l Ehmed, endamê Xeleka Diyalogê: Çandinî, ji bilî rol û pêgeha xwe ya di binesaziya civakê de, şêwazkarê seresaziyê û awayê têgihîştin û şêwazên jiyana mirovan e jî.
l Ehmed, endamê Xeleka Diyalogê: Çandinî, ji bilî rol û pêgeha xwe ya di binesaziya civakê de, şêwazkarê seresaziyê û awayê têgihîştin û şêwazên jiyana mirovan e jî.
Dr. Celal Ehmed, endamê Xeleka Diyalogê û berpirsê Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, di diyaloga vê carê ya «Xeleka Diyalogê» de (Bername û Plan ji bo Pêşxistina Kerta Çandiniyê li Herêma Kurdistanê), bi vî rengî bîr û boçûn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.
Çandinî bingeha pêkanîna qonaxa xwetêrkirinê ye û civakê ji qonaxa xerîdariyê vediguhêze bo qonaxa berhemhêneriyê û herdu sektorên aborî û bazirganiyê jî pir pêş dixe. Ji kevn de mirov têgihîştiye ku çandinî xwedî aliyekî siyasî yê girîng e û ji bilî man û bihêzbûnê, hevsengiyek e jî di birêvebirina milmilanêyan û danûstandina ligel bûyer û pêşhat û hevkêşeyên siyasî de. Lêgerîna li dû çavkaniyên xwarinê, mirov neçarî karê çandiniyê kiriye, karê çandiniyê jî man û cîgîrbûna li cihekî diyarkirî pêwîst dike, lewma jî dibêjin eger çandinî nebûya, mirovahî nedibû xwedî şaristanî, ji ber ku berî ku bifikire li ser avakirina şaristaniyê, li dû çavkaniyên xwarinê geriyaye. Ango çandinî mertala şaristaniyê û parastina her hebûn û pêkhateyeke siyasî ye jî. Çandinî, ji bilî rol û pêgeha xwe ya di binesaziya civakê de, şêwazkarê seresaziyê û awayê têgihîştin û şêwazên jiyana mirovan e jî.
Ji ber rol û pêgeha xwe ya aborî û siyasî, çandinî wek sektoreke herî pêşîn, pêwîstî bi dariştin û xebitandina siyaseteke diyarkirî ya zanistî heye. Siyaseta çandiniyê jî pêkanîna guhertinên kemiyetî û keyfiyetî ye di kerta çandiniyê de bi rêya xebitandina çend bingeh û rêbazan, ji bo girtina ber çendîn tedbîran bi amûrên guncaw bi şêwazekî wisa, ku ew armancên berê hatine diyarkirin, bên pêkanîn bi armanca gihîştina qonaxa têrkirina pêdiviyên navxweyî û dîtina bazarê û hinardekirina zêdeyiya berheman bo derve. Bi vê yekê tu dikarî welatê xwe jî bixî ser nexşeya welatên berhemhêner û hinardekar û bigihîjî qonaxa xweşguzeraniya aborî û dadperweriya civakî. Siyaseta çandiniyê bi siyaseta giştî ya dewletê ve girêdayî ye. Siyaseta giştî û çandiniyê ya her dewletekê jî heke van taybetmendiyên jêrîn hebin, wê demê dewleteke serkeftî ye di proseya pêşxistina berdewam de:
Li ber çavgirtina pirrengî û giştgîriya pêdiviyên civakê di hemû sektorên civakî, çandî û aborî de di dema dariştina siyaseta giştî û bi taybetî siyaseta çandiniyê de.
Divê armanca siyaseta giştî ya hikûmetê, bi taybetî di warê çandiniyê de, bersivdana pêdiviyan be û planeke pêşwext hatibe dariştin, ji bo pêşîgirtin, yan derbaskirina qeyranan, rêgirtina li dubarebûna wan piştî dîtin û çareseriya pêwîst ji bo wan, bi taybetî derbarê ewlekariya xwarinê û parastina tenduristiya giştî bi rêya piştrastbûna ji pêkhate û kalîteya berhemên xwarinê yên berhemanîn û hawirdekirî.
Divê şopa kesên pispor û şareza bi siyaseta giştî ya dewletê û çandiniyê ve diyar be û ravekirina xwendineke realîst û stratejîk jê re hatibe dariştin, ji bo her eger û pêşhatekê tedbîrên pêwîst pê re hebin.
Divê siyaset li gel xwe, li şûna afirandina qeyranê di sektoreke din de, geşedanê bide warên din ên wekî pîşesazî, bazirganî, veguhestin û ragihandinê û peydakirina zêdetir derfetên kar.
Divê xwendineke rast ji bo pêdiviyên cîbicîkirina siyasetê di warê çandiniyê de hatibe kirin, berhemek neyê çandin ku li navxwe, yan li derdorê beşek ji çanda xwarina herêmê nebe.
Divê di siyasetê de bi rêya zêdekirina berhema navxweyî û kêmkirina berhema hawirdekirî, bi taybetî ew berhemên ku dikarin li navxwe jî bên berhemanîn, li ber çav bê girtin ku kontrol li ser nirxan bê kirin, da ku enflasyon çênebe.
Divê li ber çav hatibe girtin ku kesê ku herî zêde qezenc dike veberhêner û cotkar bin, ne bazirgan, ji ber ku ew dema dibînin ku pir kêm distînin, li ser karê xwe berdewam nabin, bi vê yekê berjewendiya giştî dikeve metirsiyê û ji berhemhêneriyê em dîsa dibin hawirdekar û xerîdar.
Divê bi sînordarî û di bin çavdêriya kesên pispor de sûd ji teknolojiyê, hem wek amûr, hem jî wek zibil û madeyên kîmyewî ji bo zêdekirina berhemê û qirkirina nexweşiyan bê wergirtin, ji aliyekî ve da ku bêkarî zêde nebe û hejmara mirovên tembel û netendurist zêde nebe, herwiha em dest bi berhemên organîk bigirin û bandora neyînî ya made û dermanan li ser tenduristiya xwe ya giştî kontrol bikin.
Divê siyaset bikaribe hin kevneşopî û tedbîran di warê ajaldarî, çandinî û xwedîkirina ajalên baskî de biafirîne, herwiha guhertinê di wan adet û kevneşopiyan de jî bike, ku bandoreke neyînî li ser tenduristiya xelkê dikin. Bo nimûne, ji bo rêgirtina li mirîşkên qebare mezin, rê neyê dayîn ku mirîşkên cemidî jî bên hawirdekirin û mirîşkên qebare mezin di bazarê de nemînin û xelk neçar bin mirîşkên qebare biçûk bikirin, ev eger ji bo demekê berdewam bike, êdî xelk pê fêr dibin, dawiyê rewş berevajî dibe.
Divê di siyaseta giştî ya dewletê de ji bo kêmnebûna erd û rûbera çandinê, ew bajarên ku ketine nêzîkî herêmên çandiniyê, rê neyê dayîn ku fireh bibin û bajarên nû jî li wan herêman bên avakirin ku ji bo çandiniyê ne guncaw in. Divê rê li guhertina cinsê erdên çandiniyê yên baxçeyî ji berhemanîna berhemê bo geştûguzariyê bê girtin, ku di van salên dawî de bûye diyardeyeke berbiçav li Herêma Kurdistanê. Ev ne tenê dibe sedema kêmbûna berhemê, belkî sedemek e jî ji bo kêmbûna keskahiyê û qirêjkirin û bihedefdana avê û şêwandin û têkdana jîngehê, heta ji bo zîndewer û ajalên kovî jî.
Çend nîşan hene ku nîşan didin ku tevî hewlên hikûmeta Herêmê di warê kerta çandiniyê de, lê xuya nake ku di vî warî de serkeftî be, heta ku van tiştên jêrîn pêk neyne:
Sînordarkirina veberhênanê di warê sîte û yekeyên niştecihbûnê de û dawîanîna li germkirina bazara sîteyê û sermayedanîna biyanî, bi taybetî li bajarê Hewlêrê, ku hem zirar gihandiye erdên çandinî û çandiniyê, hem jî metirsiyên mezin li ser ewlekariya xwarinê û pêkhateya neteweyî û etnîkî ya Herêma Kurdistanê çêkiriye û dê çêbike.
Divê rêveber û endamên tîma kontrola kalîteya berheman di bin çavdêriyeke tund de bin û zû bi zû bên guhertin, da ku derfeta peymanên dizî ji bo wan çênebe ligel bazirganan. Divê hewl bê dayîn ku nimûneyên testkirinê ji ‘elwe (sûka fêkî û sebzeyan), gumrik û meydanan jî bên wergirtin, ne tenê ji deriyên sînorî.
Zêdebûna hejmara kesên bi nexweşiyên demdirêj û metirsîdar ketine, tê gotin ku dibe yek ji sedeman, şêwazê kar û jiyanê û madeyên xwarinê bin, bi taybetî ew derman û zibilên ku di zûgihandina berhemên çandinî û ajalî û yên baskî de tên bikaranîn.
Kêmbûna pûanên wergirtinê li beşên kolejên çandinî û veterîneriyê nîşana bi awayekî duyemîn nihêrîna li sektorê ye, lewma divê hikûmet siyaseteke teşwîqê ya taybet bigire ber xwe û girîngiyeke taybet bide kolejên çandiniyê.
Divê Wezareta Çandiniyê ji niha û pê de wezaretek serwer be û wezîr kesekî pispor be di warê xwe de, lijneyeke hemahengiyê ligel wezaretên pêwendîdar ên wekî Perwerde, Xwendina Bilind, Tenduristî û Bazirganiyê re hebe.
Gulan
