Fesla Yûsif: ENKSê ne wek aliyekî danûstandkar, lê ji bo gihandina daxwazên Kurdan çû Şamê
Endama Desteya Serokatiya ENKSê Fesla Yûsif ragihand, ew piştgiriyê didin her rêkeftineke ku herêma Kurdî ji şer û koçberiyê diparêze û tekez kir ku armanca wan a sereke çespandina mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de ye.
Endama Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Fesla Yûsif, di beşdariya di bultena nûçeyan a Kurdistan24ê de, behsa pêşhatên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de kir û diyar kir ku her çend ENKS ne aliyekî rasterast ê rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê be jî, lê ew vê pêngavê giring û pêdivî dibînin.
"Rêkeftin herêma me ji şer diparêze"
Fesla Yûsif bal kişand ser giringiya agirbestê û got: "Ev rêkeftin ji bo parastina herêma me ji şer, wêranî û koçberiyê giring e. Me dît ku eger şerekî nû biqewime, dê bibe metirsiya 'hebûn û tunebûnê' ji bo gelê me. Lewma wek ENKS, em piştgiriyê didin vê rêkeftinê û em dixwazin ev gava leşkerî veguhere pêvajoyeke siyasî ya mayînde."
"ENKS ne wek aliyekî danûstandkar çûye Şamê"
Yûsif derbarê hevdîtinên ENKSê yên li Şamê bi Wezîrê Derve Es’ed Şeybanî û Serokê Hikûmeta Demkî Ehmed Şera de jî destnîşan kir, şandeya ENKSê ne wek aliyekî danûstandkar çûye Şamê, belkû wek wan hevdîtin kirine û daxwaz kiriye ku êdî Şam pêşwaziyê li Şanda Kurdî ya Hevbeş a ku ji encama Konferansa 26ê Nîsane pêk hatiye, bike. Ji ber ku ew şand nûnertiya gelê Kurd li Sûriyeyê dike.
Mafên Kurdan di Destûrê de
Endama Desteya Serokatiya ENKSê amaje bi Biryanameya (13) a Komarî kir û diyar kir ku ew gaveke baş e, lê têrê nake, pêwîst e sererastin jê re were kirin û di destûra Sûriyeyê de bê çespandin.
Herwiha da zanîn, Şanda ENKSê li Şamê daxwazên zelal pêşkêşî rayedarên Sûriyeyê kirine. Daxwazên sereke yên ku ENKS li ser disakine ev in:
- Zimanê Kurdî: Di destûra Sûriyeyê de wekî zimanekî fermî li gel zimanê Erebî were naskirin û bibe zimanê perwerdeyê.
- Naskirina Neteweyî: Gelê Kurd wekî pêkhateyeke resen û bingehîn a Sûriyeyê di destûrê de were naskirin.
- Hevparî di Desthilatê de: Kurd ne tenê wekî "beşdar", lê wekî "şirîkên resen" di hemû sazî û saziyên hikûmeta Sûriyeyê de cih bigirin.
Li ser pirsa derbarê wergirtina postên îdarî û wezaretan de, Fesla Yûsif diyar kir, Kurd beşek ji civaka Sûriyeyê ne û mafê wan e ku di birêvebirina welat de xwedî rol bin, berpirsiyariyan hildin ser milê xwe û postan di saziyên dewletê de postên pîşeyî wergrin, da ku em xizmeta gelê xwe bikin."
Rola Qeterê di Krîza Sûriyeyê de
Fesla Yûsif her wiha amaje bi hevdîtinên xwe yên bi aliyê Qeterî re kir û diyar kir, Qeter di dosyaya Sûriyeyê de xwedî bandoreke mezin e û wan nêrînên xwe yên derbarê çareseriya siyasî û mafên Kurdan de gihandine rayedarên Qeterê û dîtine ku aliyê Qeterî jî ji bo piştgirî û alîkariyê amade ye.
Di dawiyê de, Yûsif tekez kir ku ENKS dê xebatên xwe yên dîplomatîk û siyasî bidomîne, da ku mafên rewa yên gelê Kurd di Sûriyeya paşerojê de werin mîsogerkirin.
K24
