Meclîsa Biçûk a Amedê û Îzmîrê Dixwaze Şivan Perwer Vegere Welatê Xwe
Meclisa Biçûk a Gel ku di bin pêşengiya rewşenbîr Şanar Yurdatapan de mehê carek li bajarekî cuda dicive, îcar ji Amed û Îzmîrê bi pêşniyareke cuda derkete pêş. Meclisan di civînên xwe de daxuyaniyeke bangewaziyê ji bo Şivan Perwer amade kir û banga vegera li Tirkiyeyê li hunermendê kurd kirin. Di bangewaziyê de wiha tê gotin: “Hêja Şivan…Me axaftina te ya dilzîz bi kêfxweşî di televîzyonan de temaşe kir. Em Meclisên Biçûk ên Gel ên Amed û Îzmîrê ji bo te dibêjin ‘Heydê êdî vegere’. Em vê bangewaziya xwe ji bo hemû sazî û dezgehên sivîl jî vekirî dihêlin û em dixwazin hemû saziyên sivîl jî tevli vê kampanyaya me ya bangewaziyê bibe. Hêja Şivan... Bangewaziyên aştiyê ku ji aliyê hemû beşên civakê bilind dibe, dê bi dengê te bihêztir bibe. Êdî vegere welatê xwe. Ji bo ku civakeke bi aram û aştiyê bê avakirin, divê tu jî bêyî tevli xebatên aştiyê bibî.”
Hunermend Şivan Perwer ev 30 sal in ji ber qedexeyên li ser li nefiyê li Ewropayê bi cih bibû. Digel ku niha tu qedexe li ser tune ye jî ew dibêje heta aştî pêk neyê û li Tirkiyeyê demokrasî desthilat nebe, ew ê venegere.
