Mistefa Hecî, Rêberê Çandiniyê li Rêveberiya Xweser a Zaxoyê: Divê aliyên peywendîdar cotkar araste bikin bi wê yekê ku çi diçîne û çawa axa xwe li ser hejmarek berhem parve dike.
Mistefa Hecî, Rêberê Çandiniyê li Rêveberiya Xweser a Zaxoyê: Divê aliyên peywendîdar cotkar araste bikin bi wê yekê ku çi diçîne û çawa axa xwe li ser hejmarek berhem parve dike.
Kurdistan di bingeh de herêmeke çandiniyê ye, bi vê axa şên û ava guncaw û keşûhewaya guncaw, çar werzên salê em dikarin baştirîn û xweşiktirîn berhemên çandiniyê hilberînin. Li Herêma Kurdistanê çar werzên me yên rast hene, her werzek ji wan taybetmendî û başî û xerabiya xwe heye. Eger tu biçî Tirkiyeyê, em dibînin heşt mehên wê zivistan e, ya mayî eger em bibêjin sê mehên wê ketine werzên din, li başûrê Iraqê jî heşt meh havîn e û ya din zivistan e, lê Kurdistan çar werzên rastîn hene û axa Kurdistana me jî pir dewlemend e, axa wê hêman an madeneke baş tê de heye, lê em jê sûdê wernagirin. Bes tenê eger em bibêjin hin caran keşûhewa bandoreke neyînî dike, bo nimûne eger serma û seqem li ser berhemê çêbibe, ew berhemê me bi duristî pê nagihîje. Dibe ku qanûn jî nebe, lê tevî vê yekê jî proje hene, bo nimûne projeyek li cem me hatiye encamdan û tiştekî baş jê hatiye çandin, lê heta niha wekî pêwîst nîne. Pêwîst e, bo nimûne, eger em bibêjin zêdetir rê ji bo projeyên çandinê li navçeyan were vekirin, wê demê geşepêdana çandiniyê li vê navçeyê dê pir baştir bibe.
Di warê kêmasiyan de, bi rastî hin caran xemsariya cotkaran e û hin caran xemsariya hikûmetê ye. Li hemû welatên cîhanê Wezareta Çandiniyê heye, Wezareta me ya Çandiniyê karê wê lawaz e, erkê li ser milê Wezareta Çandiniyê ye ku cotkar araste bike ji bo çandina wî berhemî ku pir pêwîst e. Bo nimûne, eger em bibêjin li Zaxoyê hezar an deh hezar donim erdê me hebe, niha çi dibe bila bibe, cotkarên me hemû rabin xiyar biçînin, hemû bacan biçînin, hemû zebeş biçînin, pêwîst e were parvekirin, evqas donim ji bo xiyar e, evqas ji bo zebeş e, da ku ew cotkarê ku diçîne ji berhemê xwe zirarê neke. Eger her hezar donim xiyar bin, bi hêsanî eger çend biryar û qanûn jî hebin û peyman jî bên kirin, dîsa jî zirarê dike, ji ber ku miqdara wê ya ji bo firotinê ji xelkê re zêde dibe. Her tiştê ku zêde bû, kêm nirx dibe. Lê eger hatibe parvekirin, bo nimûne hezar donim bin, 250, 250 her yek ji wan tiştek be, yek ji wan xiyar diçîne, yê din zebeş û yê din brokolî, wê demê nirxê berhemê jî nayê xwarê. Bes tenê li vir şaşiya hikûmetê ye, eger em bibêjin aliyê peywendîdar, wek ku em bibêjin aliyê çandiniyê, arastekirin an rênîşandana cotkaran ku were cotkar tu li navçeya Zaxo li filan cihî nabe xiyar biçînî, nabe bacan biçînî, zebeş biçînî, gindor biçînî, genim biçînî, divê were parvekirin da ku bazar têk neçe. Bazar çima têk diçe? Ji ber ku zêdebûn tê de çêdibe, ji ber vê yekê dema pêwîst e, eger bo nimûne 2500 donim pîvaz bên çandin, wê demê guman tê de nîne ku 20 kîlo pîvaz bi 5 hezar dînar tên firotin, lê eger ev were parvekirin, baştir dibe û nirxê wê nayê xwarê. Divê cotkar li ber çavan bigire ku her tiştê zêde hat çandin, nirxê wî wisa lê tê ku cotkar jê sûdê wernagire.
Gulan
