Dr. Salar Osman, Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê: Gotûbêj, ango avakirina zimanê hevpar ji bo serxistina pêvajoya netewesaziyê
Dr. Salar Osman, Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê: Gotûbêj, ango avakirina zimanê hevpar ji bo serxistina pêvajoya netewesaziyê
Di wêjeya siyasî ya hevçerx de, têgeha netewe «Nation» amaje bi tevahiya wan pêkhateyan dike ku li ser erdnîgariyeke diyarkirî dijîn. Ji ber vê yekê, dema em behsa pêvajoya netewesaziyê dikin, mebesta me tevahiya wan pêkhateyên cuda ne ku di nav erdnîgariya Herêma Kurdistanê de bi cudahiya netewe û olan bi hev re dijîn û nasnameya gelê Kurdistanê pêk tînin.
Faktora herî girîng ji bo serxistina pêvajoya netewesaziyê, jihevtêgihiştin û hevahengiya di navbera pêkhateyên cuda û kesên civakê de li ser berjewendiyên bilind ên niştiman û asayişa civakî û xweşguzeraniya xelkê wê ye, û dîroka neteweyên cîhanê jî ev yek bi delîlan selimandiye; heta ku zimanekî hevpar di navbera pêkhateyên cuda yên netewe de çênebe, pêvajoya netewesaziyê serkeftî nabe.
Zimanê hevpar berhema gotûbêjeke vekirî û eşkere ya di navbera pêkhateyên cuda de ye di nav qada giştî de «public sphere», ku tê de peyv li ser bingeha etîkê gotara nimûneyî «Ideal Speech» berhem tînin; gotareke ku ji kûrahiya pirsgirêkên civakê derdikeve û çareseriyên «maqûl, mumkin, balkêş» ji bo tevahiya pirsgirêkan dibîne û dike şêwir û rasparde û pêşkêşî hikûmet û perlemana xwe dike.
Di vê çarçoveyê de, Xeleka Gotûbêjê ku di vê hejmara kovara Gulanê de rapora xwe ya bîst û nehemîn bi navê «Bername û Plan ji bo Pêşxistina Kerta Çandiniyê li Herêma Kurdistanê» belav dike, wê rastiyê selimandiye ku di nav kûrahiya pirsgirêkên xelkê û di nav astengiyên li ser ax û netewe de, zimanê hevpar ji bo jihevtêgihiştin û hevkariyê di navbera netewe û olên cuda de ava bike.
Di nav hola gotûbêjên Xeleka Gotûbêjê de, bi zimanên cuda, ji nêrînên siyasî, neteweyî, mezhebî û olî yên cihêreng, gotûbêj li ser çareserkirina pirsgirêkan tê kirin. Di nav vê qada giştî de ku bi vekirî û eşkereyî gotûbêj tê de tê kirin, cudahî hevdu venaşêrin/nasitirînin; berevajî, dema ku tevahiya cudahiyan bi hev tên girêdan û hemû li kêleka hev tên danîn, em dibînin ku tabloya mezin a niştiman pêk tîne.
Raveka pirsgirêk û xemên xelkê û astengiyên li ser ax û niştiman di nav gotûbêjan de, xemleke (zexrefeyek) wisa çêkiriye ku dibe bingehek ji bo berhemanîna wê gotara nimûneyî ya niştimanî ku çareseriyên «maqûl, mumkin, balkêş» ji bo pirsgirêkên rastîn ên civaka Kurdistanê destnîşan kiriye.
Metoda etîkî û rêzgirtina Xeleka Gotûbêjê ji cudahiyên siyasî, neteweyî û olî re, bi astekê bawerî di navbera cudahiyan de aniye holê, ku gihîştiye wê astê ku bi eşkereyî dibêjin: «Ez li ber mîkrofona Xeleka Gotûbêjê pir eşkere diaxivim, ji ber ku ez dizanim ji vê mîkrofonê rastî digihîjin cihê xwe û kar ji bo çareserkirina wan tê kirin». Giringiya asta bilind a Xeleka Gotûbêjê bi pirsgirêkên cuda yên civakê, pirsên cuda li cem beşdarên gotûbêjan çêkiriye û bi eşkereyî ji me dipirsin: «Çima Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ewqas kûr diçe nav van pirsgirêkan û di encamê de jî piranîya rexne û gazincên xelkê di serî de Partiya Demokrat a Kurdistanê li xwe digire/berpirsiyar dibîne?»
Ez piştrast im ku endamên Xeleka Gotûbêjê baş bersiva vê pirsa beşdarên gotûbêjan dane û ji wan re gotine: Bersiva vê pirsa we, hûn ê di weşandina raporê de wekî xwe û paşê jî di komkirina her şeş gotûbêjan de di du pirtûkan de bi zimanên «Kurdî û Erebî» di wê merasîmê de bistînin ku pirtûk tê de tên belavkirin û hûn bi xwe jî amade dibin. Lê di van çend rêzan de ez dixwazim, hewl bidim bi awayekî eşkeretir bersiva wê pirsê bidim.
Xeleka Gotûbêjê, berhema civînên Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ye berî lidarxistina Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê di Mijdara 2022an de, û paşê di destpêka sala 2023an de me wek organeke serbixwe «Xeleka Gotûbêjê» damezrand. Di civîna yekem de biryar hat dayîn ku em asta gotarê berfireh bikin, heta ku em wê bigihînin asta gotara temamker a niştimanî «National Integration Speech»; ev jî bi wê wateyê ku pêwîst e di nav gotara niştimanî de «xelk, netewe û olên cuda û hemû nêrînên siyasî yên cuda», hest bi hebûna xwe bikin û wê wek gotara xwe bizanin, wek hevparîyekê di çareserkirina pirsgirêkan de.
Serok Barzanî gelek caran di civînan de tekez kiriye û gotiye: «Ji bo min Kurdistan ji Partiyê girîngtir e.» Ev peyama birêzê wan ji bo me dibe ferman û divê em pê pabend bin û wê pêk bînin, û divê em bi kiryarên xwe nîşan bidin ku Partî tenê amrazek e ji bo serxwebûna Kurdistanê û asayişa civakê û xweşguzeraniya tevahiya gelê Kurdistanê bi cudahiya netewe û olan. Divê karê sereke yê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê, zindîragirtin û praktîzekirina gotina bilind a «Barzaniyê Nemir» be: (Şanazî ye ji bo mirov xizmetkarê miletê xwe be). Belê, Xeleka Gotûbêjê wisa difikire û bi vî alî kar dike û li dû wê şanaziyê digere û mandî nabe.
Gulan
