Raporeke navdewletî: Hewlêr di rêzbendiya bajarên herî baş ên cîhanê de ye ji bo kompanyayên nû
Li gorî raporeke navdewletî ya sala 2026an, parêzgeha Hewlêrê di lîsteya 1000 bajarên herî baş ên cîhanê de cihê xwe yê bo kompanyayên nû parast. Hewlêr wekî duyemîn bajarê herî bihêz ê Iraqê di warê karsazî û dahênanê de hat destnîşankirin.
HEWLÊR – Îro şemiyê, 13ê Hezîrana 2026an,
Li gorî rapora pêgeha "StartupBlink", bajarê Hewlêrê di rêza 932emîn a cîhanê de cih girtiye û ji sala 2025an vir ve, pêgeha xwe wekî duyemîn bajarê herî baş ê Iraqê ji bo karsazî û dahênanê bi aramî parastiye.
Di asta Rojhilata Navîn de rêza 29emîn
Paytexta Herêma Kurdistanê, di asta herêma Rojhilata Navîn de jî serkeftineke giring bidest xistiye û di rêza 29emîn de cih girtiye. Rapor balê dikişîne ser wê yekê ku Hewlêr û Bexda her du bajarên Iraqê ne ku karîne bikevin nav lîsteya 1000 bajarên herî serkeftî yên cîhanê. Ev yek wekî nîşaneyeke çalakiyên berbiçav ên di warê dahênan û karsaziyê de tê nirxandin, tevî ku li Iraqê di kerta bazirganiyê de gelek astengî hene.
Di raporê de hat destnîşankirin, Iraq wekî welat, tevî geşedanan jî hîn di derveyî lîsteya 100 welatên herî baş ên cîhanê de ye. Lê belê, rapor Iraqê wekî "yek ji bazarên nû û hêvîbexş" bi nav dike ku xwedî potansiyeleke mezin e ji bo pêşxistina sîstema dahênanê di paşerojê de.
StartupBlink çi ye?
Rapora "StartupBlink" her sal sîstema kompanyayên nû (startup) li ser asta welat û bajarên cîhanê dinirxîne. Ev rapor di asta navdewletî de wekî yek ji çavkaniyên herî bawerpêkirî tê dîtin ku asta geşeya aboriya dîjîtal û dahênana karsaziyê li cîhanê diyar dike.
Parastina vê pêgehê ji aliyê Hewlêrê ve, nîşaneya geşbûna jîngeha karsaziyê û zêdebûna veberhênanên ciwanan e di kerta teknolojî û projeyên nû de li Herêma Kurdistanê.
K24
