Serok Barzanî bi Desteya Serokatiya ENKSê re civiya
Serok Mesûd Barzanî bi Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) re civiya û pê re amaje da pêdivîtiya yekrêziya aliyên Kurdî di qonaxên bê de.
Serok Mesûd Barzanî Duh(Duşem, 9ê Sibata 2026ê) li Pîrmamê bi Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) re civiya.
Di wê civînê de, rewşa siyasî û guhertinên dawiyê yên Sûriyeyê hatin nîqaşkirin û amaje bi pêdivîtiya yekrêziya aliyên Kurdî di qonaxên bê de hat dan.
Herwesa ji bo çareserkirina pirsgirêkan tekezî li ser danûstandinan û diyalogê hat kirin.
K24
