• Sunday, 08 February 2026
logo

Şêx Cemal Kirpiçneyî cotkarê nimûneyî yê Silêmaniyê: Ez daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku banka çandiniyê bê vekirin da ku cotkar bikarin deynan werbigirin û pêdiviyên xwe pê dabîn bikin.

Şêx Cemal Kirpiçneyî cotkarê nimûneyî yê Silêmaniyê: Ez daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku banka çandiniyê bê vekirin da ku cotkar bikarin deynan werbigirin û pêdiviyên xwe pê dabîn bikin.

 

Şêx Cemal Kirpiçneyî cotkarê nimûneyî yê Silêmaniyê: Ez daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku banka çandiniyê bê vekirin da ku cotkar bikarin deynan werbigirin û pêdiviyên xwe pê dabîn bikin.

 

Şêx Cemal Kirpiçneyî, yek ji cotkarên dêrîn ên Kurdistanê ye û heta niha jî bi karê cotkariyê mijûl e, xwediyê berhemanîna çendîn berhemên awarte yên çandiniyê ye ku kariye bi jêhatîbûna xwe berhemên pir baş/rind berhem bîne. Niha wek cotkarekî nimûneyî li ser asta Silêmanî û Kurdistanê tê destnîşankirin. Di gotûbêja vê carê ya "Xeleka Gotûbêjê" de (Bername û plan ji bo pêşxistina Kerta Çandiniyê li Herêma Kurdistanê), li ber ronahiya ezmûna xwe ya pratîkî ya komkirî di nav zeviyan de, bi vî rengî raman û nêrîn, pêşniyar û rasparteyên xwe ji bo pêşxistina Kerta Çandiniyê li Herêma Kurdistanê anî ziman.

Ez gelek spasiya Beşa Rewşenbîrî û Ragehandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikim, ku ji bo vê gotûbêja girîng, me wek cotkarekî bajarê Silêmaniyê û endamê tora "Lighthouse Farm" a zanîngeha cotkariyê ya Holendî vexwendiye.

Di destpêka vê gotûbêjê de û wek dergehek ji bo pêşkêşkirina asteng û pirsgirêkan li pêşiya pêşxistina Kerta Çandiniyê li Herêma Kurdistanê, divê em ji Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest pê bikin, ku ez wek cotkarek wisa dibînim ku rola vê wezaretê ji bo pêşxistina çandiniyê hatiye piştguhxistin.

Bi texmîna min, pêwîst e Wezareta Çandiniyê wek wezaretek xwedî serwerî (siyadî) bê dîtin, ne ku wek parek hesab jê re bê kirin û aliyek siyasî li gor keyfa xwe kesekî jê re bike namzet, da ku bibe wezîrê çandiniyê. Wezareta Çandiniyê tiştekî kêmtir nîne ji Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Xwendina Bilind. Baş e, çima divê Wezîrê Tenduristiyê û Wezîrê Xwendina Bilind her du jî pisporên warê xwe bin, lê kesek siyasî tînin dikin wezîrê çandiniyê? Bi nêrîna min ev tawan e û divê kesek akademîk ê çandiniyê bibe wezîrê çandiniyê yê hikûmetê.

Di kabîneya nehem de Xanim Bêgerd Talebanî wezîra çandiniyê bûye, wezîreke pir çalak e, tevî vê yekê jî hin rexneyên min li ser wê hene. Bi kurtî em dikarin bêjin: Wezareta Çandiniyê wezareta dabînkirina nan e û nabe bê piştguhxistin, yan jî kêmtir ji wezaretek siyadî hesab jê re bê kirin. Eger nanê me tune be, Pêşmerge û polîs çi ji destê wan tê? Bi eşkereyî, eger nanê me misoger nebe û asayişa me ya xurekê tune be, em ê her tiştî ji dest bidin. Ji ber vê yekê, ez daxwazê ji xeleka gotûbêjê ya Beşa Rewşenbîrî û Ragehandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim, ku vê peyama me wekî xwe bigihîne û ez daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim, ku derbarê girîngîdana zêdetir bi Wezareta Çandiniyê re çavnêriyê bike, bûdceyek baş jê re terxan bike. Wekî ku wan jî amaje pê kir, niha îmkanên Wezareta Çandiniyê yên berdest pir kêm in. Bi rastî nabe ku Wezareta Çandiniyê îmkanên pêwîst li ber destê wê nebin. Ji bo vê yekê, dikare ji bo kabîneya dahatû (kabîneya dehem) baş li ser bê fikirîn û di rewşa Wezareta Çandiniyê de guhertin bên kirin.

Her wiha di vê gotûbêjê de behsa girîngîdana ragihandinê bi Kerta Çandiniyê hate kirin. Bi rastî asta girîngîdana ragihandinê bi warê Kerta Çandiniyê pir xirab û nizim e û rênîşandanên çandiniyê di ragihandinan de nayên belavkirin. Heta ji bilî rêxistina FAO, ji sala 1992an heta niha, ne rojnamevanek çandiniyê, ne jî endezyarek çandiniyê nehatiye zeviya min û ji min re negotiye filan madeya kîmyewî ya qirker bikar bîne û ya din bikar neyne. Heta niha Wezareta Çandiniyê otomobîl terxan nekiriye da ku endezyarên çandiniyê serdana zeviyên cotkaran bikin. Bi rastî ev karesat e ku seyareyek tune be ku bikare endezyarên çandiniyê bigihîne cem cotkaran.

Sernavê vê gotûbêjê "Bername û plan e ji bo pêşxistina Kerta Çandiniyê" ye, lê ez bername û planeke Wezareta Çandiniyê nabînim. Ev di demekê de ye ku divê bername û plan ji "bername û plana kurt-mawe û plan û bernameya dûr-mawe" pêk bê. Lê eger îmkanên Wezareta Çandiniyê li ber dest nebin, her bername û planek ku deyne, dê têk biçe. Ev wekî wê yekê ye ku tu biçî bazarê û pere bi te re nebe, bêguman tuyê destvala vegerî.

Aliyek din ku di vê gotûbêjê de amaje pê hat kirin, pirsa rawestandina mohleta kolandina bîrên ertewazî (kûr) ji aliyê Wezareta Çandiniyê ve ye. Ez ne bi wê yekê re me ku Wezareta Çandiniyê mohleta kolandina bîrên kûr rawestîne, bi taybetî ji bo zeviyên genim, ji ber ku genim di salekê de 3-4 caran pêdivî bi avdanê heye. Di wan deman de ku genim pêdivî bi avdanê heye û baran nabare, cotkar dikare bi rêya ava bîrê genimê xwe av bide, ku ji vê re bi Erebî tê gotin "el-merşet et-tekmîliyye lir-rey" ango temamkerê avdana zeviyê. Ji ber vê yekê, Wezareta Çandiniyê dikare mohletê bide cotkaran û serpereştiya wan bike û kontratan ji wan werbigire, ku tenê di wan deman de ku baran nabare, ava bin erdê bikar bînin û dema baran dîsa dest pê kir, wê rawestînin. Di vê pirsê de, ku pirsa genim e û bi asayişa xurekê ve girêdayî ye, ez daxwaz dikim ku Wezareta Çandiniyê li ser vê biryarê çavê xwe bigerîne û wê benda ku taybet e bi rawestandina bîrên kûr, rake.

Pirsgirêkek din ku em wek cotkar rûbirûyê wê dibin, nebûna taqegehan (laboratuar) e, bi taybetî taqegeh ji bo pişkinîna axê, her wiha taqegeh ji bo dilniyabûna ji kalîteya wan madeyên kîmyewî yên qirker ku di Kerta Çandiniyê de tên bikaranîn, da ku em bizanibin gelo ew madeyên kîmyewî yên qirker tenê avek e ku reng tê de hatiye kirin, yan bi rastî madeyên kîmyewî yên qirker in ji bo nexweşiyên çandiniyê. Ji ber vê yekê, eger ev madeyên qirker kêzikekî qurmê xiyar an firingiyê nekujin, êdî çima bên bikaranîn? Lewma hebûna taqegehê ji bo dilniyabûna ji bandora wan madeyan pir girîng e. Bi heman şêweyî, hebûna taqegehê ji bo pişkinîna axê pir girîng e, da ku em bizanibin ew amûrên ku ji bo axê pêwîst in çi ne, da ku bibe axeke bi xêr û bêr û berhemek baştir berhem bîne.
Guherînên keşûhewayê niha cîhan bi xwe ve mijûl kiriye û hemû di hewla wê yekê de ne ku xwe li gel guherînên keşûhewayê biguncînin. Niha Wezareta Çandiniyê rojnameyeke çandiniyê heye ji bo rênîşandanê ji bo cotkaran, lê divê hevdem li gel guherînên keşûhewayê, Wezareta Çandiniyê rûpîvaneke çandiniyê hebe û rênîşandana wê yekê bide ku li her herêmeke Herêma Kurdistanê pêwîst e çi bê çandin, û bê zanîn ku li gel guherîna keşûhewayê li kîjan herêmê berhemanîna berhemên çandiniyê dê guhertin bi ser de bên.
Derbarê pêvajoya hişyarkirinê di Kerta Çandiniyê de, rexneya min ew e ku rojnamevanên me yên çandiniyê nînin. Bala xwe bidinê, dema lîstikeke werzişê tê kirin, hemû kesên ku wê lîstikê rûmal dikin, rojnamevanên werzişê ne, lewma dizanin çawa hemû aliyên lîstikê bi pisporane rûmal bikin û ji bîneran re veguhezînin. Lê heta niha rojnamegeriyeke me ya çandiniyê ya pisporane nîne ku girîngiya pêşxistina Kerta Çandiniyê nîşanî welatiyan bide. Bi sedan cotkarên me yên nimûneyî hene, lê ji ber ku ragihandin û rojnamevanên me yên çandiniyê nînin, em dibînin ku ew wek leşkerên wenda ne û tu kes ji karên wan agahdar nîne û wan nasnake.
Aliyek din ku dikare li ser bê rawestan, peywendiya di navbera kolejên çandiniyê û cotkaran de ye. Bi rastî valahiyeke mezin di navbera kolejên çandiniyê û cotkaran de heye. Ez wek cotkarek, yek ji wan kesan im ku dem demî, ji destpêka salên heftêyî heta niha, serdana Koleja Çandiniyê ya Zanîngeha Silêmaniyê dikim, serdana Peymangeha Çandiniyê dikim. Wê demê min lêkolînên Koleja Çandiniyê dixwendin ku li ser berhemên zeviyan ("el-mehasil el-heqliyye") dihatin kirin. Lê ez tekez dikim ku hemû ew lêkolînên kolejên çandiniyê nehatine ku di nav zeviyeke cotkaran de wan lêkolînan encam bidin û xizmeta cotkaran bikin, belkû tenê lêkolîn kirine da ku pileya xwe ya zanistî pê bilind bikin, ne ku xizmeta cotkaran bikin.
Aliyek din ku ji bo pêşxistina Kerta Çandiniyê pir girîng e, hebûna amûrên pêwîst e ku li ber destê cotkaran hebin. Ji ber vê yekê, ez li vir daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku banka çandiniyê bê vekirin, da ku cotkar bikarin ji wê bankê deynan werbigirin û pêdiviyên xwe pê dabîn bikin.
Di dawiyê de, ez dixwazim pir eşkere bêjim ku em wek cotkar ti piştgiriyeke Wezareta Çandiniyê naxwazin, tenê daxwaza me ew e ku Wezareta Çandiniyê alîkarê me be di wê yekê de ku bazarê ji bo berhemên me dabîn bike, da ku berhemên me bi rêkûpêk bên firotin. Niha ku destpêka demsala berhemanîna berhemên çandiniyê ye, di hefteya borî de kîloyek kûzik li elweya (hala) Silêmaniyê bi 50 dînarî hatiye firotin, ku ev nirx ne tenê qezencê ji bo cotkaran nake, belkû mesrefa berhemê jî dagirtî nake û cotkar zirareke mezin dibînin. Ji bo ku cotkar bêhêvî nebin û di berhemanîna berhemên çandiniyê de berdewam bin, tenê daxwaza me ew e ku bazarek ji bo berhemên me bibînin da ku cotkar bêhêvî nebin û ji zeviyên xwe dûr nekevin.

 

Gulan

Top