• Saturday, 30 May 2026
logo

Ferhad Mihemed, endamê Bazneya Gotûbêjê: Pêvajoya siyasî ya niha ya Iraqê avakirina hêleke hesinî ya nû ye ji bo şemendefereke kevin

Ferhad Mihemed, endamê Bazneya Gotûbêjê: Pêvajoya siyasî ya niha ya Iraqê avakirina hêleke hesinî ya nû ye ji bo şemendefereke kevin

 

Ferhad Mihemed, endamê Bazneya Gotûbêjê û endamê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û serekedîtorê kovara Gulan e. Di gotûbêja
vê carê ya «Bazneya Gotûbêjê» de bi navê (Iraq: Pransîpê aştî û diyalogê bo
çareserkirina kêşeyan), bi vî rengî dîtin û nerînên xwe anîn ziman:

Di roja 13ê Gulana sala 2026an de, ku hevdem bû ligel bawerîdan bi kabîneya Elî
Zeydî, Peymangeha Encumena Atlenntîk (Atlantic Council) konferansek bi navê
«Diyaloga Iraqê di sala 2026an de - The 2026 Iraq Dialogue» rêxist. Di vê
konferansê de şeş panêlên sereke di warên rîforma «hikûmî, aborî, ewlehî, neft û
hwd.» de ji aliyê pisporên Amerîkî, Iraqî û Kurdistani ve hatin nîqaşkirin. Ew
tiştê ku di gotara vekirina vê konferansê de ji aliyê xanim «Victoria Taylor»
rêvebira Destpêşxeriya Iraqê li Encumena Atlenntîkê ve tekezî li ser hat kirin,
ev bû ku: «Îdareya Donald Trump hêleke sor bo hikûmeta Iraqê diyar kiriye û
daxwaza bêçekkirina mîlîşyayan û dûrxistina kesayetiyên ser bi wan mîlîşyayan ji
navendên biryardana hikûmetê dike». Ji vê jî zêdetir, îdareya Trump ji hikûmeta
Iraqê re ragihandiye ku Iraq li hember piştgiriyên Washingtonê, dê çi bo
berjewendiyên Amerîkayê bike?

Diyar e ku ew hêla sor a îdareya Trump bo hikûmeta nû ya Iraqê kêşaye, tenê di
çarçoveya «Aştî bi rêya hêzê - Peace through strength» de tê şirovekirin.
Manaya wê ya rast ew e ku heger bi rêya danûstandinan rêz li wê hêla sor neyê
girtin, wê çaxê Amerîka neçar dibe ku bi darê zorê parastina wê hêla sor bike û
êdî rê nade ku bi hêsanî bête binpêkirin.

Berpirsên Iraqê yên ku li ser asta hikûmeta nû û rîforma sektora ewlehiyê beşdar
bûn, şêwazê axaftina wan 180 pile guherîbû. Bo nimûne, Ebas El-Amirî ku wek
rêvebirê demkî yê nivîsgeha serokwezîrê nû yê Iraqê hatiye diyarkirin, bi
eşkere got: «Armanca sereke ya hikûmeta Zeydî cudakirina erkên fermî yên
dewletê ye ji aktorên nederveyî dewletê û parastina saziyên nîştimanî ye wek
neft û darayî». Seyfedîn El-Deracî ku şêwirmend e di Encumena Ewlehiya
Navdewletî de û serpereştiya rîforma sektora ewlehiyê di hikûmeta Iraqê de
dike, wî jî bi eşkere got: «Serkeftina pêvajoya bêçekkirin û hilweşandina
mîlîşyayên fesaîlên miqawemeyê, pêdiviya wê ya rasterast bi piştgiriya
Amerîkayê heye».

Axaftinên van her du berpirsan ku di du postên hestiyar de kar dikin, rengvedana
peyama nû ya Çarçoveya Hevahengiyê (Shiite Coordination Framework) ye bo şêwazê
serederiya wan ligel îdareya Trump. Ew gihîştine wê qenaetê ku heger bi daxwaza
xwe neçin ser mîza gotûbêjê û rêzê li hêla sor a Washingtonê negrin, wê çaxê wek
Steve Witkoff piştî lêdanên tund ên li Tehranê amaje pê kir û got: «Heger me bi
wê tundiyê li Tehranê neda, Îran nededihat ser mîza danûstandinan». Lewma wusa
diyar e ku ew peyama Witkoff a arasteyî Tehranê kirî, Bexda baş têgihiştiye.

Peyameke din ku xuya dike mîlîşyayên fesaîlên miqawemeya îslamî ya Iraqê baş jê
têgihiştine, ezmûna yek du mehên borî ya Hizbullaha Lubnanê ye. Tevî ku beşekî
zêde yê Lubnanê ligel xwe wêran kir, lê wek em di danûstandinên navbera her du
hikûmetên Lubnan û Îsraîlê de dibihîzin, bi navbeynkariya «Marco Rubio» wezîrê
derve yê Amerîkayê, bi eşkere biryar li ser wê hatiye dan ku ne tenê baskê
leşkerî, belku divê Hizbullaha Lubnanê wek partiyeke siyasî jî nemîne û ji
parlamena Lubnanê bêne derxistin. Bêguman ev tiştê li Lubnanê rû dide, heman
senaryo ye heger Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîe bi aştiyane neyên pêş, wê çaxê
piştî serîlêdana bo darê zorê, zehmet e karibin bi neçarî jî li ser mîza
danûstandinan rûnên.

Hikûmeta niha ya Iraqê ku ji aliyê «Elî Zeydî» ve serokatiya wê tê kirin,
kandîdê Çarçoveya Hevahengiyê ye wek mezintirîn fraksiyona parlamena Iraqê, û
hemû wezîrên hikûmetê jî bi pileya yekem bi dengên kursiyên nûnerên Çarçoveya
Hevahengiyê hatine yekalîkirin. Lê belê ev werçerxanên ku ji ber şerê Rojhilata
Navîn di pêvajoya siyasî ya Iraqê de hatine pêş, wusa kiriye ku hikûmeta nû ya
Iraqê her ew şemendefere kevin a berê be û hatibe neçarkirin ku li ser wê hêla
hesinî ya nû bimeşe ku îdareya Trump bo daniye.

Bi xwendineke sîkopolîtîkane bo şêwazê bîrkirina aliyên siyasî yên Çarçoveya
Hevahengiyê, tê texmînkirin ku êdî ev alî bîr li serkêşî û mucazefeyê nekin, ji
ber ku encama wê bi dawîhatina hukmrahiya Şîe li Iraqê diqede. Lewma ev rastî
ferz dike ku bixwe (aliyên Çarçoveya Hevahengiyê) bibine pasewanên wê hêla
hesinî ya nû, da ku şemendefere kevin wernegere.

Heger wek ferezîyekê, aliyên siyasî yên Şîe bi şewazekî pragmatîk ligel vê rewşa
nû serederiyê bikin û dawî li diyardeya çekdariya fesaîlên miqawemeya îslamî li
Iraqê bînin, dibe ku qonaxeke nû di pêvajoya siyasî ya Iraqê de dest pê bike û
rêyeke nû jî bo dûbare rêkxistin weya peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel
dewleta Iraqê bête vekirin.

Top