Li Sêwasê di sermaya dijwar de Festîvala Zivistanê
Li parêzgeha Sêwasê ya Bakurê Kurdistanê Yekemîn Festîvala Zivistanê birêve diçe. Di festîvalê de çalakiyên cur bi cur tên kirin ku yek ji wan werzîşa karateyê bû. Herwiha zoranbaziya meydanî jî hat kirin ku lîstikvan du bi du rûbirûyê hev bûn.
Çend nimayişên takekesî jî birêve çûn. Festîvalê li Meydana Komarê destpê kir û gelek kes beşdar bûn.
Welatî Ahmet Aldemir dibêje, “Tevî hewaya sar festîval bi germî birêve diçe û rêjeya beşdariyê jî zêde ye. Spasiya serokê şaredariyê dikin ku ev çalakî gelek baş organîze kiriye. Me çaverêya vê beşdariya zêde nedikir. Lê tevî hewaya sar hemû Sêwasî beşdar bûn.”
Di Festîvala Zivistanê ya Sêwasê de, derfet bi hunermandan hat dayîn ku berhemên xwe nîşan bidin û bifroşin.
Ji ber li Sêwasê zivistan bi awayekî dijwar derbas dibe, beşek ji beşdarbûyan dem bi dem xwe germ dikirin û dubare vedigeriyan cihê çalakiyan.
Welatî Bariş Kaya, dibêje, “Festîval gelek nuwaze bû, gelek xweş bû. Ne ev be gelekî sar e. Ji ber wê li vêderê sobe danîne. Tevî wê jî gelekî qelebalix e. Piraniya beşdarbûyan xwendekar in. Bi giştî gelekî xweş e.”
Di festîvalê de çend nimayişên bi grûp ji aliyê xwendekarên dibistanên Sêwasê ve hatin pêşkêşkirin.
Herwiha, nimayişa şûr jî beşek ji çalakiyên festîvala zivistanê ya Sêwasê bûn.
Rudaw
