• Monday, 09 February 2026
logo

Jiyar Celal Rêveberê Daîreya Parastina Jîngehê ya Serokatiya Şaredariya Hewlêrê: Li bajarê Hewlêrê rojane 2000 ton zibil û sergoyê me heye

Jiyar Celal Rêveberê Daîreya Parastina Jîngehê ya Serokatiya Şaredariya Hewlêrê: Li bajarê Hewlêrê rojane 2000 ton zibil û sergoyê me heye

 

 

Jiyar Celal Rêveberê Daîreya Parastina Jîngehê ya Serokatiya Şaredariya Hewlêrê: Li bajarê Hewlêrê rojane 2000 ton zibil û sergoyê me heye

Jiyar Celal Rêveberê Daîreya Parastina Jîngehê ye li Serokatiya Şaredariya bajarê Hewlêrê, ku yek ji girîngtirîn daîreyan e ku rasterast pêwendiya wê bi parastina jîngehê û paqijî û xawêniya bajarê Hewlêrê û derdora wê û jiyana rojane ya xelkê re heye. Di vê gotûbêja xeleka gotûbêjê de (Girîngiya giringîdan bi parastina jîngehê li Herêma Kurdistanê) bi awayekî zanistî û bi amar û datayan behsa şêwaza çareserkirina zibil û sergoyê li sinorê bajarê Hewlêrê kir û bi vî rengî dîtin, nêrîn, pêşniyar û rênimayiyên xwe pêşkêş kirin.

Ji ber ku pisporiya me di warê karê jîngehparêziyê de heye, pisporiya me komkirina zibil û sergoyê "rêveberiya bermayiyên hişk" (solid waste management) a şaredariyê ye. Mijara ku ez behs dikim bi vê yekê taybet e, lewma ez behsa mijarên din nakim, tenê û tenê behsa zibil û sergoyê şaredariyê dikim.

Derbarê datayan de, ev sê-çar sal in me hewl daye, hinek pere ji bo bidestxistina datayan xerc bikin. Rast e em rastî qeyrana darayî hatin, lê me hewl da, çend datayan werbigirin, ji ber ku yek ji pirsgirêkên me yên girîng nebûna datayan e. Me hewl da, çend datayan li ser qebareya zibil û sergoyê bajarê Hewlêrê werbigirin. Bo nimûne, behs dikirin ku li bajarê Hewlêrê 2500 ton zibil û sergo heye. Gelo ew hejmar rast e, yan ne rast e? Niha ez bi awayekî durist dikarim bibêjim ku ev salek e bi şêweyekî demsalî, heft rojan li pey hev ji bo 24 saetan me datayên qebareya zibil û sergoyê kom kirin, ku sê-çar caran hejmar li hev kirin. Ez niha dikarim bibêjim li bajarê Hewlêrê rojane 2000 ton zibil û sergoyê me heye.

Mijareke din ji mijaran cudakirina bermayiyan e. Gelo rêjeya bermayiyan çiqas e? Ku ev jî hejmareke gelek balkêş e, 31% ji bermayiyan xwarin e. Yanî eger li ser 2000 tonan bê hesabkirin, tenê li navenda bajarê Hewlêrê ligel 20 qeza û nahiyeyên derdora wê, rojane 600 ton bermayiya me ya xwarinê heye. Ku ev jî bi rastî hejmareke gelek gelek zêde ye. Mijara duyem ku hewl tê dayîn kêm bibe, bermayiyên plastîkî ne ku 27% e, yanî 540 ton plastîk tê de heye. Ev hemû bi data ye, ji bo diyarkirina van datayan 33 milyon dînar hatiye xerckirin.

Di tevahiya proseya paqijkirina zibil û sergoyê de, em milyarek û 450 milyon dînar xerc dikin, tenê di proseya komkirin û veguhastinê de. Em 100 milyon dînar ji bo nixamtina zibil û sergoyê xerc dikin.

Mijareke din ku me bi mamostayên zanîngehê re lêkolîn li ser kir, ew bû ku rêjeya avêtina zibil û sergoyê ji aliyê kesekî ve çiqas e? 1.01 derket, ango kîlogramek û nêzîkî 10 gram, 20 gram, 30 gram. Ev tenê li bajarê Hewlêrê, me li vir di çarçoveya bajarê Hewlêrê de ev yek encam daye.

Em tên ser xaleke din ku pirsgirêka me pê re heye, ew jî nebûna hişyariya jîngehê ye. Bi rastî mijara hişyariya jîngehê gelek gelek xirab e. Hişyariya jîngehê mijareke gelek giştî ye û nabe mirov li bendê be, tenê hikûmet bê û mijara hişyariya jîngehê belav bike, belkî pêwîst e qenalên ragihandinê, rêxistinên civaka sivîl, yan jî her li vê holê ku xeleka gotûbêjê tê de birêve diçe, nivîsara gotûbêja bîst û heştan e, ev tê wê wateyê ku piştî bîst û heşt xelekên gotûbêjê, hingê dora jîngehê hatiye. Eger wisa be, ev jî cihê rexnekirinê ye. Ev rexneya min ji bo hemû amûrên ragihandinê ye, bi rastî ti girîngiyê nadin jîngehê, eger giringiyê jî bidinê, gelek kêm giringiyê didinê.

Mijara sêyem, behsa zibildanka Kanî Qirjale hat kirin. Texmînek li cem xelkê heye û ew wisa difikirin ku em zibil û sergo dişewitînin. Em zibil û sergo naşewitînin. Min gelek caran gotiye: "6000 sal beriya niha mirovan çi ji zibil û sergoyê dikir, em niha jî wisa dikin. Me çalek vedaye, em dixin nav û dinixumînin." Ji vê zêdetir çi me heye? Lê ligel vê yekê jî, me hewl daye çareseriyên baş bikin ji bo rêgirtina li agirgirtina wî zibilî, ji ber ku yên li vir hemû şareza ne, dizanin çi karvedaneke kîmyewî, çi gazek li bin wî zibilî heye. Çi metirsî ye ku ewqas zibil û sergo rojane neyê nixamtin. Ji ber vê yekê, çi bi rêya vedana çalan be, çi bi rêya nixamtina rojane be, me hewl daye egerea ketina agirê li wê zibildankê dûr bixin, ji ber ku pênc-şeş sal beriya niha û berî destbikarbûna kabîneya nehem, yek ji pirsgirêkên bajarê Hewlêrê zibildanka Kanî Qirjale bû. Kêm roj hebû ku postek li ser Facebookê nehatiba kirin, yan yek nehatiba ser televîzyonê û bigota jiyana me nemaye ji ber dûkel û bêhna zibildanka Kanî Qirjale. Niha ew tişt nemaye. Bi serbilindî dibêjim niha bila em biçin zibildanka Kanî Qirjale, di nav zibildanka Kanî Qirjale de ez nabêjim hewa tiştekî durist e, lê me bêhn biriye, me agir biriye, me dûkel biriye. Ev yek ji wan karên ku me kirine û bi rastî em pê serbilind in ku me karekî baş kiriye.

Em tên ser mijara alternatîfa zibildanka Kanî Qirjale. Yanî rexneyeke zêde tê girtin ku çima alternatîfa zibildanka Kanî Qirjale nîne? Bi rastî em neheqiyê li bajarê Hewlêrê dikin. Me parka herî mezin li ser asta Iraqê heye, me apartmana herî bilind li ser Rojhilata Navîn heye ku Birca Zaneyarî ye, lê kargeheke me ya "rîsayklîngê" (vegerandinê) nîne, yan ne kargeha rîsayklîngê, kargeheke me ya çareserkirina zibil û sergoyê nîne. Ji ber ku ne tenê rîsayklîng e, hûn baştir dizanin, çareserkirina zibil û sergoyê ne tenê bi rêya rîsayklîngê ye, bi çend rêyên din jî heye. Ji ber vê yekê yek ji neheqiyên ku li Hewlêrê hatiye kirin, nebûna kargeheke rîsayklîngê ye. Ji ber vê yekê em dipirsin çima ji sala 91ê ve ku em xwediyê hikûmeta xwe ne, kargeheke me ya rîsayklîngê li Hewlêrê nîne? Niha ew kargeh li Dihokê heye, ez wisa hest dikim, wekî ku ya min bi xwe hebe. Her çiqas qelîteya wê baş e û ne baş e û 70% ji zibilê niha jî dike bin axê, lê 30% jê tê ji bo kargehê û ji 30% jî 10% jê tê rîsayklîng kirin, 90% jê vedigere. Lê her çawa be, kargeha wê ya rîsayklîngê heye, ku li Hewlêrê nîne. Ev jî cihê pirsê ye û divê em bipirsin çima nîne?

Ji ber vê yekê, bi nebûna kargeha rîsayklîngê bi rastî neheqiyeke mezin li Hewlêrê hatiye kirin. Ew aliyên berpirs mixabin endamên wan nehatine ji bo vê gotûbêjê. Ew Wefa Xan nûnera rêzdar Beyan Xan e, dikare wê mijarê bigihîne. Her çiqas mijar tiştekî veşartî nîne û bi rastî guneh e li bajarê Hewlêrê kargeheke me ya rîsayklîngê, yan kargeheke çareserkirina zibil û sergoyê tune be.

Pirsgirêk jî ev e ku niha yek ji "R"yên ku hatiye zêdekirin, "Rethink" (Ji nû ve fikirîn) e. Ango ji "Remove" (Rakirn), "Recycle" (Vegerandin) û "Reuse" (Dûbare Bikaranîn) derbas bûye, gihîştiye ji nû ve fikirînê da ku biguhere. Niha jî gelek kes û yek ji berpirsên payebilind dema behsa çareserkirina zibil û sergoyê dike, wisa dizane ku ew zibilê ku heye sermayek e, eger bide şîrketekê divê mehane pere jê werbigire. Keko wisa nîne, hemû welatên cîhanê pereyekî zêde ji bo zibil û sergoyê xerc dikin, tenê ji bo ku wê çareser bikin. Qezenca te ji xerckirina vî pereyî, parastina jîngehê ye di 20 salên pêş de, tu yê kêmtir pere di sektora tenduristiyê de xerc bikî, tu yê kêmtir pere di sektora perwerdeyê de xerc bikî, zarokên otîzmê kêm dibin, zarokên vê civakê pêwîstiya wan bi çareseriya derûnî namîne, navendên te yên derûnî kêm dibin. Lê mixabin li cem me dema tu jê re dibêjî ez ê kargeheke rîsayklîngê daynim, yekser şok dibe û dibêje: Ez ê rojane ji bo her tonek zibil û sergo 60 dolar xerc bikim? Bersiva vê pirsê ev e: Belê, niha her tonek zibil û sergo bi çiqasî tê çareserkirin? Bêguman bi 750 hezar dînar. Baş e, gelo pir zehmet e di vê qeyrana darayî ya ku niha me heye de, berpirsekî payebilind qanih bikî û bibêjî: Were keko, 2000 tonên min hene, rojane bi 60 dolarî ji bo her tonekê ez ê kar bikim, di demekê de ku niha bi 750 hezar dînar dikim. Ji ber vê yekê, ji bo vê pirsê divê kesek bike ku ji têgehên jîngehê fêm kiribe, bi rastî xemxwarê jîngehê be, bi rastî bizane ku ew bandorên jîngehî, ew metirsiyên jîngehî çi ne ku pirsgirêkên wan hene û çawa tên çareserkirin.

Top