Rûbar Hesen Dzayî, pisporê endezyariya petrolê li Zanîngeha Kurdistanê: Petrol û gaz derfet in ji bo geşbûnê, lê tiştê ku dibe sedema pêşketinê tenê corê birêvebirin û siyasetên enerjiyê ne.
Rûbar Hesen Dzayî, pisporê endezyariya petrolê li Zanîngeha Kurdistanê: Petrol û
gaz derfet in ji bo geşbûnê, lê tiştê ku dibe sedema pêşketinê tenê corê
birêvebirin û siyasetên enerjiyê ne.
Rûbar Hesen Dzayî, mamosteyê beşa endezyariya petrolê ye li Zanîngeha Kurdistanê
û xwendekarê qonaxa dawî ya doktorayê ye her di warê endezyariya petrolê de. Di
gotubêja vê carê ya «Bazneya Gotubêj» de (Girîngiya enerjiyê di ji nû ve
darştina stratejiya hevkêşeyên siyasî de li navçeyê), bi vî rengî dîtin û
nêrînên xwe anîn ziman:
"Îro em li vir kom bûne ji bo nirxandina girîngiya stratejîk a enerjiyê, ew qada
ku ne tenê wekî motora aboriyê, belku wekî stûneke sereke ya ewlehiya navdewletî
tê dîtin. Pirsiyara bingehîn ev e: Gelo petrol û gaz dikarin Iraq û Herêma
Kurdistanê bikin lîstikvanekî sereke di hevkêşeyên cîhanê de?
Divê ew zelal be ku çavkaniyên xwezayî bi tenê nikarin herêmeke tije kêşe bikin
hêzeke cîhanî. Petrol û gaz tenê derfet û bingeh in ji bo geşbûnê, lê tiştê ku
dibe sedema pêşketinê an jî çêbûna nakokiyan, tenê corê «birêvebirin» û
«siyaseta enerjiyê» ye. Ji ber vê yekê, darştina yasayeke cîgir û niştimanî ji
bo petrol û gazê, pêdiviyeke lezgîn e ji bo derbasbûna qeyranan u gavavêtinê ber
bi aramiyê ve.
Girîngiya stratejîk a vê samanê tenê wê demê diyar dibe ku Bexda û Hewlêr
bigihin rêkketinekî giştgir. Pêdivî ye li şûna ku wekî du berhemhênerên nakok û
dabeşbûyî yên siyasî bên naskirin, wekî «dabinkerê pêbawer» di bazarên cîhanî de
derkevin. Bi berçavgirtina wê birê yedeka petrolê ya ku di weşanan de tê
behskirin (145 milyar bermîlên Iraqê û 45 milyar bermîlên Herêma Kurdistanê), li
gel yedeka gazê, em xwedî bingeheke pir bi hêz in da ku bibin cemsereke bibandor
a enerjiyê li ser asta cîhanê. Em xwedî çavkaniyên dewlemend in, lê tiştê ku
geşepêdanê misoger dike, birêvebirineke stratejîk e. Ji bo ku Iraq û Herêma
Kurdistanê bibin cemsereke bibandor a enerjiyê li navçeyê, divê pêşî jîngeheke
aram û seqamgîr bê afirandin; ji ber ku kompanyayên mezin ên cîhanê ji wan
navçeyên ku kêşeya siyasî û yasayî tê de hene dûr dikevin, an jî bi asteke pir
nizm veberhênanê tê de dikin.
Yek ji astengên sereke, nebûna piştrastiyê ye di parastina girêbestan de. Nabe
girêbestên petrolê bibin qurbaniya nakokiyên siyasî, an jî ji aliyê Dadgeha
Federal ve bi neheqî bên hejmarkirin, di demekê de ku ew girêbest li ser
bingehekî yasayî û fermî hatine wajokirin. Bêguman berdewamiya girjiyên navbera
Bexda û Hewlêrê, pêgeha aborî ya welat lawaz dike û baweriya veberhênerên biyanî
jî kêm dike, ku ev jî ziyaneke mezin li navûdengê navdewletî yê Iraqê dixe.
Çareseriya bingehîn a vê rewşê tenê di derxistina yasayeke kamil, sabit û cîgir
ji bo «petrol û gazê» de kom dibe. Hebûna yasayeke bi vî rengî, ne tenê kerta
enerjiyê ji bin destê nakokiyên siyasî diparêze u aramiyê lê vedigerîne, belku
dibe sedema çêbûna baweriyeke qahîm ji bo kompanyayên cîhanî da ku bi awayekî
berdewam û dûrî fikarê di vê kerta stratejîk de veberhênanê bikin. Bi vê gavê,
enerjî li şûna kêşeyan, dibe sedema avadaniyê.
Ji aliyê din ve, nebûna binesaziyeke bi hêz û pêşkevtina wan amûr û keredeyên li
ber dest in, astengeke mezin e li pêşiya rakêşana sermayeya biyanî. Hikûmeta
Iraqê heta niha neketiye ku bi awayekî guncaw parastina binesaziya enerjiyê
bike, ku ev bandoreke neyênî ya rasterast heye; ji ber ku tu veberhêner amade
nîne sermayeya xwe li navçeyeke tije kêşe bixe metrsiyê û her tim li pey
jîngeheke aram û parastî digere. Ji ber vê yekê divê girêbest piştrastiya
yasayî hebin û aliyê xwedî desthilat û berpirs bi zelalî diyar be. Ger ev
zelalî nebe, sermayedar ji navçeyê dûr dikevin.
Ji bilî kêşeyên navxweyî û kargêrî, alingariyeke cîhanî jî heye, ew jî hewla
welatan e ji bo guhertina çavkaniyên enerjiyê ji sotemeniya fosîlî ber bi
enerjiya paqij û nûbûyî ve. Lê divê em zanibin ku ev guhertin bi çend salên kêm
çênabe û bi dehan sal pêdivî ye heta ku cîhan bi temamî dest ji petrol û gazê
berde. Di rastiyê de, ji bo pêkanîna vê proseya veguhastinê, cîhan hîn jî pişta
xwe bi «gaza xwezayî» girê dide wekî çavkaniyeke demkî û girîng. Li vir
derfeteke zêrîn ji bo Herêma Kurdistanê rexhsa ye da ku vê fersendê bi kar bîne,
sûd ji çavkaniya gazê werbigire û pêgeha xwe ya aborî li ser asta navdewletî bi
hêztir bike.
Derbarê wê pirsiyara bingehîn ku gelo Herêma Kurdistanê dikare bibe pireke
stratejîk ji bo veguhastina enerjiyê ber bi Ewropayê ve? Bersiv «belê» ye, lê ev
proseyeke hêsan nîne. Berî ku em bifikirin bibin pir ji bo Ewropayê, divê pêşî
em bibin çavkaniyeke enerjiyê ya pêbawer ji bo pêdiviyên navxweyî yên Herêma
Kurdistanê, Iraqê û welatên cîran, piştre Ewropa. Ev jî ji bo ku em nîşanî
welatên Ewropî bidin ku enerjiya Kurdistanê kêşeya binesazî û yasayî nîne û
dikare pişta xwe pê bê girêdan ji bo planên demdirêj. Çareserkirina kêşeyên
hilawîstî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û gihîştina bi rêkketineke tundûtij
(qahîm) li gel Tirkiyeyê, mercên sereke ne ji bo ku em bibin derwazeyek ber bi
bazarên Ewropayê ve. Divê em zanibin ku Ewropa wê demê baweriya tam bi gaza
Herêmê tîne ku piştrastiya siyasî û yasayî hebe. Her çend yedeka gazê li
Kurdistanê heye, lê bi tenê têra hemû pêdiviyên Ewropayê nake, lewma divê em
astengan rakin da ku wekî dabinkerê temamker cihê xwe çêbikin. Bêguman avakirina
binesaziya pêdivî ji bo prosesing û veguhastina gazê, pêdiviya wê bi veberhênan
û sermayeyeke pir mezin heye ku ev jî bêyî seqamgiriyê nayê bidestxistin.
Ji aliyê din ve, pirsiyar ew e ku gelo em dikarin enerjiyê wekî «Hêza Nerm»
(Soft Power) bi kar bînin, mîna ku welatên Kendavê dikin? Di rastiyê de, em
nikarin heman modela Kendavê bi temamî kopy bikin, ji ber ku ew dewletên
serbixwe ne û biryara siyasî û aborî di deste wan de ye u bandora wan a rasterast
li ser bazara cîhanî heye. Lê Herêma Kurdistanê hîn jî di warê bûdce û biryar de
bi hikûmeta navendî ve girêdayî ye. Tevî vê yekê, dikare sûd ji ezmûna wan bê
wergirtin, bi taybetî di mijara durustkirina «Sindoqa Veberhênanê» de. Welatên
Kendavê beşek ji dahata petrolê ji bo veberhênana derve bi kar tînin, da ku
çavkaniyên dahata xwe hemejor (cihêreng) bikin û tenê pişta xwe bi petrolê
girênedun. Ev bûye sedem ku guhertinên bazara enerjiyê bandoreke ji nişkêve û
wêranker li ser aboriya navxweyî û mûçeyê fermanberên wan neke. Ji bo me jî,
durustkirina sindoqeke veberhênanê û pêkanîna veberhênana derve, dibe sedema
çêbûna têkiliyên navdewletî yên demdirêj li gel welatên wekî Amerîka û hêzên
cîhanî, ku ev jî baweriya veberhêneran bi Herêmê zêde dike.
Niha li Iraq û Herêma Kurdistanê heta radeyeke zêde pişta xwe bi dahata petrolê
girêdidin, lê sîstema «Rentier» an jî aboriya piştbestû bi yek çavkaniyê (ku
petrol e), ziyaneke mezin li pêkhateya dewletê dide; ji ber ku ev sîstem dibe
sedema çêbûna saziyên lawaz û bê berhem. Dema saziyên lawaz bûn, pêdiviya wan bi
çavdêriyeke hûrtir û sîstemeke şeffaftir dbe, da ku nekevin nava gendelî û
ladanê. Rastiya tal ew e ku li Iraqê bi rêjeya %90 heta %95ê dahata giştî tenê
ji firotina petrolê bi dest dikeve, di demekê de ku welatên Kendavê mîna
Erebistana Siûdî, karîne vê rêjeyê pir kêm bikin. Ew ji niha ve bi cidî kar li
ser qonaxa «piştî petrolê» diken û plan û bernameyên kamil hene ji bo ku zanibin
çawa çavkaniyên dahata xwe misoger bikin.
Ji bo me jî li Herêma Kurdistanê û Iraqê, hemejorkirina (cihêrengkirina)
çavkaniyên dahatê (Diversification) pêdiviyeke jiyanî ye. Her çend proseya
guhertina arasteya aborî demeke zêde dixwaze, lê cîbicîkirina van projeyan
pêdiviya wê bi sermaye û bûdceya berdewam heye. Rêya herî baş ew e ku sindoqeke
veberhênanê ji dahata niha ya petrol û gazê bê durustkirin û beşek ji wê pareyê
ji bo avakirina binesaziya «enerjiyên nûbûyî» bê veqetandin, bi taybetî enerjiya
rojê û enerjiya germiya nav erd (Geothermal). Li gorî amaran, di niha de tenê
%2ê enerjiyê li Iraq û Herêmê ji çavkaniyên nûbûyî tê dabinkirin, ku ev
rêjeyeke pir kêm e di demekê de ku em navçeyeke dewlemend in bi tîrêja rojê.
Cihê daxê ye ku heta niha piraniya dahata petrolê tenê ji bo mûçeyê û xerciyên
rojane diçe, nax ji bo projeyên stratejîk. Iraqê hewlek daye di rêya projeya
«Rêya Geşepêdanê» de guhertinekê çêbike, lê pirsiyar ew e: Gelo ev tenê wekî
rêrrewekî veguhastin û tranzît dimîne, yan dikare li gel pîşesaziyên petrol,
gaz, kehreba û petrokîmya bibe yek? Ji bo ku enerjî ji sedema nakokiyan biguhere
bo amraza temamkerê aborî, divê dîtineke nû ji me re hebe.
Bi baweriya min, kerta gaza Herêma Kurdistanê dikare bibe faktorekî bi hêz ji bo
bidofikirandina nakokiyan, ew jî di rêya avakirina «binesaziya hevpar» de. Dema
binesaziyeke hevpar a enerjiyê di navbera welatên Kendavê, Iraq, Îran û
Tirkiyeyê de tê durustkirin, berjewendî bi vî rengî tekel dibin ku ewlehiya
navçeyê diparêzin. Heman nêrîn ji bo Iraqê jî dikare rast be, heke gaza Herêma
Kurdistanê bibe çavkaniya berhemhênana kehrebayê ji bo navçeyên din ên Iraqê. Di
jîngeheke weha de ku her kes sûdmend be, tu alî pişta xwe nade têkdana wê
binesaziyê û êrîşa dronî, ji ber ku ziyan digihe her kesî. Bi vî rengî, girêdana
berjewendiyên aborî û dûrxistina enerjiyê ji nakokiyên siyasî, dibe tenê rêya
gihîştina bi paşerojeke geş û seqamgîr ji bo navçeyekê ku salên dûr û dirêj e li
ser agir dikule."
