• Tuesday, 10 February 2026
logo

Karayilan: Emê vegerim Tirkiyê û karê siyasî bikin

Gulan Media April 14, 2013 Nûçe
Karayilan: Emê vegerim Tirkiyê û karê siyasî bikin
Di çavpêkeftinekê li gel rojnameya Newyork Times a Amerîkî li çiyayê Qendîlê, Serokê Kondseya Rêvebir a KCK`ê Murad Karayilan ragihandiye ku: Gerîlayên me nikarin niha çekan deynin, eve li dawiya çareserkirina kêşeyêye û tişteke ku divê li dawiya proseya çareseriyê de behsa wê bête kirin.

Karayilan ji Newyork Timesê re gotiye: "Em hêvî dikin ku kêşe bi rêya diyalogê û aştiyê çareser bibe , lê belê eger bi wekhevî li welatiyên Kurd neyê temaşe kirin wê demê kêşe çareser nabe."

Di dawiya hevdîtinê de Karayilan got: "Piştî ku şer bisekine, ewê vegere Tirkiyê û karê siyasî bo pêşxistina doza rewa ya gelê Kurd berdewam bike."

Her weha serokê konseya rêvebir a KCK`ê rexne li serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan kir ku pêwîst zêdetir berve çareseriyê ve were û ew dîroka me ya kûr jî binase.

Xendan
Top