Urdinê jî xwe da ber çekdarkirina opozîsyona Sûriyê
Rojnameya Guardianê nivîsand ku Urdinê ji Erebistana Siûdî yek mîlyar dolar wergirtiye û ji bo dabînkirina çekên serhildêran rê vekiriye.
Di nûçeya rojnameyê de hat gotin ku çekên ku di Urdinê re tên derbaskirin ji 'gerîlayên' ku li başûrê Sûriyê ne re tên veguhestin.
Li gorî BBC'yê jî parçebûyîna rejîma Sûriyê her diçe bi leztir dibe, her wiha rikaberiya di navbera hêzên derve yên ku piştgiriyê didin komên cihê jî her diçe germ û gurrtir dibe.
Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di encama pevçûnên ku ji nîveka Adara 2011'an ve didomin, tê gotin ku derdora 70 hezar welatiyan can dane.
Pêştir jî di gelek nûçeyan de hatibû gotin ku opozîsyona Sûriyê li Urdinê tên amadekirin û perwerdekirin.
Guardianê nivîsand ku biryara şahê Urdinê Ebdula ya 'bernameya çekan', nîşaneya guhertina helwestê ye; ji ber ku şah Ebdula dixwaze di zûtirîn demê de dawî li şerê wî berê sînor bê.
Her di vê çarçoveyê de di nûçeya navborî tê gotin ku li Sûriyê bihêzbûna komên çekdar ên têkildarê el Qaîdeyê, Urdin bêzar kiriye; her wiha 'polîtîkaya çekan' a Washington, London û welatên Kendavê jî guheriye.
Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Brîtanya û welatên Kendavê polîtîkayên xwe yên dayîna çekan guhertin an go komên ku çekan dide wan dibijêrin; di hundirê du mehên dawî de helwesta Urdinê jî guherî.
Li gorî peyamnerên rojnameya navborî, rêveberiya Urdinê ji ber tirs û fikara ku 'dê şer û pevçûn bikeve nav welatên wan jî' xwe dualî an jî bêalî nîşan dida. Niha jî rêveberiya keyatî ya Urdinê ji bo zêdekirina bandora xwe, staratejiya ku 'pêş ku şer bipeke nav welatê wan, ew bipekin nav welatê şerî' bi pêş dixe.
Li gora nûçeyê yek mîlyar dolarê ku Erebistana Siûdî daye Urdinê dê tengaviyên wê yên aborî hinek sivik bike.
Rudaw
