Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Çarşema Sor li Kurdên Êzdî pîroz kir
Cihê xweşhaliyê ye ku li sayeya azadiyê da em hemû pêkve li vê şadiya we de beşdarîn, li demek de ku li vê cejnê de pîrozbahiyê li we dikim ji wê yekê jî bawerim ku wekî çawa zulm û zordariya rejîma Be'es nekarî nasnameya we ya Kurdayetiyê jê bibe niha jî şanaziyê bi wê nasnameya we dikîn û tu hewlek nikarê we ji gelê we dûr bixe û hevşanê hemû pêkhatên din parêzerê destkeftên neteweyiyên xwe dibin.
Herdem li şadî û aramiyê da bin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
