• Monday, 09 February 2026
logo

Hakim Hemdî Gilî: Barzaniyê nemir û Serok Mesûd Barzanî rewşa Kurdan ji metirsiya linavçûn û înkarê gihandin garantîkirina mafên wê

Gulan Media February 9, 2026 Nûçe
Hakim Hemdî Gilî: Barzaniyê nemir û Serok Mesûd Barzanî rewşa Kurdan ji metirsiya linavçûn û înkarê gihandin garantîkirina mafên wê

 Hakimê berê yê leşkerî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û şêwirmendê taybet ê berê yê Mam Celal, balê dikişîne ser rola Serok Barzanî ya di parastina Kurdistanê de û dibêje ku cîhan bi çavên cuda li doza Kurdan dinêre.


Hakim Hemdî gilî ji BasNewsê re ragehand: "Bi gelemperî Kurd di demên berê de rastî gelek zilmê hatine. Nameya Mistefa Barzaniyê nemir ji General De Gaulle re nîşan dide ku ev gel çiqas rastî îşkenceyê hatiye. Ew rastî zilmê hatiye, lê di dema serokatiya Mistefa Barzaniyê nemir de, mimkun bû ku têkilî di navbera Kurdan û cîhana derve de werin danîn û dengê gelê Kurd bigihêje cîhanê, ji ber ku ev tê vê wateyê ku şoreşa Barzanî ji bo wê yekê bû ku Kurdên li vê herêmê wekî de facto pirsa wan bê çareserkirin û pêkhateya wan were parastin û mafên wan werin naskirin, û naha cîhan ji ber jiyana dîplomasiya Serok Mesûd Barzaniyê guheriye." Naha cîhanê pirsgirêka Kurd geheştiye qonaxekî gelek pêşketî û behsa garantîkirina mafên Kurdan tê kirin li ser asta navnetewî ku ev yek destkeftekî gelek mezine. Serok Mesûd Barzanî rewşa Kurdan ji înkar û linavbirinê guhert bo şerkirin li ser bidestanîna mafên xwe.’’

Herwaha diyar kir: "Serok Barzanî gelek hewl da ku baweriya gelê Kurd bi xwe ava bike û xwe li gorî gelên welatên din kêm nenirxîne. Hestên niştimanperwerî û bawerî bixwe anîn çêkir. Bi taybet piştî 2017ê û referandûmê, di dema serokatiya Barzaniyê bav de jî çend caran peyam ji Bexdayê re şandiye ku Kurd mafên xwe dixwazin. Ev israr, bû sedema daxuyaniya 11ê Adarê ku hin mafên Kurdan nas dike, her çend Barzanî yê nemir bi vî rengî li dijî zilmê nerawestaba, naha ti tiştek nedibû bi navê pêkhateya Kurdistanê û doza Kurdistanê. Lê ji ber ku wan ji rejîma Baas re gotin na, em ê bibînin ka ew ê çawa bixwe bên pêş. Ji ber vê yekê, ew gotina Serok Barzanî ji wê derê çavkaniya xwe digre ku dibêje: "Ger tu bixwe hebî gel jî heye û eger tu bixwe nebî ti kesek tune ye.’’

Hakim Hemdî Gilî got: "Demek dirêj e bi pare û saziyên îstixbaratê û ragehandina berovajîker ve hewl tê dayîn ku dîroka Kurdan, bi taybet jî dîroka Barzan bê berovajîkirin û têkdan. Lê ew nameya Mistefa Barzaniyê Nemir a ji bo De Gaulle di çarçoveya sedan hezar wan belgeyên li şoreşa Îlonê bo bidestanîna mafên gelê Kurdistanê de hatiye aşkera kirin ku çiqas xebatekî mezin ji bo Kurdan kiriye û ti demekî jî xelkê kirêgirtî yê xwefiroş nikarin dîroka şoreşa Îlonê têkbidin.’’

 

 

Top