• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî salvegera Yekîtiya Nivîskarên Kurd pîroz kir

Gulan Media February 10, 2026 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî salvegera Yekîtiya Nivîskarên Kurd pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî salvegera 56emîn a damezirandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd pîroz kir.

Yekîtiya Nivîskarên Kurd 10ê Sibata 1970yî hatiye damezirandin û îro salvegera damezrandina wê ye.

"Eniyeke bihêz a parastina ziman"

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera damezirandina wê de ragihand:

"Em bi rêz û pêzanîneke zêde li dîrok û xizmeta zêdetirî nîv sedsalê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd dinêrin.

Wan di hemû qonaxên cuda yên têkoşînê de, bi pênûs û bîra xwe, eniyeke bihêz a parastina ziman, wêje û nasnameya neteweyî û nîştimanî ya gelê Kurdistanê parastiye û roleke çalak di hişyarkirina civakê de lîstiye."

"Tim pêşeng in"

Nêçîrvan Barzanî derbarê rola nivîskaran jî wiha got:

"Nivîskar her dem pêşengên çespandina nirxên mirovî û kûrkirina çanda lêborîn, bihevrejiyan û hevpejirandinê bûne.

Îro jî çavê me li rola bibandor û berpirsyarane ya nivîskaran e da ku bi berhemên xwe yên bedew, bibin haveynê tebayî, yekrêzî û parastina destkeftên demokrasî û destûrî yên Herêma Kurdistanê.

Em bejna xwe ji bo giyanê pak ê nivîskarên şehîd û hemû wan nivîskarên koçkirî ditewînin ku temenê xwe di ber xizmeta peyva Kurdî û azadiyê de bexşiye.”

 

Rudaw

Top