanî ve tê birêvebirin. Girîngiya vê lûtkeya cîhanî di wê yekê de ye ku di nava salekê de bi sedan dîplomat û pispor û rêveberên cîbicîkar ên kompanyayên mezin, raporên salane li ser tevahiya hikûmetên cîhanê amade dikin û kêşe û pirsgirêkên serekî yên hikûmetan destnîşan dikin û li ber ronahiya wan kêşe û pirsgirêkan sernavên panelan diyar dikin û kesayetî û dîplomat û pisporan jê re destnîşan dikin, da ku ji nêrîna ezmûn û mantiqê xwe ve çareseriyekê ji kêşeyên cîhanî re pêşkêş bikin.

Salên (2020 heta 2024), salên tijî astengî bûn, bi awayekî giştî ji bo tevahiya hikûmetên cîhanê û bi taybetî ji bo hikûmetên Rojhilata Navîn jî, bi taybetî ku di van pênc salan de li ser asta cîhanê tevahiya hikûmetan rûbirûyê astengiyên «belavbûna pandemiya Koronayê, daketina nirxê neftê, şerê Rûsya û Ukraynayê, encamên metirsîdar ên guherînên keşûhewayê û pêşketinên bilez ên teknolojiyê û zîrekiya çêkirî û....hwd» bûn, lê li ser asta Rojhilata Navîn şerekî nediyar ê pir mezin di navbera «Îsraîl û tevahiya eniya berxwedana Îslamî bi Şîe û Sunneyan ve» derket, ku ev navçe ji piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve şerekî wiha mezin û dijwar bi xwe nedîtibû. Di nav vê rewşa aloz a Rojhilata Navîn de, Herêma Kurdistanê ket ber komek gef û astengiyên hebûnî li ser asta navxweyî ya Iraqê û dewletên cîran, ku ew gef jî ev bûn: «belavbûna pandemiya Koronayê, birîna para Herêmê ji bûdceya Iraqê, daketina nirxê neftê, rawestandina hinardekirina nefta Herêmê bo derve di sala 2023an de, êrîşên berdewam ên milîsên çekdar ên Şîe yên alîgirên Iraqê bi dron û katyûşayan li ser Herêma Kurdistanê, êrîşên çend caran ên Artêşa Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê bi moşekên balîstîk li ser Hewlêra paytext, û li ser hemûyan jî biryarên Dadgeha Federal li dijî statuya Herêma Kurdistanê ku mebesta wê ew bû, ji aliyê destûrî û yasayî ve hebûna Herêma Kurdistanê wek herêmekê di çarçoveya dewleta federal a Iraqê de ji holê rake, lê tişta ku cîhan wek rastî di nav van hemû gef û astengiyan de di nav Herêma Kurdistanê de didît, ew bû ku li vê herêmê serokwezîrek heye bi navê «Mesrûr Barzanî», di nav pênc salên wan gef û astengiyên hebûnî yên li ser herêma wî de, ji cîhanê re dibêje:

1- Binesaziya hikûmeta dîjîtal li Herêma Kurdistanê temam bûye û Serokwezîrê vê herêmê naxwaze êdî muameleyên welatiyan li ser kaxezê bibîne.
2- Binesaziya sîstema bankî li vê herêmê temam bûye û di qonaxa yekem de hemû meaşxurên Kurdistanê dibin xwediyê hesabên elektronîk ên bankî û armanca Serokwezîrê vê herêmê ew e ku li tevahiya bazarên Kurdistanê muameleya pereyê keş (cash) biguherîne bo muameleya karta elektronîk.
3- Binesaziya ewlehiya xwarinê garantî bûye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bilî ku ew bi xwe genimê cotkaran dikire, di heman demê de bi dehan kargehên mezin ên çêkirina xwarinê û bi dehan projeyên stratejîk û mezin ên çandiniyê ava kirine.
4- Binesaziya projeya «Geşe» ji bo geşepêdana şiyan û jêhatîbûna ciwanan bi alîkariya hikûmetê temam bûye û ciwanên Kurdistanê gelek karsaziyên mezin û navîn û biçûk dest pê kirine û derfetên hezaran kar ji bo ciwanan peyda kirine.
5- Li ser asta pîşesaziya «Neft û Gazê» metoda berhemanîna «Enerjiya Paqij û Dostê Jîngehê» tê pêkanîn, careke din sûd ji wê gaza ku di dema derxistina neftê de derdikeve hatiye wergirtin û dîsa ji bo berhemanîna enerjiya kehrebeyê tê bikaranîn.
6- Ji bo rûbirûbûna guherînên keşûhewayê, sûdeke pir mezin ji komkirina ava baranê hatiye wergirtin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê di nava pênc salan de bi dehan û sedan bendav û pondên mezin û navîn çêkirine û gelekên din jî kar li ser wan tê kirin. Ev bendav û pond ne tenê kêşeya bêaviyê li Herêma Kurdistanê çareser dikin, belkî dibin çavkaniya serekî ji bo çareserkirina kêşeya kêmavî û çolbûna beşeke mezin ji navçeyên Iraqê jî.
7- Li ser asta tevahiya Iraqê ji bo cara yekem e di nava çil salên borî de, temambûna binesaziya kehrebeya 24 saetî ji bo welatiyan tê ragihandin. Mesrûr Barzanî ji cîhanê re dibêje: «Di sala 2025an de tevahiya bajarên Kurdistanê dibin xwediyê kehrebeya 24 saetî û di sala 2026an de tevahiya Herêma Kurdistanê dibe xwediyê kehrebeya 24 saetî, di heman demê de binesaziya dabînkirina ava vexwarinê ya paqij ji bo hemû welatiyên Kurdistanê di qonaxa temambûnê de ye.»
8- Ligel wan hemû gef û astengiyan, sermayedar û karsaz û kompanyayên mezin ên cîhanê baweriya xwe bi Mesrûr Barzanî û kabîneya wî heye û zêdetir berê xwe didin vê herêmê û sermayeyên xwe di projeyan û damezrandina kompanyayên mezin de dixebitînin.

Cîhan dema ku veguherînên mezin ên vê herêma biçûk ligel hikûmeta Iraqê berawird dike, ku rojane zêdetirî çar milyon bermîl neft difroşe û bûdceya wê zêdetirî 200 trîlyon dînar e, lê tevahiya wan parêzgehên ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tên birêvebirin, ji xizmetguzariyên herî hêsan bêpar in, li ser hemûyan jî «dabînkirina kehrebe û ava vexwarinê ya paqij» ji bo welatiyan. Ji ber vê yekê dema ku cîhan vê ciyawaziya mezin di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û tevahiya parêzgehên Iraqê de bi eşkereyî dibîne, bi aşkereyî ciyawaziya di navbera Koreya Başûr û Koreya Bakur de tê ber çavên wan, ku em dibînin li wir ciyawazî tenê mantiqê dewletdariya «Park Chung-hee» ye ku tenê di nava 10 salan de Koreya Başûr ji cîhana sêyem bir cîhana yekem û li Herêma Kurdistanê jî tişta ku ew ciyawazî çêkiriye, mantiqê dewletdariya «Mesrûr Barzanî» ye ku tenê di nava pênc salan de hemû cîhan bi veguherînên mezin ên Herêma Kurdistanê matmayî kiriye û Chris Wright Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê, bi eşkereyî ji hemû cîhanê re ragihand: «Ew girêbestên ku bi amadebûna birêz Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di navbera Wezareta Çavkaniyên Xwezayî yên Kurdistanê û kompanyayên Amerîkayê bi bihayê 110 milyar dolarî hatine îmzekirin, divê bibin model û mînakek ji bo selmandina stratejiya îdareya Serok Trump ku ew jî «bazirganî û pêkanîna aştiyê ye ne ku afirandina şer û kêşeyan».

2

Projeya Ronahiyê

Wek Madalyaya Şanaziyê di Serdana Mesrûr Barzanî de

Ew panelê ku ji aliyê Dezgeha El-Monitor ve bi navnîşana «Pêşeroja Enerjiyê li Herêma Kurdistana Iraqê» ji bo nirxandina encamên girêbestên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel kompanyayên Amerîkayê hatibû organîzekirin, beşa sêyem ji bo du hevdîtinên birêzan Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Chris Wright Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê hatibû terxankirin.

Di vê hevdîtina taybet de, Enberîn Zeman, rojnamevana navdar a cîhanê ji Serokwezîrê Kurdistanê pirsî: «Ew girêbestên ku di vê serdana we ya ji bo Amerîkayê de ligel kompanyayên mezin ên Amerîkayê we îmze kirine, rasterast pêwendiya wan bi projeya we ya dilxwaz heye ku ew jî «Projeya Ronahiyê» ye, ku dabînkirina kehrebeya 24 saetî ye ji bo welatiyên Kurdistanê, bêguman ez girîngiya vê projeya mezin dizanim û êdî tirsa min namîne ku dema têm Hewlêrê di asansorê Otêla Rotana de kehrebe biqute û ez asê bim. Herwiha ev girêbest pir pêwendîdar in bi projeyên we yên ji bo reform û rûbirûbûna gendeliyê. Gelo birêz Serokwezîr dikarin behsa astengî û sûdên van girêbestan ji me re bikin?»

Berî ku ez têm ser bersivên Serokwezîr, ezê rawestgeheke eşkere li ser wan têgehên ku xanima Enberîn di pirsa xwe de cih daye wan bikim, ku ev in: «nemana tirsa ji qutbûna nişkayî ya kehrebeyê, nemana qirêjbûna jîngehê ji ber jeneratoran, sûdên girêbestan, astengiyên hikûmeta Iraqê ji bo rêgirtina li serkeftina girêbestan». Lê Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê bi van çend xalan bersiva vê pirsê da:

Dabînkirina kehrebeya 24 saetî ji bo welatiyan, yek ji wan xizmetguzariyên destpêkî ye ku her gelek heq dike jê re bê dabînkirin. Ev kêşeyeke pir mezin bû ku salên dûr û dirêj gelê me ji ber wê dinaliya. Ji ber vê yekê ez pir kêfxweş im ku ev proje pir baş bi pêş ve diçe û îsal (2025) tevahiya bajaran dibin xwediyê kehrebeya 24 saetî û sala bê jî (2026) hemû Kurdistan dibe xwediyê kehrebeya 24 saetî. Bi vê yekê welatî tenê pereyê yek fatûreya kehrebeyê didin û ji bo 80% ji welatiyan jî nirxê kehrebeya 24 saetî ji wê pereyê ku berê didan kêmtir e, rêjeya 20% jî ku kehrebeyê pir bikar tînin, ew divê bi xwe berpirsiyariya reftarên xwe hilgirin.
Dema ku me nedikarî kehrebeya 24 saetî dabîn bikin, em neçar bûn ku penaberî jeneratoran bibin, da ku kêmasiya kehrebeyê pê tije bikin, lê bi temambûna vê projeyê jenerator namînin, ev jenerator ji bilî ku dengekî zêde çêdikirin, di heman demê de dûmana wan jî sedemek bû ji bo qirêjbûna jîngehê.
Armanca me ne tenê dabînkirina kehrebeyê ji bo Herêma Kurdistanê ye, belkî em dizanin Iraq û navçe jî ji kêmbûna kehrebeyê dinalin, ji ber vê yekê em li Herêma Kurdistanê şiyana berhemanîna gaza zêdetir heye, da ku kehrebeya zêdetir berhem bînin û eger em bikarin ji bo Iraq û cîranan bişînin. Ji ber vê yekê ez şanaziyê dikim ku me karî van her du girêbestan ligel van her du kompanyayan îmze bikin, ku 15 sal in li Herêma Kurdistanê veberhênanê dikin. Ji ber vê yekê ev girêbest xizmeta tevahiya Iraqê dikin û dibin faktorek ji bo berhemanîna zêdetir a enerjiya kehrebeyê.
Ew girêbestên ku vê carê me îmze kirine, bi temamî yasayî ne, ji ber ku ev her du kompanya 15 sal in li Herêma Kurdistanê kar dikin û berê jî me girêbest ligel wan kiribûn û girêbest birine ber Dadgeha Bexdayê û biryara dadgehê ji bo berjewendiya girêbestên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên neftî yên navdewletî derketiye. Destûra Iraqê maf daye Herêma Kurdistanê ku girêbestên zêdetir li navçeyên di bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bike, ji ber vê yekê her daxuyaniyeke li dijî wan girêbestan bê dayîn, daxuyaniyên siyasî ne û tiştekî din nînin.
3

Sîstema Federalî

Ne Tenê Mureka li ser Kaxezê ye

Derbarê guherînên Sûriyeyê û bûna Ehmed Şer'a bi Serokê Demkî yê Komara Sûriyeyê, ev pirs ji Serokwezîr hat kirin: «Gelo dibe şêwazeke mîna sîstema federal a Iraqê li Sûriyeyê dubare bibe? Gelo Kurdên Sûriyeyê ku Serok Barzanî roleke girîng di yekxistina wan de lîstiye, di danûstandinên xwe de ligel Şamê dê li ser herêmeke mîna Herêma Kurdistanê israr bikin?»

Di destpêka bersiva vê pirsê de, Serokwezîr tekezî li ser wê yekê kir ku «Em niha li Iraqê sîstemeke federalî heye, lê sîstema federalî ne tenê mureka li ser kaxezê ye û divê di çarçoveya wê destûra ku di sala 2005an de piraniya Iraqiyan dengê xwe dayê, bê cîbicîkirin. Divê rêz li wê destûrê bê girtin, federalîzm jî ew sîstem e ku em dixwazin li Iraqê bê cîbicîkirin.»

Derbarê rola Serok Barzanî, belê Serok Barzanî her du eniyên Kurdên Sûriyeyê vexwend Hewlêrê û teşwîq kirin ku yek bibin, ez bawer dikim hebûna eniyeke yekgirtî ya Kurdên Sûriyeyê dê alîkar be da ku bikarin mafên xwe biparêzin û dibe hêzek dema ku danûstandinan ligel Şamê dest pê dikin, lê ew xwediyê biryara xwe ne, ka dixwazin çawa muameleyê ligel Şamê bikin û li ser çi cure sîstemê biryarê bidin.

4

Parastina Herêma Kurdistanê

Veguherînek di Siyaseta Îdareya Amerîkî de

«Çiqas girîng e em Herêma Kurdistanê biparêzin?», ev teksta daxuyaniya Mark Rubio Wezîrê Derve û Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî yê Amerîkayê ye ku همزمان ligel serdana Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ber Kongresê amaje pê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku divê Amerîka vê herêmê biparêze.

Ev helwesta eşkere ya îdareya Amerîkayê li ser zimanê Wezîrê Derve û Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî yê Amerîkayê li ber Kongresê, wateya wê ew e ku divê ev pirs bibe yek ji bernameya karê Kongresê û yasa û biryar li ser wê derkevin û pabendiyekê bixe ser îdareya Amerîkî ku pê pabend be û pêwendiya wê bi siyaseta her du partiyên desthilatdar «Komarî û Demokrat» nemîne û, çawa ku piştî sala 1971an ku ji ber bûna Komara Çînê bi endama Neteweyên Yekbûyî û endamtiya Neteweyên Yekbûyî ji Taywanê hatibû standin û îdareya Amerîkî pabendbûna xwe bi parastina «Taywan»ê ragihandibû, bi heman şêweyî jî gotinên Mark Rubio li ber Kongresê, heman araste jê tê xwendin ku parastina Herêma Kurdistanê wek parastina Taywanê beşek ji pabendbûnên Waşîngtonê ye di muamelekirina wê de ligel Herêma Kurdistanê.

Li ser vê daxuyaniya girîng a Wezîrê Derve û Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî yê Amerîkayê, derbarê parastina Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Kurdistanê bi vî awayî bersiva pirsê da:

«Em spasdar û teqdîrê daxuyaniya Mark Rubio Wezîrê Derve yê Amerîkayê dikin. Pir girîng bû ku em wê daxuyaniyê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bibihîzin, ku em Amerîkayê wek hevalbendê xwe yê herî nêzîk dizanin. Em şanaziyê dikin ku em dost û hevalbendên Dewletên Yekbûyî ne. Ez bi eşkereyî dibêjim: Em piştgiriyeke pir ji siyaseta îdareya Serok Trump û biryarên wî yên di pêşxistina aştî û geşepêdan û xweşguzeraniyê de li navçeyên cuda yên cîhanê dikin, her ev jî ew sedem e ku em li vir li «Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê» ne. Em li vir in da ku biselmînin ku Kurdistan ne tenê di şerê dijî terorîstan de hevalbendekî baş e, belkî amade ye da ku ligel hevalbendên xwe ava bike da ku xizmeta gelê me û wan veberhênerên Amerîkî jî bike ku bi dilxwazî tên Kurdistanê û veberhênanê dikin. Ji ber vê yekê ev tê wateya ku em her du alî jî serketî «Win-Win» dibin. Li vir li Amerîkayê em hest dikin ku bi germî pêşwaziya me tê kirin, em hest dikin ku piştgiriya me dikin, ji ber vê yekê em şanaziyê bi vê pêwendiya di navbera me de dikin.»

5

Perîşaniya Şîeyên Desthilatdar

Piştî Girêbestên Serkeftî yên Mesrûr Barzanî

Mesrûr Barzanî di panela xwe ya taybet de derbarê destûrî û yasayîbûna wan her du girêbestên ku di vê serdana wî de ligel wan her du kompanyayên Amerîkî hatibûn îmzekirin, got: «Ew her du kompanya 15 sal in li Herêma Kurdistanê veberhênanê dikin. Berê Hikûmeta Herêma Kurdistanê girêbest ligel wan kiribûn û girêbest birine ber Dadgeha Bexdayê û dadgehê ji bo berjewendiya Herêma Kurdistanê û kompanyayên neftî yên navdewletî biryar daye, ev girêbestên niha jî mîna girêbestên berê ne û bi heman şêweyî yasayî ne û tişta ku li dijî wan tê gotin daxuyaniyên siyasî ne û tiştekî din nînin.»

Eger em bi hûrgilî li ser van gotinên Serokwezîr bifikirin, em dibînin ku hema piştî îmzekirina van girêbestan penaberî wê yekê bûn ku gilî li Dadgeha Federal tomar bikin, lê zû ji wan re eşkere bû ku ew hewldana wan têk diçe, ji ber vê yekê bi rêya birîna meaş û qûtê xelkê Kurdistanê penaberî Wezareta Darayî ya Hikûmeta Iraqê bûn û beyanek bi Teyf Samî Wezîra Darayî dan derxistin, ku para Herêma Kurdistanê ji bûdceyê temam bûye û êdî Bexda nikare meaşê karmendên Kurdistanê bişîne. Bêguman ew ji wê yekê jî piştrast bûn ku ev hewldana wan jî têk diçe û Herêma Kurdistanê û hevpeymaniya navdewletî jî bêdeng namînin û di encamê de ew bi xwe zirarê dikin. Ji ber vê yekê wek berê ketine hewla çêkirina tohmetan ji bo Herêma Kurdistanê ku berdewam ser û binê zimanê wan ew bûye ku bingeha Îsraîlê li Herêma Kurdistanê heye, ji ber vê yekê milîsên çekdar ên Şîe yên alîgir bi dron û katyûşayan êrîşî Kurdistanê dikin û Artêşa Pasdaran jî bi moşekên balîstîk Hewlêrê bombebaran dike.

Niha di hewla wê yekê de ne ku derew û tohmetên din ji bo Herêma Kurdistanê çêbikin, ev ne tenê li ser asta medya û medyaya civakî, belkî yek ji serokên Çarçoveya Hevahengiyê ku Qeys Xezelî Serokê milîsên Esaîb Ehl el-Heq e di hevpeyvîna xwe ya herî dawî de ligel bernameya «Meydan» a televîzyona «El-Ewla» ya Iraqî, pir eşkere behsa wê yekê dike ku «Herêma Kurdistanê niha bi hevahengiya ligel Tirkiyeyê di hewla wê yekê de ye ku dîsa rêxistinên Partiya Baas a berê vejînin û li Hewlêrê jî kongre ji wan re hatiye organîzekirin.» Bêguman ev jî wek tohmet û buxtanên wan ên berê bêbingeh e, ku digotin bingeha MOSSAD a Îsraîlê li Hewlêrê heye.

Dema hatina Qasim E'recî Şêwirmendê Asayîşa Iraqê û şanda wî ji bo lêkolînê piştî bombebarankirina Hewlêrê bi moşekên balîstîk ji aliyê Artêşa Pasdaran ve, bi eşkereyî di konferanseke rojnamevanî de ragihand: «Tu bingeheke Îsraîlê li Herêma Kurdistanê tune ye û tişta ku tê gotin tenê derew û buxtan e.» Lê pirs li vir ew e çima careke din aliyên Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîe ku beşeke serekî ne ji hevpeymaniya birêvebirina dewletê, ketine dîsa çinîna van derew û buxtanan? Bi taybetî jî ku Qeys Xezelî bi wî awayî diaxivî, ku rojek berê yanî roja Pêncşemê 29ê Gulana 2025an bi amadebûna Mihemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê, aliyên Çarçoveya Hevahengiyê civiyabûn û ev pirs «dîsa çalakbûna Partiya Baas», pirsa serekî ya civîna wan bûye û Serokwezîr bi xwe zanyariyên hûr ên îstixbaratî li ser vê pirsê pêşkêş kiribûn.

Bêguman ev gotinên Qeys Xezelî di demekê de ne ku em ber bi demsala havînê ve diçin û di nav demsala havînê de ne, ji ber ku li parêzgehên navîn û başûrê Iraqê ji meha Nîsanê ve demsala havînê û germahiyê dest pê dike û welatiyên wan parêzgehan jî ji ber nebûna kehrebe û ava vexwarinê dirijin ser kolanan û xwepêşandanan dikin, ku niha li Necef û bajarên din ên başûr dest pê kiriye, ligel zêdebûna germahiyê dê li parêzgehên din jî dest pê bike û Hikûmeta Iraqê jî şiyana çareserkirina pirsgirêka «kehrebe û ava vexwarinê» nîne, ji ber vê yekê metirsiya wê heye ku xwepêşandan li Bexda û Besra û Mûsil û parêzgehên din bi astekê zêde bibin ku bigihîje rewşa tundûtûjiyê, ji ber vê yekê aliyên Çarçoveya Hevahengiyê dixwazin kêşeyekê çêbikin, da ku kêşeya kehrebe û ava vexwarinê pê veşêrin û rewşekê çêbikin, da ku kêşeyên din ji bîra welatiyan bibin. Bêguman bi aqilmendiya kêm a serokên Çarçoveya Hevahengiyê, baştirîn pirsgirêka ku bikarin wan kêşeyan pê veşêrin, çêkirina kêşe û pirsgirêkan e ligel Herêma Kurdistanê, ev pîlan jî ne ya niha ye, belkî hema piştî ketina rejîma Esed di dawiya sala 2024an de Nûrî Malikî ragihand: «Baasî mijûlî xwe rêxistinkirinê ne, da ku kûdetayê li ser hikûmeta Şîeyan bikin.»

Lê tişta ku cihê henekpêkirinê ye, pêşkêşkarê bernameya «El-Meydan» Miqdad Hemîdan, pirsê ji Qeys Xezelî dike û jê re dibêje: «Baasî eger hebin jî, li hember we pir lawaz in, baş e hûn ji çi ditirsin?» Di bersivê de Xezelî pir bi şermokî dibêje: «Rast e lawaz in, lê ji aliyê aliyên din ve tên bikaranîn.» Lê rastî ew e, tişta ku Qeys Xezelî jê ditirse ku hikûmeta Şîe ya Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîe hilweşîne, ne dîsa çalakbûna Partiya Baas e, belkî Projeya Ronahiyê ye ji bo kehrebeya 24 saetî û temambûna projeya alîkariya lezgîn a ava vexwarinê ye ku her di vê mehê de li Hewlêrê temam dibe û kêşeya kêmaviyê ji bo 30 salên din çareser dike.

Xezelî pir baş dizane ku beşek ji welatiyên tevahiya parêzgehên Iraqê, niha li Herêma Kurdistanê dijîn, beşek ji wan ji ber rewşa aloz a Iraqê berê xwe dane Herêma Kurdistanê û niha li vir niştecî ne, beşek jî ji bo serdanê berê xwe didin havîngeh û navçeyên geştiyarî yên Herêma Kurdistanê û bi çavên xwe pêşketinên Kurdistanê dibînin. Ji ber vê yekê tirsa wan heye ku êdî welatiyên parêzgehên din ên Iraqê vê gendelî û rêveberiya xirab ji serokên Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîe qebûl nekin.

Aliyekî din ê perîşaniya serokên Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîe ew e ku çavên wan bi wê veguherîna mezin û erênî ya ku di pêwendiyên Hewlêr û Waşîngtonê de derketiye holê ranabe û tirsa wan ji wê yekê heye ku piştî vekirina Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê ku mezintirîn konsulxaneya Amerîkayê ye li cîhanê, cihê Balyozxaneya Amerîkayê li Zona Kesk a Bexdayê bigire, ji vê zêdetir tirsa wan heye ku piştî vekirina Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê, tevahiya konsulxane û nûneratiyên welatên cîhanê yên ku li Kurdistanê konsulxane û nûneratiyên wan hene, cihê balyozxaneyên wan li Bexdayê bigirin, bi taybetî di vê îdareya nû ya Amerîkayê de, Serok Trump bi xwe daxwaz dike ku welat veberhênanê li Amerîkayê bikin, lê rê daye du kompanyayên mezin ên Amerîkî ku bi bihayê 110 milyar dolarî veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin. Tirsa wan a ji vê zêdetir jî ew e ku Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê ku nûneratiya zêdetirî 4000 kompanyayên mezin ên Amerîkayê dike di hemû warên cuda de, berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û di gelek warên cuda de veberhênanên mezin bikin. Ev gavên mezin ên ku li asoyê xuya dikin ku derkevin holê. Serokên Çarçoveya Hevahengiyê bi wî awayî dixwînin ku destê wan ji binê hembanê derdikeve û roja desthilatdariya wan li wan ava dibe.

6

Herêma Kurdistanê Çawa Muameleyê Ligel Pîlanên Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîe Dike

Şeva 15ê Kanûna Duyem a 2024an dema ku Artêşa Pasdaran bi moşekên balîstîk mala şehîd «Pêşrew Dizeyî» li Hewlêrê bombebaran kir û tê de ji bilî şehîdbûn û birîndarbûna çend kesan, Jînoya neh mehî jî şehîd bû, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji bo beşdariya di Foruma Aborî ya Cîhanî de li Davosa Swîsreyê bû. Hema bi bihîstina vê nûçeyê bernameya serdana xwe guherand bo kampanyayeke dîplomatîk a mezin li dijî wê karê nemirovane yê li dijî mala şehîd Pêşrew û Jînoya neh mehî ya ku di wê karesatê de şehîd bû, ji vê zêdetir Serokwezîr serdana Amerîkayê kir û li wir Antony Blinken Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê îdareya Biden bi eşkereyî ji Serokwezîrê Kurdistanê re ragihand: «Îdareya Amerîkî bi 360 pileyan di çarçoveya siyaseta Amerîkayê de li hember Iraqê piştgiriya Herêma Kurdistanê dike.»

Wê demê ku milîsên çekdar ên Şîe yên alîgir rojane bi dron û katyûşayan êrîş dikirin û Artêşa Pasdaran bi moşekên balîstîk Hewlêr bombebaran dikir, Eniya Berxwedana Îslamî ya Şîe îdîa dikirin ku ji bilî Tehranê wek paytexta Komara Îslamî ya Îranê, paytexta çar dewletên Erebî jî di bin kontrola wan de ne ku ev in: «Bexda, Şam, Beyrût, Sena», bi her awayî gefa hegemonî û serdestiya xwe li Rojhilata Navîn dikirin, lê niha ew çar paytext her yek di rewşek cuda de ye, Şam nêzîk e ku cezayên li ser wê bên rakirin û bibe beşek ji Peymannameya Abraham û Îsraîlê nas bike. Beyrût ji hegemonya Hizbullaha Libnanî rizgar bûye û nêzîk e ku wek dewlet xwe ji nû ve ava bike, Sena jî niha di bin rehma firoke û moşekên Amerîka û Îsraîlê de ye, dimîne Bexda, ji bo rewşa niha ya Bexdayê, tenê karta ku di destê wê de maye, Herêma Kurdistanê ye ku alîkariya wê bike da ku li ser asta navdewletî pêşwazî lê bê kirin, herwiha ew dîplomasiya ku niha Wezareta Derve ya Iraqê pêk tîne, ku bêguman ew dîplomasî jî vedigere ser Dr. Fuad Husên ku niha serokatiya dîplomasiya Iraqê dike û berê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê bûye û hevkar û alîkarê Serok Barzanî bûye.

Ji ber vê yekê eger serokên Çarçoveya Hevahengiyê di vê rewşa perîşaniya ku tevahiya berxwedana Îslamî tê de ye û ew bi xwe jî beşek ji wê berxwedanê ne, bixwazin bi firotina aloziyê xwe ji wê perîşaniyê rizgar bikin, wê demê ew bi agirekî dilîzin ku berî her aliyekî din dê wan bişewitîne.

Herêma Kurdistanê li ber ronahiya mantiq û rênimayên Serok Barzanî nakeve nav wê zozana ku serokên Çarçoveya Hevahengiyê pîlan jê re danîne, ji vê zêdetir ew bi xwe pir baş cihê dîplomatîk ê Herêma Kurdistanê di dema niha de dizanin, ji ber vê yekê heq e ku li şûna firotina aloziyê bi Herêmê re bersiva wê pirsa Ehmed Mela Telal bidin ku di bernameya «Me'a Mela Telal» de ji yek ji nûnerên Çarçoveya Hevahengiyê pirsî: «Di Kongreya Asayîşa Cîhanî ya 2025an a Munîhê de, cîhan wek serok pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî kir, yan Mihemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê?» Ji vê zêdetir tenê di nava salekê de, di Gulana 2024an de Antony Blinken di civînekê de ligel Mesrûr Barzanî dibêje: «Em bi 360 pileyan di siyaseta xwe de li hember Iraqê piştgiriya Herêma Kurdistanê dikin.» Di Gulana 2025an de jî Mike Pompeo, Wezîrê Derve û Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî yê Amerîkayê, li ber Kongresê wê yekê radixe ber çavan: «Çiqas girîng e em parêzgariya Herêma Kurdistanê bikin» û sedema girîngiya parastina Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiyên Amerîkayê ji Kongresê re rave dike.

Sedam Huseyn piştî derketina biryara 688 a navdewletî û dabînkirina herêma dij-firinê û newaya aram ji bo Kurdistanê, dizanî ku nikare tu kontrolekê li ser Kurdistanê bike, ji ber vê yekê biryar da ku sazî û dezgehên xwe ji Herêma Kurdistanê vekişîne, lê Eniya Kurdistanî li ser pêşniyara Serok Barzanî bi encamdana hilbijartinan û damezrandina Perleman û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiv da, niha jî rewşa Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîe piştî peyama Mike Pompeo dişibe rewşa sala 1991ê ya rejîma Baas û Sedam Huseyn, ji ber vê yekê penaberî birîna meaş û bûdceya Kurdistanê dibin, ji ber vê yekê divê em li benda wê bin ku vê carê Serok Barzanî bi çi mekanîzmayê bersiva wan dide.

 

Gulan

Top