• Thursday, 26 February 2026
logo

Bijîşkekî Kurd wek baştirîn bijîşkê wîlayeteke Amerîkî hat hilbijartin

Gulan Media September 26, 2021 Corane
Bijîşkekî Kurd wek baştirîn bijîşkê wîlayeteke Amerîkî hat hilbijartin

 Proffsor Xazî Zêbarî li wîlayeta Louisiana ya Amerîka ji aliyê kovara “Louisiana Life Magazine” bi hevkariya kompanyaya “Castle Connolly” ve, wek baştirîn bijîşkê sala 2021ê yê wî wîlayetê hat hilbijartin.

Kovara “Louisiana Life Magazine” li ser bingeha dengdana bijîşkan, Proffsor Xazî Zêbarî wek baştirîn bijîşk ji bo îsal ji bo wîlayeta Louisiana hat hilbijartin, bi nêrîna wan ew bi awayekî zanistî û pîşeyane kar dike.

Cîger Casim ku bi Proffsor Xazî Zêbarî re kar dike, li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” nivîsî: “Wek Kurdekî, koçberekî û nojdarekî, Proffsor Xazî Zêbarî cihê şanaziyê ye.”

Destnîşan kir, “Hêvî dikin ku cîrokên mîna çîroka Proffsor Xazî Zêbarî ji bo nifşên nû yên miletê me bibe handerek ku xetîreya zanînê li ser asta navdewletî hilgirin û berdewamiyê bidin xebata zanist û mirovatiyê.”

Profesor Xezî Zêbarî, Serokê Beşa Neştergerî û Rêveberê Bernameya Bijîşkî Xulên Neştergeriyê di “WKHS” de ye. Di heman demê de Rêveberê Navenda “John C. McDonald” e.

 

Rudaw

Top