• Wednesday, 17 June 2026
logo

Mezlûm Ebdî rola Herêma Kurdistanê bilind dinirxîne

Mezlûm Ebdî rola Herêma Kurdistanê bilind dinirxîne

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, di civîneke sêalî de li Hewlêrê, mijara tevlîkirina HSD û Rêveberiya Xweser di nav hikûmeta Sûriyeyê de û çareseriya siyasî ya krîza wî welatî hatiye gotûbêjkirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî duh 16ê Hezîranê li bajarê Hewlêrê bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Sûriye û Iraqê Tom Barrack û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyabû.

Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî "X" ragihand, di vê civîna sêalî de çendîn dosyayên giring hatine nirxandin. Ebdî diyar kir ku mijara herî sereke "pêngavên fermî yên ji bo tevlîkirina hêzên HSD û saziyên Rêveberiya Xweser di nav hikûmeta Sûriyeyê de" bûye. Her wiha her sê aliyan li ser şopandina cîbicîkirina wan rêkeftinan axivîne ku pêvajoya siyasî û aramiya Sûriyeyê xurt dikin.

Di civînê de tekezî li ser piştgirîkirina hewlên hevbeş ên ji bo rûbirûbûna terorê hat kirin. Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin çareseriyeke siyasî ya giştgir li Sûriyeyê, bi awayekî ku beşdariya fermî ya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê di nav hikûmetê û di diyarkirina paşeroja welat de were garantîkirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê di dawiya peyama xwe de bal kişand ser rola giring a Herêma Kurdistanê û spasiya Nêçîrvan Barzanî kir. Ebdî anî ziman ku Herêma Kurdistanê roleke hander û giring di çespandina aramiya herêmî û pêşxistina diyaloga navbera aliyan de dilîze, bi armanca ku xizmeta aştiya herêmê were kirin.

 

 

Top