• Wednesday, 25 February 2026
logo

Hindistana li Wanê

Gulan Media December 13, 2021 Corane
Hindistana li Wanê

Xelkê gundê Hindistanê yê li Payîzavaya Wanê bi cotkarî û ajeldariyê mijûl in, lê niha ji ber hişkesalî û krîza aborî, rewşa wan zehmet bûye.

Dema behsa Hindistanê tê kirin, yekser mezintirîn welatê parzemîna Asyayê tê bîra mirov. Lê jibilî wî welatî, gundek jî bi navê Hindistanê heye û ew jî li navçeya Payîzava ya ser bi Wana Bakurê Kurdistanê ve ye.

Li gundê Hindistanê ku ji navenda Wanê 34 û ji navenda Payîzava jî 12 kîlometre dûr e, li gor amarên fermî 819 kes dijîn. Gundî li ser çîroka navî vî gundî dibêjin, gund di dema xwe de ji aliyê kesekî bi navê `Hindistan` hatiye avakirin û her bi wî navî jî hatiye naskirin.

Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akinci jî serdana gundê Hindistanê kir û xelkê gund ji peyamnêrê Rûdawê re behsa rewşa xwe kirin.

`Hindistana Biçûk` jî ji bandorên hişkesaliyê û rewşa aborî ya xerab bêpar nemaye û xelkê gund diyar dikin ku ew ketine rewşeke zehmet.

Gundê Hindistanê her sal vê heyamê di nav berfê de dima, lê îsal baran û berfeke zêde li wî gundî nebariye û gundiyekî bi navê Îbrahîm dibêje, “Îsal hişkesalî bû, lewma çandinî jî nebû. Me nekarî pezên xwe jî biçerînin.” Ew welatî diyar dike ku ji ber hişkesalî û bilindbûna berdewam a nirxê kelûpelan û nebûna dahatê, beşeke xelkê gund mal û ajelên xwe firotin û gund bicih hiştin.

Gundiyekî din ê `niştecihê Hindistanê` dibêje, ev 15 sal e wî gund bicih hiştiye û li Stenbolê bicih bûye, lê diyar dike ku li bajaran jî êdî jiyan ne wek berê ye û her tişt biha bûye û herwiha tekez dike, “di vê rewşê de ez nikarim bêm gund jî. Ji ber ku li gundan jî rewş xerab bûye, em vê yekê dibînin.”

Li parêzgeha Wanê; cotkarî, ajeldarî û geştyarî, çavkaniyên dahatê yên sereke ne. Ji ber ku di heyama du salên dawî de deriyên sînorî yên li gel Rojhilatê Kurdistanê heyameke dirêj girtibî bûn, dahata geştyariyê bi awayekî berçav daket. Li aliyê din jî hişkesalî û bihabûnê jî bandoreke gelek xerab li ser sektora cotkarî û ajeldariyê kir.

 

Rudaw

Top