• Sunday, 21 June 2026
logo

Rêveberiya Xweser 2 zarokên Siûdî radestî malbatên wan kirin

Rêveberiya Xweser 2 zarokên Siûdî radestî malbatên wan kirin

Duh bi amadebûna Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, Rêveberiya Xweser 2 zarokên Siûdî, radestî malbatên wan kirin.
Dana Îbrahîm Îbrahîm û Lana Îbrahîm Îbrahîm çend salin li Navenda Parastina Zarokan a Desteya Jin a Rêveberiya Xweser diman.

Her 2 zarokan di şerên li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên sala 2019’an de dê û bavên xwe winda kirin.

Saziyên pispor ên Rêveberiya Xweser, wekî beşek ji hewldanên mirovî yên ji bo dabînkirina hawîrdorek ewle ji bo zarokên ku ji şer bandor bûne,

Li wan dinêrîn û parastina pêwîst ji wan re peyda dikirin.

Proseya radestkirinê bi amadebûna Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Dr. Jiyan Hesen û hejmarek nûnerên ji rayedarên peywendîdar pêk hat.

Ev gav hevrêzî û hevkariya di navbera saziyên peywendîdar de nîşan dide ku vegera zarokan li malbatên wan misoger bike û parastina mirovî xurt bike.

 

Ronahi tv

Top