• Thursday, 26 February 2026
logo

Farqîna kevnar û dîrokî li benda geştiyaran e

Gulan Media November 28, 2021 Corane
Farqîna kevnar û dîrokî li benda geştiyaran e

 Pira Malabadê ya kevnar li navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê yek ji şûwarên dîrokî yên balkêş e ku geştiyaran ber bi xwe ve dikişîne, nemaze cihê xwe di lîsteya Çanda Cîhanî ya UNESCO de girtiye. Welatiyên vê derê niha bang li geştiyaran dikin da ku serdana vê navçeyê bikin

Navçeya Farqînê ya ser bi parêzgeha Amedê, yek ji navçeyên qedîm û dîrokî ye  li Bakurê Kurdistanê. Li navçeyê çend şûnwarên dîrokî hene. Yek ji wan Pira Malabadê ye ku ji aliyê Wezareta Geştiyarî û Çandê ya Tirkiyê ve yek ji 13 pirên bêhampa ên li Tirkiyê  hatiye destnîşan kirin û di lîsteya Demkî ya Mîratên Çanda Cîhanê ya UNESCOyê de ye. Xelkê navçeyê bo dîtîna şûnwarên dîrokî ên li vê navçeyê bang li geştiyaran dikin.

Welatiyê Farqînê Kasım Turan dibêje "Li Farqînê mala mêvanan heye, ligel wê Mizgefta Seleheddîn Eyubî, Şikeftên Hesûnê, Kela Zembîlfiroş û berhemên bi vî rengî ên dîrokî hene. Ji xeynî şikeftên Hesûnê Pira me ya ji kevir a Malabadê jî heye ku li cîhanê wekî wê nînin. Em bang li hemû mirovan dikin ku bên û berhemên dîrokî û  vê pira dîrokî bibînin."

Ji xeynî berhemên dîrokî ev navçe bi xwarinên xwe jî navdar e û kebaba cerg bûye yek ji sembolên navçeyê. Hosteyên vê xwaringehê dibêjin gelek kesên ku ji deverên din tên, xwe birçî dihêlin daku li vê derê kebaba cergê bixwin.

Hostayê Cergê Ferman Recepoglu got "Ji ber ku cergê nû ye û ê berxikan e, kesên vê derê dizanin bi hezkirin tên. Gelek kesên nizanin jî li ser pêşniyarê tên. Ji Enqerê xelk hene ku xwarinê naxwin bo ku xwe bigehînin vir. Mirov ji Mersîn Edene û Entabê  ji bo ku li vir cerg bivixwin xwe birçî dihêlin. Ji Hekkari, Wanê, Tetwanê Ahlatê û Edilcewazê, tenê ji bo ku li vê derê cerg bixwin, gelek kes hene ku xwe birçî dihêlin."

Geştiyar Yahya Bulbul ragihand "Çi dema rêya me bi vê derê bikeve em tên vê derê. Em bêyî ku serdana vê derê bikin derbas nabin. Ev der  xweştir e,  xwarin xweştir tê çêkirin û gelek paijtir e. Ji ber wê em vê derê hildibijêrin."

Navçeya Farqînê di serdemên berê de mêhvandarî bo gelek şaristaniyan kiriye û her yek ji wan berhemek li navçeyê bicih hêlaye. Navçe li cihek stratejîk cih digire û salane hejmareke zêde ya geştiyaran ji ber dîroka wê ya qedîm serdana wê dikin.

 

Rudaw

Top