• Monday, 09 February 2026
logo

Parêzgarê Hewlêrê: Helbûsî li beranberî Herêma Kurdistanê bêwefa ye

Gulan Media February 9, 2026 Nûçe
Parêzgarê Hewlêrê: Helbûsî li beranberî Herêma Kurdistanê bêwefa ye

Parêzgarê Hewlêrê ragihand: Dema Helbûsî li ser desthilatê bû, Hikûmeta Iraqê budçe û mûçeyên Herêma Kurdistanê birîn. Lê di dema şerê li dijî DAIŞê de, xizmên wî ji bo parastina canê xwe û malbatên xwe penaya xwe anî ber Hewlêrê. Diyar e Helbûsî her hind manaya wefayê fêm kiriye.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro (Yekşem, 8ê Sibata 2026ê) di konfranseka rojnamevanî de ragihand: Dema şerê li dijî DAIŞê û nexweşiyan gef li deverên di bin desthilata Hikûmeta Iraqê dikirin, Mihemed Helbûsî û malbata xwe penaya xwe anî ber Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê binecih bûn û hatin hewandin.

Parêzgarê Hewlêrê herwesa got: Helbûsî û hin desthilatdarên Hikûmeta Iraqê nanê Hewlêriyan xwar û di dû re li beranberî mirovdostî û mêvandostiya Hewlêrê bêwefa derkeftin.

Omêd Xoşnaw amaje jî da: Dema ku ew li ser desthilatê bû, Hikûmeta Iraqê budçe û mûçeyên Herêma Kurdistanê birîn, lê Hewlêr ji bo wan û xizmên wan bûbû penageh û cihekê ewle. Navbirî bi henek got: Ji ber vê yekê spas ji wefaya Helbûsî re.

Omêd Xoşnaw di pareka din a gotinên xwe de behsa wê hejmara pereyê ku ji Projeya Ronakiyê ji bo welatiyan hatiye kir, ku hin ji wan dibêjin pereyê elektrîkê zêde bûye, û got: Her roj hin pirsgirêkên teknîkî çê dibin û bi lez tên çareserkirin.

Navbirî eşkere jî kir: Li ser bihayan jî eşkere ye ku bi çi rengî ye. Heke welatî li dû pêdivîtiyê elektrîkê bi kar bînin û zêde bi kar neyînin, bê guman pereyê kêmtir dê jê re bê, herwesa dê bibe sedema wê yekê ku elektrîka 24 saetî têra tevahiya Herêma Kurdistanê bike.

 

K24

Top