P.D. Nezaket Hisên, Endama Xeleka Gotûbêjê: Tenê bi piştgiriya berhemhênerên qada çandiniyê û kêmkirina bacê li ser wan, ev sektor dê geş bibe.
P.D. Nezaket Hisên, Endama Xeleka Gotûbêjê: Tenê bi piştgiriya berhemhênerên qada çandiniyê û kêmkirina bacê li ser wan, ev sektor dê geş bibe.
P.D. Nezaket Hisên endama Xeleka Gotûbêjê û endama Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye, herwiha sernivîskara rojnameya Kurdish Globe çapa Îngilîzî ye û mamoste ye li Zanîngeha Silêmaniyê. Di gotûbêja vê carê ya "Xeleka Gotûbêjê" de (Bername û plan ji bo pêşxistina sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê), bi vî rengî nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.
Çandinî û hebûna axa çandiniyê û jîngeha guncaw, yek ji samanên xwezayî yên girîng ên welat e, ku gelek pispor wê wek "nefta berdewam" bi nav dikin. Bêguman, wek Herêma Kurdistanê em herêmeke naskirî ne bi çandiniyê û dîroka herî kevn a vê deverê bi çandiniyê tê naskirin, û di rabirdûyê de heta niha pîşe û çavkaniya dahat û jiyana beşek ji şêniyên wê bûye. Dema em vedigerin ser dîroka xwe ya herî kevn, em dibêjin serdema çandiniyê. Diyar e ku çendîn corên berhemên çandiniyê li vê deverê hene, ku taybet in bi deverê û tenê di jîngeha vir de dikarin şîn bibin. Her çiqas zanista nû di warê çandinî, tov û genên riwek, sebze û fêkiyan de, wisa kiriye ku îro piraniya corên çandiniyê dikarin jîngeheke destkird ji wan re bê çêkirin, wek mînak serayên plastîk (malên şîn). Herêma Kurdistanê jî beşek ji vê pêşketinê wergirtiye.
Mijar li vir ew e ku em çawa vî sektorî pêş bixin, çawa bibe çavkaniyeke zêdetir a dahat û aboriyê ji bo welat û takekesan. Tişta ku ez li vir mebesta min e îşaret pê bikim, ew e ku em çawa asta veberhênan û hinardekirina berhemên çandiniyê bilind bikin. Ev kar beriya berhemhênanê, di dema berhemhênanê de û piştî çinînê pêwîstî bi pêşxistinê heye. Beriya berhemhênanê bi mebesta encamdana lêkolînên zanistî di vî warî de, yan jî sûdwergirtina ji lêkolînên ku li zanîngehan tên kirin, da ku bê zanîn ka çiqas zeviyên me yên guncaw hene, kîjan berhem ji bo vê jîngehê guncaw e, çavkaniya me ya avê çiqas e, kîjan dever bêtir guncaw e û zeviyên çandiniyê lê hene. Di heman demê de çawa tov, derman û kelûpelên pêwîst ji cotkaran re bên dabînkirin, çawa piştgirî li wan bê kirin, çawa asankarî ji wan re bê kirin û çawa zeviyên çandiniyê bên parastin da ku nebin cihên niştecîbûnê û projeyên avahîsaziyê. Di heman demê de, di dema berhemhênanê de çawa em karibin kelûpelên pêwîst dabîn bikin ji bo parastina berheman, da ku bi nemana baranê û hatina pêleke germê û xwelîbarînê, yan guherîneke nişkav ya keşûhewayê bandoreke xirab li ser neke û wê têk nebe. Di dema çinînê de jî girîng e ku em bazarê ji berheman re bibînin û cotkar bêhêvî nebe. Ji bilî vê, divê asankarî bê kirin di kêmkirina baca li ser wan û dayîna elektrîk û xizmetguzariyên din. Ji bo vê yekê dikare stratejiyek hebe ku ji bo maweya, bo nimûne, 20 salên pêşerojê, em dixwazin di asta berhemên çandiniyê de bigihîjin ku derê, çawa piştgiriyê bidin cotkaran û dahênan û karên nû fêrî wan bikin.
Yek ji zanîngehên Îranê li herêma Kirmanşanê, carekê di ragihandinê de behsa peywendiya zanîngeh û cotkaran dikir, digot: "Em salane her tiştê ku encama lêkolîn û vedîtinên zanistî yên nû di beşa çandiniyê de heye, çendîn caran cotkarên vê deverê kom dikin û didin wan, da ku ew jî dahênanê bikin û çandinî û baxçeyên xwe ji têkçûnê rizgar bikin." Ragihandin û bazarkirin amûrên girîng in ji bo dîtina bazarê û girîngîdana bi sektora çandiniyê. Bernameyek hebû li qenala BBC ya Brîtanî ya navxweyî ku tenê li ser wan kesên ku baxçeyên wan ên xweşik hebûn digeriya. Her kesê ku baxçeyê wî pir xweşik bûya, navê wî diket nav pirtûkekê ku geştyar û dibistanan bi rêya wê pirtûkê serdana wan dikirin. Dibistanan xwendekarên xwe dibirin wan baxçeyan û li ser wan wane dixwendin û hinek pere jî didan baxçevan. Bi heman awayî, di nav rêbera geştyarî ya welat de jî ew baxçeyên xweşik hebûn. Vê yekê alîkariya baxçevan dikir ku bikeve pêşbirka baxçeyê herî xweşik. Di heman demê de, rê li ber îthalata berhemên derve bê girtin ku em bi xwe jî hene. Tu diçî dikaneke fêkiyan, dibêje kîloya bacanên sor (firingî) ên xwemalî bi du hezar dînar e û bacanên sor ên Îranê, yan Tirkiyê yan kûderê bi hezar dînar e. Ev yek dike ku berhema te ya xwemalî bişkê (nirxê wê dakeve).
Gulan
