Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî kir
Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li Serokê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kir. Di hevdîtinê de astengên li pêşiya pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Îro Yekşemê 24.05.2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mamosta Selahedîn Bahadîn kir. Di hevdîtinê de derbarê rewşa siyasî ya herêmê û Iraqê de nêrîn hatin û danûstan hatin kirin.
Her di hevdîtinê de, li ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û astengên li pêşiya pêvajoya siyasî ya Herêmê bi baldarî hatin gotûbêj kirin.
Basnews
