• Sunday, 08 February 2026
logo

Ferhad Mihemed endamê Bazneya Guftûgoyê: Piştî êrişên bednav ên Enfalê û kîmyabarankirina Helebceyê Rejîma Baasê Koleja Çandiniyê ya Zanîngeha Selahedînê li Hewlêrê girt.

Ferhad Mihemed endamê Bazneya Guftûgoyê: Piştî êrişên bednav ên Enfalê û kîmyabarankirina Helebceyê Rejîma Baasê Koleja Çandiniyê ya Zanîngeha Selahedînê li Hewlêrê girt.

 

Ferhad Mihemed endamê Bazneya Guftûgoyê: Piştî êrişên bednav ên Enfalê û kîmyabarankirina Helebceyê Rejîma Baasê Koleja Çandiniyê ya Zanîngeha Selahedînê li Hewlêrê girt.

Ferhad Mihemed, endamê Bazneya Guftûgoyê û endamê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ye û sernivîskarê kovara Gulanê ye û derçûyê Koleja Çandinî û Daristanan a Zanîngeha Mûsilê ye, di guftûgoya vê carê ya "Bazneya Guftûgoyê" de (Bername û plan ji bo pêşxistina sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê), bi vî rengî nêrîn, têgihiştin û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Di sala 1988an de piştî pêkanîna proseya bednav a Enfalan û kîmyabarankirina Helebceyê, rejîma Baasê bi fermana dîktator Sedam Husên "Koleja Çandiniyê ya Zanîngeha Selahedînê – Hewlêrê girt" û xwendekar û mamosteyên wê kolejê li ser kolejên çandiniyê yên zanîngehên Mûsil û Bexdayê belav kirin.

Ev biryara Baasê û Sedam Husên bes e ji bo ku em girîngiya sektora çandiniyê ji bo Herêma Kurdistanê fêm bikin. Ev biryar ji me re dibêje, Sedam Husên baş gihiştibû wê baweriyê ku heta dawî li sektora çandiniyê ya Kurdistanê neyne, Kurdistan jê re destemo nabe. Rasttir, eger piştî sala 1988an temenê desthilatdariya Baasê dirêjtir bûya û bi raperîna bihara 1991ê dawî li desthilatdariya Baasê li parêzgehên niha yên Herêma Kurdistanê nehatiba, wê demê rê nedida ku eslen karê çandiniyê li Kurdistanê bê kirin û ti berhemek bê hilberandin. Mixabin ev zîhniyeta şovînî piştî rûxana rejîma Baasê jî berdewam e û niha jî em dibînin li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, rê nadin cotkarên Kurdistanê erdên xwe biçînin û berhemên çandiniyê hilberînin.

Ew şêwaza ku neyarên Kurdistanê bi sektora çandiniyê û cotkarên Kurdistanê re muameleyê dikin, bi taybetî heta sala 2019an "berî ku kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê genimê cotkaran bikire", bi şêwazekî gelekî nerewa muamele bi kirîna genimê cotkarên Kurdistanê re dikirin û çend salan pereyê genimê wan paş dixistin, paşê jî bi nîvco didan. Ev hemû tişt wê yekê dide xuyakirin ku neyar û dagirkerên Kurdistanê vejîn û pêşxistina sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê wek tirsekê li ser xwe dibînin û neveşartine ku eger Herêma Kurdistanê bigihîje asta xwebijêwiyê û ewlehiya temam ji xwe re dabîn bike, wê gavên gelek girîng ber bi serxwebûnê ve biavêje.

Eger em ji vî alî ve xwendineke siyasî ji bo girîngiya pêşxistina sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê bikin, her wiha rawestîneke cidî li ser girîngîdana kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sektora çandiniyê re bikin, ku girîngiyeke mezin daye sektora çandiniyê, çavkaniyên avê û çêkirina bendav û golan, bi temamî em hîs dikin ku birêz Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Kurdistanê, di kabîneya nehem de hewleke tam daye ku binesaziyeke gelek baş ji bo pêşxistina sektora çandiniyê di hemû warên samanên "riwekî, pêlûkan (kedî), ajalan (lawir), masî" de ava bike, her wiha gav avêtine ji bo pîşesazîkirina sektora çandiniyê, û gelek kargehên xwarinê hatine damezrandin ku niha berhemên wan li bazaran in, ji vê zêdetir jî hêsankarî kiriye da ku veberhêner û sermayedarên navxweyî û biyanî projeyên gelek mezin ên çandiniyê li Herêma Kurdistanê pêk bînin. Ev nexşerêya ku di kabîneya nehem de bingeha wê hatiye danîn, dê di kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî berdewam bike, û tê çaverêkirin ku veberhênanên gelek mezin di sektorên çandiniyê de bên holê.

Xaleke serekî ku em dikarin bi geşbînî li pêşxistina sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê binêrin ew e ku îradeyeke siyasî heye ku biryar daye divê asta pêşxistina sektora çandiniyê bigihîje wê astê ku ewlehiya xwarinê ya Herêma Kurdistanê bi temamî dabîn bike û di heman demê de berhemên çandiniyê jî hinardeyî bazarên derve bike. Ji bo pirsa dîtina bazarê ji bo berhemên çandiniyê, Serokê Hikûmeta Kurdistanê di hewleke berdewam de ye û hewlên wî jî berhemdar bûne û çaverêya berhemên zêdetir jê tê kirin.

Xaleke din ku dikare wek faktoreke girîng ji bo berfirehbûna pêşxistinê û zêdebûna projeyên mezin ên çandiniyê bê dîtin, avabûna wê baweriyê ye bi wê îradeya siyasî ya ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi veberhêner û sermayedarên navxweyî û biyanî re dimeşîne. Hêjayî gotinê ye ku di destpêka kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de di sala 2019an de rêjeya veberhênana çandiniyê 1.5% bû, lê di sala 2025an de tevahiya veberhênanê li Herêma Kurdistanê gihiştiye 10%. Ev hilkişîna mezin di rêjeya veberhênanê de di sektora çandiniyê de, nîşaneke wê yekê ye ku gelê Kurdistanê paşerojeke geş di nav wê îradeya siyasî de dibîne ku li pişt vejîn û pêşxistina sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye.

 

Gulan

Top