• Saturday, 30 May 2026
logo

Îmad Teha, Endamê Bazneya Gotûbêjê: Destûra Iraqê li ser bingeha wan lîktêgehiştin û rêkeftinan hatî ye avakirin ku aliyên opozîsyonê di sala 2002an de li Londonê îmze kiribûn

Îmad Teha, Endamê Bazneya Gotûbêjê: Destûra Iraqê li ser bingeha wan lîktêgehiştin û rêkeftinan hatî ye avakirin ku aliyên opozîsyonê di sala 2002an de li Londonê îmze kiribûn

 

Îmad Teha, Endamê Bazneya Gotûbêjê: Destûra Iraqê li ser bingeha wan
lîktêgehiştin û rêkeftinan hatî ye avakirin ku aliyên opozîsyonê di
sala 2002an de li Londonê îmze kiribûn

Îmad Teha, endamê Bazneya Gotûbêjê û endamê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina
Partiya Demokrat a Kurdistanê ye. Di gotûbêja vê carê ya Bazneya Gotûbêjê de bi
navê «Iraq: Pransîpên aştî û diyalogê bo çareserkirina kêşeyan» bi vî rengî
dîtin, nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin:

Di vê gotûbêjê de, birêzan çend caran amaje bi Kongreya Londonê ya opozîsyona
Iraqê kirin ku di sala 2002an de li Brîtanyayê hatibû lidarxistin. Armanca wan
ji vê vegera bo vê kongreyê ew bû ku careke din tekez bikin ku bingeha destûra
sala 2005an a Iraqê – ku wek gelê Kurdistanê me dengê "erê" da û bû destûra
herîmî ya vî welatî – ew lîktêgehiştin û rêkeftin e ku di sala 2002an de,
beriya rûxandina rejîma Beis û Sedam, hemû aliyên siyasî yên opozîsyona Iraqê,
tevî wan aliyên şîe yên ku niha desthilatdar in, îmze kiribûn.

Her di vê gotûbêjê de hat diyarkirin ku ew serkirdeyên siyasî yên Ereb (Şîe û
Sune) yên ku hîn di jiyanê de mane, daxuyanî didin û dibêjin: «Belê, me ew
rêkeftin îmze kiriye, lê wek xwe rêz li îmzeya xwe negirtiye.» Di heman demê
de, niha nifşekî nû yê siyasî yê Ereb (Şîe û Sune) derketine ku agahiya wan ji
wan lîktêgehiştin û rêkeftinan nîne. Serbarê van hemûyan, di nav fraksiyonên
Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê de jî – ku bi eşkere hat gotin – ji bilî
fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê, piraniya fraksiyonên din dijayetiya
Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine şêwaza siyaseta xwe ya rojane.

Dîsa wek veger bo dîrokeke dûrtir û serdema xebata çiyayî (şax), hat tekezkirin
ku di sala 1986an de di Kongreya Gelên Iraqê de li Tehranê, bingeh bo wê hatibû
danîn ku divê Iraqek nû li ser bingeha sê herêmên federal (bo Kurd, Erebên Şîe,
Erebên Sune) bê avakirin. Ji bo dîrokê, bi razîbûna hemû partiyên Kurdistanî yên
di nav Bereya Kurdistanî de, birêz Kak Îdrîs Barzani_yê herdem sax hat
destnîşankirin ku nûnertiya hemû partiyan bike; gotara wî ya dîrokî di wê
kongreyê de niha wek tomara vîdyoyî heye.

Sekinandin li ser vê paşxaneya dîrokî ya navbera Tevgera Rizgariya Kurdistanê û
hemû aliyên siyasî yên opozîsyona Ereb (Şîe û Sune), nîşan dide ku 40 salên
temam e şer li ser guhertina eqlîyetê tê kirin. Ev jî bi wê wateyê ku li şûna ku
Iraq bi rengekî navendî (sentralî) û dîktatorî bê birêvebirin, sîstemekî modern
ê lamerkezî û federal bê avakirin. Lê tevî ku 21 sal in destûra Iraqê hatî
pesendkirin, hîn ne tenê sîmayên rastîn ên federalîzmê li Iraqê derneketine,
belkî bi eşkere ragihandine ku pêkanîna herêmên nû di navbera parêzgehên din ên
Iraqê de, herreşeyê li yekparçeyiya Iraqê dike û nahêlin bên avakirin.

Navnîşana vê gotûbêjê ku «Pransîpên aştî û diyalogê bo çareserkirina kêşeyan» e,
behsa hemû kêşeyên proseya siyasî ya Iraqê kir, lê ez ê li ser «çareserkirina
kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê» rawestim. Ev jî ji ber ku
niha wek amrê waqi’ (rastiya li ser erdê), Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê
bûne du alî û du nêrînên wan ên cuda hene. Serok Barzanî daxwaza cîbicîkirina
destûra Iraqê dike, lê aliyê Iraqî bi wan qanûnan bersiva me dide ku peywendiya
wan bi destûra 2005an re nîne û girêdayî serdema rejîmên berê ne. Ev yek me
digihîne wê deriyê girtî ku Herêma Kurdistanê tawîzê (saziş) li ser nake.

Ji bo vekirina vê deriyê girtî, pir girîng e ku em rewşa siyasî bi awayekî rast
bixwînin û vê rastiyê eşkere bikin ku Amerîka rê li ber cîbicîkirina destûra
Iraqê nagire, lê tu hêzekê jî bikar nayîne da ku ew destûr bi zora hêzê bê
cîbicîkirin. Ev jî tê wê wateyê ku destûr bê cîbicîkirin yan na, ne kêşeya
Amerîkayê ye. Ji ber wê, divê em dîsa vegerin ser wê lîktêgehiştin û rêkeftina
sala 2002an ku li Londonê hatibû îmzekirin.

Bêguman aliyên Iraqî hemû vî rastiyê baş dizanin ku Herêma Kurdistanê bi îradeya
gelê Kurdistanê hatiye avakirin, ne bi destûra Iraqê ya sala 2005an. Berevajî
vê, destûrê daxwaz kiriye û qebûl kiriye ku Herêma Kurdistanê bi awayekî
dildarî bibe herêmek di çarçoveya dewleta federal a Iraqê de. Ji bo niha ku ev
dewleta federal nayê avakirin, divê li ser bingeha rêkeftin û lîktêgehiştineke
nû, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê di hemû sektoran de ji nû ve bên
rêkxistin.

Xala geşbîniyê piştî sala 1992an ku Herêma Kurdistanê ava bû, ew e ku Serok
Barzanî tawîzê li ser mafên gelê Kurdistanê nake û amade nebûye beşdarî tu
kongreyekê bibe heger pêşwext danpYdan bi maf û sînorên axa
Kurdistanê nehatibe kirin. Ji ber wê, ev rastî ji bo her kesî eşkere ye û tenê
li ser vê bingehê – ku riya rast e – kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û dewleta
Iraqê dikarin bên çareserkirin.

Top