Xazî Afrîvî Cotkar: Ji ber berhemên biyanî berhemên cotkaran nayên firotin û nirxê xwe yê heq nagirin, lewma cotkar hewes û xwesteka wan ji bo kar namîne.
Xazî Afrîvî Cotkar: Ji ber berhemên biyanî berhemên cotkaran nayên firotin û nirxê xwe yê heq nagirin, lewma cotkar hewes û xwesteka wan ji bo kar namîne.
Ji bo geşkirina çandiniyê û pêşxistina vê sektorê, pêwîst e di serî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya cotkaran û berhemên wan bike. Qonaxa yekem a daxwaz û xwesteka me, rêgirtina li hawirdekirina wan berhemên ku em di werzeke diyarkirî ya salê de berhem tînin e. Hawirdekirin bûye sedema berhewayîçûna ked û mandîbûna me. Di werzê havînê de berhemên cotkarên Kurdistanê ne tenê têra daxwaza navxweyî dike, belkî ew berhema ku em diçînin, em heta ji bo naverasta Iraqê jî dişînin. Lewma em daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku deriyên sînorî bigire da ku berhema cotkaran zêde bibe, cotkar nirxê xwe yê heq werbigire, rewşa wan a aborî baş bibe û cotkar zirarê nebîne.
Pêwîst e hikûmet di gelek warên din de jî piştgiriya cotkaran bike, wek nimûne, di çêkirina embar û sarkeran de, da ku cotkar berhema xwe ya zêde hemûyê di rojekê û mehekê de nexin bazarê û nirxê wê dakeve û zirarê bibînin. Belkû di her çar werzên salê de sûdê ji berhema xwe werbigirin û berhema navxweyî ya Kurdistanê kêm û zêde nebe, ku di herdu rewşan de jî xirab e. Ji aliyekî din ve, divê hikûmet di warê rêberiya çandinê û dabînkirina dermanên kêzikkuJ û zibilê kîmyewî de alîkariyê bike û ji bo kişandina av, elektrîk û rêyan hêsankariyan bike. Heta hikûmet dikare ji bo hin berheman bazarê ji cotkaran re bibîne û berhemên wan li navxwe yan li derveyî Herêmê bifiroşe. Bi vê yekê cotkar zirarê nabîne, sûdmend dibe û di karê xwe de berdewam dike.
Pirsgirêka sereke ya cotkaran dema firotina berhemên wan e. Wê demê ku dixwazin berhem, ked, mandîbûn û lêçûna xwe ya ku kirine li bazarê bifiroşin û qezencekê bikin, da ku karê xwe yê çandiniyê berfireh bikin û pêş bixin; lê belê bi vekirina deriyên sînorî û bi qaçaxî anîna berhemên welatên cîran, zirareke mezin digihîje cotkar, çandinî û aboriya Herêmê. Ji bo pêşxistina karê xwe, cotkar pêwîstiya wî bi parekî zêde heye da ku amûrên çandiniyê, pêdiviyên zibilê kîmyewî, dermanên kêzikkuJ, kişandina cogên avê û avê û bi dehan pêdiviyên din dabîn bike. Li vir her tişt giran e; destê kar, elektrîk, gaz, zibil û derman û veguhastina berheman lêçûneke wan zêde ye. Dema ku em berhemên xwe dibin elweyan (bazarên fêkî û sebze yên mezin) û bazaran, ji ber berhemên biyanî berhemên cotkarên me nayên firotin, nirxê xwe yê heq nagirin û cotkar zirarê dike. Bi vê yekê hewes û xwesteka wî ji bo kar namîne û dev ji karê xwe ber dide. Xaleke din a girîng mijara kêmbûna avê û girîngiya dabînkirin û kişandina avê û bîrên avê ye. Pêwîst e hikûmet yan cogên avdanê ji bo deştan bikişîne yan jî destûra kolandina bîran bide. Eger av hebe, mirov dikare genimê xwe biçîne û bi ava bîrê av bide û genimê wî wek pêwîst baş derkeve. Wê demê dikare 20-30 ton genim berhem bîne. Axa Kurdistanê pir bi ber û betek e û her tiştî dide û her cure berhem tê de tê çandin.
Gulan
